Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Lûqa 12 - Peymana Nû (Încîl)


Hînkirina derheqa durʼûtîyêda

1 Wî çaxî, gava bi hʼezara merî civîyan, usa ku ser hevrʼa derbaz dibûn, Ewî pêşîyê destpêkir şagirtêd Xwerʼa got: «Hʼevza xwe ji hevîrtirʼşkê fêrisîya bikin, Ez tînime ser durʼûtîya wan.

2 Tiştekî dizîva tʼune ku derneyê û ne jî veşartî ku kʼifş nebe.

3 We çi teʼrîyêda gotîye, ewê rʼonayêda bê bihîstinê û we çi li malê guhada xeber daye, ewê ser bana bibe dengî.


Bizanibin ku tirsa we ji kʼê hebe
( Metta 10:28-31 )

4 Ez we pismamêd Xwerʼa dibêjim, ji wana netirsin, yêd ku bedenê dikujin, ji wê pêştir tiştekî din nikarin bikin.

5 Lê Ezê werʼa bêjim, ku hûn ji kʼê bitirsin. Ji Wî bitirsin, Yê ku pey kuştinêrʼa jî hʼukumê Wî heye bavêje ceʼnimê. Belê, Ez werʼa dibêjim ji Wî bitirsin!

6 Ne pênc çʼivîk bi du diravêd çarqurʼûşê têne firotanê? Lê Xwedê ji wan yekî jî bîr nake.

7 Usa jî her tʼêlekî pʼorʼêd serê we jimartî ye. Netirsin, hûn ji gelek çʼivîka qîmettir in.


Îqrar û înkʼarkirina Îsa
( Metta 10:32-33 ; 12:32 ; 10:19-20 )

8 Ez werʼa dibêjim, kʼî ku ber meriva Min îqrar ke, Kurʼê Mêriv jî wê wî ber milyakʼetêd Xwedê îqrar ke.

9 Û kʼî ku Min ber meriva înkʼar ke, ewê jî ber milyakʼetêd Xwedê bê înkʼarkirinê.

10 Û kʼî ku tiştekî miqabilî Kurʼê Mêriv bêje, wê bê baxşandinê. Lê kʼî ku gotineke xirab miqabilî Rʼuhʼê Pîroz bêje, li wî nayê baxşandinê.

11 Û gava we bibine kʼinîşta yan ber hʼakim yan serwêrêd hʼukumetê, hûn xem nekin ku hûnê çawa caba xwe bidin yan çi bêjin.

12 Çimkî Rʼuhʼê Pîroz ewê demê wê we hîn ke, çi lazim e ku hûn bêjin».


Dewletîyê bêfeʼm

13 Ji nava eʼlaletê yekî Wîrʼa got: «Dersdar, bêje birê min, bira mîratʼa bavê min minrʼa pʼareveke».

14 Ewî wîrʼa got: «Heval, kʼê Ez ser we hʼakim yan jî pʼarkir kʼifş kirime?»

15 Û gote wan: «Haş ji xwe hebin û hʼevza xwe ji her cûrʼe timayê bikin, çimkî eʼmirê însên zêdebûna hebûka wîva girêdayî nîne».

16 Ewî meselek jî wanrʼa got: «Zevîya merivekî dewletî gelek ber da.

17 Û ewî dilê xweda got: ‹Ez çawa bikim? Cî jî tʼune ku deremeta xwe têkimê›.

18 Û got: ‹Ezê aha bikim, eʼmbarêd xwe hilşînim û hê yêd mezin çêkim, hʼemû deremet û hebûka xwe jî bikime wir.

19 Û xwexa xwerʼa bêjim: Eʼvdo! Te bona xwe tʼêra gelek sala, gelek hebûk daye ser hev, rʼûnê bixwe, vexwe û şa be›.

20 Lê Xwedê gote wî: ‹Bêfeʼmo! Îşev rʼuhʼê teyê ji te bê standinê. Ev hebûka te berev kirîye wê kʼêrʼa bimîne?›

21 Usa jî wê bê serê her kesî, yê ku bona xwe xiznê tʼop dike û pê Xwedê dewletî nabe».


Hînkirina derheqa xemkirinêda
( Metta 6:25-34 )

22 Hingê Ewî şagirtêd Xwerʼa got: «Lema Ez werʼa dibêjim, bona eʼmirê xwe xema nekin, ku hûnê çi bixwin, ne jî bona bedena xwe, ku hûnê çi li xwe kin.

23 Çimkî eʼmir ji xwarinê qîmettir e û beden jî ji kʼinca.

24 Dîna xwe bidine qarʼqarʼa, ne dirʼeşînin, ne didirûn û ne jî eʼmbar yan kʼîlerêd wan hene, lê Xwedê rʼisqê wan digihîne. Hûn çiqasî ji teyreda qîmettir in!

25 Îdî ji we kʼî dikare bi xemêd xwe deqekê ser eʼmirê xweda zêde ke?

26 Heger hûn wî tiştê herî biçʼûk nikarin bikin, îdî çima bona tiştêd mayîn xem dikin?

27 Dîna xwe bidine sosina, çawa şîn dibin, ne dixebitin û ne dirʼêsin. Ez werʼa dibêjim, ku Silêman jî nava tʼemamîya wê xêr-xizna xweda mîna ji wan yekê xwe nekir.

28 Heger gîhayê çolê, ku îro heye û sibê davêjine nava êgir, Xwedê usa dixemilîne, lê çiqas zêde wê li we ke, kêmbawerno?

29 Li van tişta negerʼin, ku hûnê çi bixwin yan çi vexwin. Ber xwe nekʼevin.

30 Çimkî pʼûtpʼaristêd dinyayê li pey wan hʼemû tişta dikʼevin, lê Bavê we zane ku hûn hʼewcê wan tişta ne.

31 Lê ber wêva hûn li Pʼadşatîya Wî bigerʼin û ewê werʼa bêne dayînê.


Xizna eʼzmana
( Metta 6:19-21 )

32 Netirse, kerîyê pêzî biçʼûk! Çimkî li Bavê we xweş hat, ku pʼadşatîyê bide we.

33 Hebûka xwe bifiroşin û xwerʼa xêra bikin. Xwerʼa kʼîsikê ku narʼize û xizna eʼzmanaye ku kêm nabe qazinc kin. Li wê derê ne dizê nêzîk bê û ne jî wê bizûzê bixwe.

34 Çimkî xizna we kʼîderê be, dilê weyê jî li wê derê be.


Xulamê hʼişyar
( Metta 24:45-51 )

35 Bira pişta we girêdayî û çʼirêd we vêxistî bin.

36 Hûn mîna wan meriva bin, yêd ku hîvîya axayê xwe ne, ku ewê kʼengê ji deʼwatê vegerʼe, ku çaxê bê dêrî xe, pêrʼa-pêrʼa rʼabin dêrî vekin.

37 Xwezî li wan xulama, ku çaxê axayê wan bê, wan hʼişyar bibîne. Ez rʼast werʼa dibêjim, ewê pişta xwe girêde, wan ser sifrê bide rʼûniştandinê û berdestîyê wanrʼa bike.

38 Û heger axayê wan nîvê şevê yan jî berbanga sibehê bê û wan usa bibîne, ew xulamana xwezilî ne.

39 Lê hûn vê yekê bizanibin, heger xweyê malê bizanibûya ku dizê kʼîjan sihʼetê bihata, wê nehişta ku mala wî derevekira.

40 Awa hûn jî hazir bin, çimkî ew sihʼeta ku dilê werʼa derbaz nabe, Kurʼê Mêriv wê bê».


Xulamê amin û xulamê bêamin

41 Petrûs got: «Xudan, eva mesela te tʼenê bona me got yan bona hʼemûya?»

42 Xudan got: «Kʼî ye ew wekʼîlxercê amin û serwaxt, ku axayê wî, wê wî ser xulamêd xwe serwêr kʼifş ke, ku wextda xwarina wan bide wan.

43 Xwezî li wî xulamî, ku çaxê axayê wî bê, ewî usa bibîne.

44 Ez rʼast werʼa dibêjim, ewê wî bike serwêrê tʼemamîya hebûka xwe.

45 Lê heger ew xulam dilê xweda bêje: ‹Axayê min hatina xwe derengî dêxe› û destpêke li xulam û carîya xe, bixwe, vexwe û serxweş be,

46 axayê wî xulamî wê rʼojeke usa bê, ku ew ne hîvîyê ye û sihʼeteke usa, ku ew nizane. Wê wî qet-qetî ke û pʼara wî tʼevî pʼara bêamina ke.

47 Û ew xulamê ku xwestina axayê xwe zane û kʼarê xwe nake, ne jî li gora xwestina wî dike, wê gelekî bê kʼutanê.

48 Lê ewê ku ji nezanîya xwe tiştekî hêjayî kʼutanê dike, wê hindikî bê kʼutanê. Kʼêrʼa gelek hatîye dayînê, gelek jî wê jê bê xwestinê û kʼêrʼa gelek hatîye spartinê, cabdarîya wî jî wê gelek be.


Îsa dibe sebebê cudebûnê
( Metta 10:34-36 )

49 Ez hatim, wekî êgir bavêjime ser dinê û Min çawa dixwest wekî îdî alav bida.

50 Lê nixumandineke Min heye, ku Ez gerekê pê bême nixumandinê û dilê Min qet ne rʼihʼet e hʼeta ku ew bê sêrî.

51 We tʼirê Ez hatim eʼdilayîyê bidime dinê? Ez werʼa dibêjim na, lê bona cudebûnê.

52 Ji vir şûnda malekêda pênc merivê ji hev cude bin, sisê wê miqabilî duda bin, dudu miqabilî sisîya.

53 Bavê rʼabe miqabilî kurʼ, kurʼ jî bavê, dê qîzê, qîz jî dê, xwesî bûkê û bûk jî xwesîyê».


Nîşanêd zemên
( Metta 16:2-3 ; 5:25-26 )

54 Û Ewî eʼlaletêrʼa jî got: «Çaxê ji rʼoavayê eʼwr dertê, hûn destxweda dibêjin: ‹Baranê bibare› û usa jî dibe.

55 Û gava bayê başûrê tê, hûn dibêjin: ‹Hewayê germ be› û usa dibe.

56 Durʼûno! Hûn rʼûyê eʼzmên eʼnene dikin hewayê çawa be, lê çawa vî zemanî eʼnene nakin?

57 Hûn çima xwexa nadine li ber hʼesaba, ku kʼîjan e rʼast?

58 Çaxê neyarê te te kʼaşî cem hʼakim dike, usa bike, ku rʼêva tʼevî wî li hev bêyî. Nebe ew te bide destê hʼakim, hʼakim jî te bide destê seresker û ew jî te bavêje kelê.

59 Ez terʼa dibêjim, tu ji wir tʼu car dernakʼevî hʼeta polê paşin nedî».

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan