Korîntî II, 9 - Peymana Nû (Încîl)1 Derheqa kʼomekdayîna cimeʼta Xwedêda ev tiştekî zêde ye, ku ez werʼa binivîsim. 2 Çimkî ez wê rʼezedilîya we zanim û nava mekedonîyada pê we firʼnaq dibim dibêjim, ku we bawermendêd qeza Axayayê hê sala parva kʼarê xwe kʼomekdayînê kirîye û ev xîretkʼêşîya we, gelek ji nav wanda leqandine. 3 Û ez jî wan birayêd xwe dişînim, wekî firʼnaqîya mine hindava weda, wê yekêda betal derneyê, lê hûn usa hazir bin, çawa min wanrʼa gotîye, 4 ku nebe heger mekedonî tʼevî min bên û bibînin hûn ne hazir in, em şermî bin (naxwazim bêjim hûn jî) wê gumanêda, ya ku em weda guman bûn. 5 Lema jî min rʼê têrʼa dît, hîvî ji bira kir, ku berî min bêne cem we û tʼivdarekê wê pʼêşkʼêşa gumre, ya ku we soz dabû bibînin. Hingê ewê bi rʼezedilîyê hazir be, ne ku bi destê zorê. Gumredayîn û berêd wê 6 Vê yekê bîr nekin: Yê dest dide ber çandinê, wê hindikî jî bidirû, lê yê dest nade ber çandinê, wê gumre jî bidirû. 7 Dilê her kesîrʼa çiqas derbaz dibe, bira haqasî jî bide, ne ku bide lê dilê wî pey be yan bi borcdarîyê be, çimkî Xwedê yê bi dil û eşq dide hʼiz dike. 8 Xwedê dikare hʼemû alîyava ser weda bibarîne, wekî her alîyada her gav hʼemû tiştêd weye kêrhatî hebin û zêde be jî bona her kirinêd qenc. 9 Çawa nivîsar e: «Wî gumre da belengaza, qencîkirina Wî hʼeta-hʼetayê dimîne». 10 Ewê ku tʼoxim dide tʼoximrʼeş û nan jî bona xwarinê, wê tʼoxim pʼêşkʼêşî we ke û zêde ke, berêd qencîkirina we jî bigihîne. 11 Hûnê her tiştîva dewletî bin, wekî her alîyava merʼd bin û ew qencîyêd hûn bi destê me dikin, bibine meʼnî ku şikirîyê bidine Xwedê. 12 Û gava hûn vî qulixî dikin, ne ku tʼenê kêmasîya cimeʼta Xwedê tʼijî dikin, lê ev yek dike ku Xwedêrʼa hê şikirdayîn zêde be. 13 Ev kirina we rʼastîya bawerîya we îzbat dike, bi vî awayî şikirîya xwe Xwedê tînin bona guhdarîkirina Mizgînîya Mesîhe ku hûn îqrar dikin û bona wê merʼdanîya we, ku hûn alîkʼarîya wan û hʼemûya dikin. 14 Û ewê bona we dua bikin, hʼeyra weda bin, bona wê kʼerema Xwedêye ser kʼerema, ya ku werʼa hatîye dayînê. 15 Şikir ji Xwedê bona wê dayîna wîye ku nayê gotin! |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia