Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Korîntî II, 8 - Peymana Nû (Încîl)


Merʼdanîya bawermenda

1 Îjar xûşk-birano, em wê kʼerema Xwedê weva didine hʼesandinê, ya ku civînêd Mekedonyayêrʼa hatîye dayînê.

2 Nava wê hêsîrî-belengazîya ku pê hatine cêrʼibandinê û nava kʼesîbîya xweye giranda jî, şabûna wan hê zêde bû û hê xwe dane merʼdanîyê.

3 Ez şeʼde me, ku wana weke qewata xwe û ji qewata xwe zêdetir jî bi rʼezedilî didan,

4 gelekî hîvî jî dikirin, ku em qedirê wan bigirin, bihêlin ku ew tʼevî vê kʼomekdayîna bona cimeʼta Xwedê bin.

5 Û ne haqas çiqas ku gumana me hebû, lê canîya xwe pêva pêşîyê dane Xudan û paşê me, bi eʼmirê Xwedê.

6 Îdî hingê me ji Tîto hîvî kir, ku ew wî şixulê qencî ku nava weda destpêkir, xilaz ke jî.

7 Çawa hûn her tiştîda tʼêre-tʼijî ne, bawerîyê, xeberdanê, zanebûnê, tʼemamîya xîretêda û wê hʼizkirina xweye hindava meda, usa jî vî şixulê qencda tʼêr-tʼijî bin.

8 Ez vê xeberdanêda eʼmirî ser we nakim, lê wekî hûn çʼeʼv bidine xîreta hinekêd din bona kʼomekdayînê, dixwazim we bicêrʼibînim, kʼa hûn hʼizkirinêda çiqas şîrhʼelal in.

9 Çimkî hûn kʼerema Xudanê me Îsa Mesîh zanin: Rʼast e Ew yekî dewletî bû, lê bona we kʼesîb bû, wekî hûn bi kʼesîbbûna Wî dewletî bin.

10 Ez vê yekêda fikira xwe werʼa dibêjim: Ev yek bona kʼara we ye, çimkî hê sala parva ne ku tʼenê we pêşîyê destpêkir wê yekê bikin, lê usa jî hûn pêşîyê wê yekêrʼa rʼazî bûn.

11 De îjar vê kirina xwe bînine sêrî, wekî rʼezedilîya xweda çiqas xîret dikin, haqas jî bînine sêrî, weke qewata xwe.

12 Çimkî heger hûn bi rʼezedilî kʼomekê bidin, ew weke wê yekê qebûl e, çiqas destê kʼêva tê, lê ne weke wê yekê, ku dêstda tʼune.

13 Ez ne ku firêqetîya hineka dixwazim û tengasîya we, lê wekî her tişt weke hev be.

14 Niha zêdeya we dikare kêmasîya wan tʼijî ke û rʼojekê jî zêdeya wanê kêmasîya we tʼijî ke. Bi vî awayî wê weke hev derê,

15 çawa nivîsar e: «Kʼê gelek tʼop kir, zêde nebû û kʼê hindik tʼop kir, kêm nebû».


Tîto û hevalêd xweva

16 Şikir ji Xwedê ku ew xîret da Tîto jî, ku alî we bike.

17 Ew ne ku tʼenê hîvîkirina merʼa rʼazî bû, lê xîreta wî jî qebûl nekir, xwest bi rʼezedilî bê cem we.

18 Tʼevî wî em wî birayî dişînin, yê ku hʼemû civînada bona Mizgînîdayînê pesinê wî didin

19 û ne ku tʼenê haqas, lê usa jî ji alîyê civînada hate bijartinê, ku bibe hevalê wê rʼêwîtîya ku em kʼomekdayînêrʼa qulix dikin, bona rʼûmeta Xudan û wekî em dilxwestina xwe jî vê yekêda bidine kʼifşê.

20 Em hʼevza xwe ji vê yekê jî dikin, ku nebe yek vî qulixê meyî merʼddayînêda me lomekʼar ke.

21 Çimkî em dikin rʼast derên, ne ku tʼenê li ber Xudan, lê li ber meriva jî.

22 Em tʼevî wan her du bira, birakî xweyî din jî dişînin, yê ku me gelek tiştîda ew cêrʼibandîye û tʼimê jî xîretkʼêş dîtîye û niha jî hê xîretkʼêş e hindava weda, çimkî ew gelekî weda guman e.

23 Heger pirs bê ser Tîto, ew heval û xebatkʼarê tʼevî min e bona we. Lê heger bê ser wan her du birayêd me, ewana ji alîyê civînêda şandî ne, bona rʼûmeta Mesîh dixebitin.

24 Awa hʼizkirina xwe û ew pesinê ku me bona we daye, wanrʼa bidine îzbatkirinê, wekî hʼemû civîn wê yekê bibînin.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan