Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Lûqa 13 - Peymana Nû (Încîl)


Ji gunekirinê vegerʼin, ku unda nebin

1 Wî çaxî hinek hatin bona wan celîlîya Îsarʼa gotin, xûna kʼîjana Pîlato tʼevî xûna qurbanêd wan kiribû.

2 Îsa li wan vegerʼand û got: «We tʼirê ew celîlîyêd ku ev yek hate serê wan, ji hʼemû celîlîyêd mayîn gunekʼartir bûn?

3 Ez werʼa dibêjim, na! Lê belê heger hûn ji gunekirinê venegerʼin, hûn hʼemûyê jî rʼoja wanda herʼin.

4 Yan jî ew hʼîjdeh merivêd ku kela Sîlwamê ser wanda kʼet mirin, we tʼirê ewana ji hʼemû binelîyêd Orşelîmê gunekʼartir bûn?

5 Na! Ez werʼa dibêjim, heger hûn ji gunekirinê venegerʼin, hûn hʼemûyê jî rʼoja wanda herʼin».


Mesela dara hêjîrêye bê ber

6 Ewî eva mesela jî got: «Merivek hebû, nava rʼezê tirîyê wîda dareke hêjîrêye nikandî hebû. Rʼojekê ew hat, ku ser wê ber bigerʼe, lê nedît.

7 Wî çaxî rʼezvanrʼa got: ‹Eva muxdarê sê sala ye ez têm, berê vê dara hêjîrê digerʼim, lê nabînim. Evê bibirʼe! Badîhewa çima cî girtîye?›

8 Rʼezvan lê vegerʼand û got: ‹Axa, îsal jî wê sebir ke. Ezê dora wê vedim û pʼeyn bikimê.

9 Heger saleke din ber bide, qenc e, lê heger nede, paşê bibirʼe›».


Rʼoja şemîyê qenckirina kʼulfeta qoncikî

10 Rʼojeke şemîyê Îsa kʼinîştekêda hîn dikir.

11 Li wir kʼulfeteke qoncikî hebû, ku hʼîjdeh salêd wê bû, rʼuhʼê nexweşîyê pêrʼa bû. Ewê qet nikaribû xwe rʼast kira.

12 Gava Îsa ew dît, gazî wê kir û gotê: «Eʼvdê! Tu ji nexweşîya xwe aza yî!»

13 Û Ewî destêd Xwe danîn ser wê, ew pêrʼa-pêrʼa rʼast bû û şikirî dida Xwedê.

14 Lê serwêrê kʼinîştê hêrs kʼet, ku Îsa rʼoja şemîyê nexweş qenc kir û eʼlaletêrʼa got: «Şeş rʼoj bona şixulkirinê hene, hûn nava wan rʼojada dikarin bên qenc bin, ne ku rʼoja şemîyê».

15 Xudan lê vegerʼand û gotê: «Durʼûno! Ji we kʼîjan rʼoja şemîyê gayê xwe yan kʼera xwe ji afirʼ venake û nabe ser avê?

16 Ne eva jî qîza Birahîm e, ku eva muxdarê hʼîjdeh salêd wê bûn, mîrêcin ew girêdabû. Ne lazim bû ku ew rʼoja şemîyê ji wê qeydê vebûya?»

17 Û gava ev yek got, hʼemûyêd ku miqabilî Wî bûn şermî man. Û tʼemamîya eʼlaletê bona wan kʼeremetêd Wîye rʼûmetî ku Wî dikirin şa dibû.


Du meselêd li ser Pʼadşatîya Xwedê
( Metta 13:31-33 ; Marqos 4:30-32 )

18 Peyrʼa Îsa got: «Pʼadşatîya Xwedê mîna çi ye? Û Ez wê himberî çi kim?

19 Ew mîna hʼebeke tʼoximê xerdalê ye, ku merivekî hilda baxçê xweda çand. Û gava ew mezin bû, bû dar, teyredêd eʼzmên hêlînêd xwe ser çʼiqilêd wê çêkirin».

20 Ewî dîsa got: «Ez Pʼadşatîya Xwedê himberî çi kim?

21 Ew mîna hevîrtirʼşk e, ku kʼulfetekê hilda nava sê kod arda stira, hʼeta ku hʼemû hilat».


Derê teng
( Metta 7:13-14 , 21-23 )

22 Îsa gund û bajararʼa derbaz dibû, hîn dikir û berbi Orşelîmê diçû.

23 Yekî Wîrʼa got: «Xudan, gelo hindik in, ewêd ku wê xilaz bin?» Ewî wanrʼa got:

24 «Biceʼdînin, ku hûn derê tengrʼa bikʼevine hindurʼ, çimkî Ez werʼa dibêjim, gelekê bixwazin bikʼevinê û wê nikaribin.

25 Û peyrʼa, ku xweyê malê rʼabe derî bigire, hingê hûnê derva bimînin û derî xin bêjin: ‹Em xulam, derî li me veke›. Ewê li we vegerʼîne û bêje: ‹Ez nizanim hûn ji kʼu ne›.

26 Hingê hûnê bêjin: ‹Me tʼevî Te xwar, vexwar û Te kʼûçêd meda hîn dikir›.

27 Lê Ewê bêje: ‹Ez werʼa dibêjim, Ez nizanim ku hûn ji kʼu ne. Ji Min dûr kʼevin, hûn hʼemûyêd ku neheqîyê dikin!›

28 Li wir wê bibe girî û çʼirke-çʼirka dirana, gava hûn Birahîm, Îshaq, Aqûb û hʼemû pʼêxembera Pʼadşatîya Xwedêda bibînin, xwe jî derva avîtî.

29 Û wê ji rʼohilat-rʼoavayê û bakur-başûrê bên, Pʼadşatîya Xwedêda ser sifrê rʼûnên.

30 Awa bizanibin ku hinekêd paş wê bibine pêş û hinekêd pêş wê bibine paş».


Îsa li ser Orşelîmê dilovîne
( Metta 23:37-39 )

31 Wê demê çend fêrisî hatin û Wîrʼa gotin: «Rʼabe ji vir herʼe, çimkî Hêrodes dixwaze Te bikuje».

32 Û Ewî wanrʼa got: «Herʼin wî rʼûvîyîrʼa bêjin: ‹Va Ez îro, sibê cina derdixim, nexweşa qenc dikim û rʼoja sisîya Ezê bigihîjime meremê Xwe›.

33 Lê gerekê Ez îro, sibê, dusibe rʼîya Xweda herʼim, çimkî nabe ku pʼêxemberek ji Orşelîmê der unda be.

34 Orşelîm! Orşelîm! Tu ku pʼêxembera dikujî û şandîyêd cem xwe didî ber kevira. Çend cara Min xwest ku zarʼêd te usa bicivanda, çawa mirîşk cûcûkêd xwe bin baskêd xweda dicivîne, lê te nexwest!

35 Va mala te wê xirabe bimîne. Ez werʼa dibêjim, îdî hûn Min tʼu car nabînin, hʼeta ku hûn bêjin: ‹Bimbarek e Ewê ku bi navê Xudan tê›».

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan