Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Lûqa 18 - Peymana Nû (Încîl)


Mesela jinebîyê û hʼakim

1 Îsa meselek bona wê yekê şagirtarʼa got, wekî her gav dua bikin û aciz nebin

2 û got: «Bajarekîda hʼakimek hebû, ew ne ji Xwedê ditirsîya û ne jî minet ji mêriv dikir.

3 Wî bajarîda jinebîk jî hebû, her gav dihate cem wî û digot: ‹Heqîyê bike, min ji destê neyarê min xilaz ke›.

4 Hʼakim gelek wext guh nedida wê, lê paşê xwexa xwerʼa got: ‹Ez ji Xwedê natirsim û ji mêriv jî minetê nakim,

5 lê bona xatirê wê yekê, ku eva jinebîya tê zeʼmetê dide min, ezê heqîyê jêrʼa bikim, ku her gav neyê min aciz neke›».

6 Û Xudan got: «Bibihên ku hʼakimê nerʼast çi got.

7 Gelo Xwedê jî bijartîyêd Xwerʼa wê heqîyê neke, yêd ku şev û rʼoj hewara xwe Wî datînin? Yan Ewê caba wan derengî bêxe?

8 Ez werʼa dibêjim, wê destxweda heqîyê bike. Lê gava Kurʼê Mêriv bê, gelo ser dinê wê bawerîyê bibîne?»


Mesela fêrisî û xercgir

9 Ev mesele jî wanrʼa got, yêd ku xwexa xweda guman bûn, yançîye ewe rʼast in û hʼemûyêd mayîn ber tiştekî hʼesab nedikirin.

10 «Du merî hilkʼişîyane pʼaristgehê, ku dua bikin. Yek fêrisî bû, yek jî xercgir.

11 Ewê fêrisî tʼenê sekinîbû xweda guman bi vî cûrʼeyî dua dikir: ‹Xwedêyê min, şikirdar im, ku ez ne mîna wan meriva me, yêd ku tʼalanîyê, neheqîyê, zinêkʼarîyê dikin û ne jî mîna vî xercgirî me.

12 Lê ez hʼeftîyê du cara rʼojî digirim û dehekê ji hʼemû kʼara xwe jî didim›.

13 Lê ewî xercgir dûr sekinîbû, rʼûyê wî nedigirt li eʼzmên jî binihêrʼîya, sîngê xwe dixist û digot: ‹Xwedê, li min gunekʼarî were rʼeʼmê›.

14 Ez werʼa dibêjim, ku ev xercgira rʼasthʼesabbûyî çû mala xwe, ne ku yê din. Awa her kesê ku xwe bilind ke, wê nimiz be, lê kʼî ku xwe nimiz ke, wê bilind be».


Îsa dua zarʼoka dike
( Metta 19:13-15 ; Marqos 10:13-16 )

15 Tʼifal jî anîne cem Îsa, ku destê Xwe dayne ser wan. Gava şagirta ev yek dît, li yêd danîn hilatin.

16 Lê Îsa gazî zarʼoka kir û got: «Bira ew zarʼok bêne cem Min, pêşîya wan negirin, çimkî Pʼadşatîya Xwedê pʼara yêd aha ye.

17 Ez werʼa rʼast dibêjim, kʼî Pʼadşatîya Xwedê mîna zarʼokekê qebûl neke, ew tʼu car nakʼeve nava wê».


Serwêrekî cihûyayî dewletî li jîyîna hʼeta-hʼetayê digerʼe
( Metta 19:16-30 ; Marqos 10:17-31 )

18 Serwêrekî ji Wî pirsî û got: «Dersdarê qenc, ez çi bikim, wekî jîyîna hʼeta-hʼetayê war bim?»

19 Îsa wîrʼa got: «Tu çima Minrʼa dibêjî qenc? Qenc tʼenê Xwedê ye, pêştirî Wî kesekî din tʼune.

20 Tu tʼemîya zanî: ‹Zinêkʼarîyê neke, nekuje, nedize, şeʼdetîya derew nede, qedirê dê û bavê xwe bigire›».

21 Ewî jî got: «Ev hʼemû jî min ji cahiltîya xweda xwey kirine».

22 Gava Îsa ev yek bihîst, wîrʼa got: «Tiştekî te hê kêm e, her tiştê xwe bifiroşe, belayî feqîra ke, hingê xizna te wê li eʼzmana hebe. Û pey Min were».

23 Gava ewî ev yek bihîst, eşqa wî şkest, çimkî gelekî dewletî bû.

24 Îsa dît ku beşera wî nexweş e, got: «Çiqasî zeʼmet e bona yêd xweyîhebûk ku bikʼevine Pʼadşatîya Xwedê.

25 Deve wê qula derzîyêrʼa hê rʼihʼet derbaz be, ne ku dewletî bikʼeve Pʼadşatîya Xwedê».

26 Ewêd ku dibihîstin, gotin: «Îdî kʼî dikare xilaz be?»

27 Û Îsa got: «Ew tiştê ku ji destê mêriv nayê, Xwedê dikare bike».

28 Petrûs got: «Awa me her tiştêd xwe hiştine û pey Te hatine».

29 Ewî wanrʼa got: «Ez rʼast werʼa dibêjim, her kesê ku bona Pʼadşatîya Xwedê mal, yan jin û zarʼ, yan xûşk û bira, yan dê û bav hiştibe,

30 wê vê dinê hê zêde bistîne û dinya dinda jî jîyîna hʼeta-hʼetayê».


Îsa cara sisîya derheqa mirina xweda dibêje
( Metta 20:17-19 ; Marqos 10:32-34 )

31 Ewî her donzdeh dane alîkî û wanrʼa got: «Bibihên! Em hevraz diçine Orşelîmê û hʼemû tiştêd ku bi destê pʼêxembera bona Kurʼê Mêriv hatine nivîsarê, wê bêne sêrî.

32 Ewê bikʼeve destê necihûya, wê qerfê xwe lê bikin, bêhurmet kin, tʼûkinê,

33 bidine ber qamçîya, Wî bikujin. Û rʼoja sisîya wê ji mirinê rʼabe».

34 Şagirta tʼu tişt ji van xebera feʼm nekirin. Ev yek ji wan veşartî bû û ev gotin serê wanda rʼûnedinişt.


Îsa pʼarskirekî kor bajarê Erîhayêda qenc dike
( Metta 20:29-34 ; Marqos 10:46-52 )

35 Gava Ew nêzîkî Erîhayê bû, yekî kor li ser rʼê rʼûniştî pʼars dikir.

36 Û gava bihîst ku eʼlalet ber wîrʼa derbaz dibe, pirsî: «Ev çi hʼewal e?»

37 Wîrʼa gotin: «Îsayê Nisretê derbaz dibe».

38 Hingê ewî kire qîrʼîn û got: «Îsa, Kurʼê Dawid, li min were rʼeʼmê!»

39 Û yê ku pêşîyê diçûn, li wî hilatin, ku dengê xwe bibirʼe, lê ewî hê dikire qîrʼîn: «Kurʼê Dawid, li min were rʼeʼmê!»

40 Îsa cîda sekinî û eʼmir kir, ku ewî bînine cem Wî. Û gava kor nêzîkî Wî bû, ji wî pirsî û got:

41 «Tu çi ji Min dixwazî ku Ez bona te bikim?» Ewî got: «Xudan, dixwazim çʼeʼvêd min bibînin».

42 Û Îsa wîrʼa got: «Bira bibînin, bawerîya te tu qenc kirî!»

43 Û destxweda çʼeʼvêd wî dîtin, da pey Îsa çû û şikirî dida Xwedê. Tʼemamîya wê cimeʼtê ku ev yek dît, pesinê Xwedê didan.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan