Korîntî II, 7 - Peymana Nû (Încîl)1 Em ku xweyê van soza ne delalno, de em xwe ji hʼemû kʼirêtîya qalib û rʼuhʼê xwe paqij kin û bi xofa Xwedê lap buhurtî-jibare bin. Şabûna Pawlos 2 Me dilê xweda cî kin! Me neheqî tʼu kesî nekirîye, zîyan nedaye tʼu kesî û kesek kʼara xwerʼa nedaye xebatê. 3 Ez vê yekê nabêjim ku we neheq kim, lê çawa min pêşda gotîye, hûn dilê meda ne, heger em bimirin yan bijîn em tʼevî we ne. 4 Ez gelekî weda guman im, gelekî pê we firʼnaq dibim! Nava hʼemû teʼlî-tengîyêd meda berdilîya we ji serê min zêdetir e û şabûnêda kʼim-kʼimî me. 5 Belê gava em gihîştine Mekedonyayê, me qet rʼihʼetî nedît, lê me hʼemû alîyava teʼlî-tengî kʼişandin, dor-bera şerʼ-deʼw bûn, dilada jî xem û derd bûn. 6 Lê Xwedêyê ku ber dilê şkestîyada tê, bi hatina Tîto dil da ber me 7 û ne ku tʼenê pê hatina wî, lê bi wê yekê jî, ku çawa we dil dabû ber wî. Ewî merʼa gilî kir, ku hûn çiqasî demana minda ne, şîn û girî ne û xîreta min dikʼişînin. Bi vê yekê dilê min hê şabûn kʼetê. 8 Belê heger min pê wê neʼmê dilê we êşand, ez ne pʼoşman im. Rʼast e ez pʼoşman bûm, gava min dît ku wê neʼmê hinek wext dilê we êşand. 9 Lê niha ez şa me, ne ku bona wê yekê ku hûn ber xwe kʼetine, lê çimkî hûn bona tʼobekirinê ber xwe kʼetin. Hûn li gora xwestina Xwedê ber xwe kʼetin, usa ku we tʼu zîyan ji me nedît. 10 Berxwekʼetina li gora xwestina Xwedê mêriv berbi tʼobeyîyê dibe ku xilaz ke û pʼoşmanî têda tʼune, lê berxwekʼetina ji vê dinyayê berbi mirinê dibe. 11 De dîna xwe bidine wê berxwekʼetina li gora xwestina Xwedê ku çiqas kʼar da we: We çawa ceʼdand bi rʼûspîtî caba xwe da! Çi hêrs, çi xof, çi hʼizret, çi xîret, çi cezadayîna bona neheqîyê! We hʼemû alîyava xwe da kʼifşê, ku hûn van yekada ser nixta hʼelal in. 12 Awa ew neʼma ku min werʼa nivîsî, ne bona wî bû, yê ku neheqî kir û ne bona yê hate neheqkirinê, lê belê wekî ew demana weye hindava meda li ber Xwedê eʼyan be. 13 Bona vê yekê dil hate ber me. Pêştirî wê berdilhatinêda, hê gelekî dil hate ber me bona şabûna Tîto, çimkî we hʼemûya dilê wî rʼihʼet kiribû. 14 Li ber wî ez pê we firʼnaq bûm û ez rʼûrʼeş dernekʼetim. Lê çawa her tiştê ku me werʼa got rʼast bû, usa jî ew firʼnaqîya meye ber Tîto rʼast derkʼet. 15 Û dilê wî hê ser we germ bûye, gava bona guhdarîya we hʼemûya bîr tîne, ku we çawa bi xof û tirs ew qebûl kirîye. 16 Ez şa me, ku her tiştîda weda guman im. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia