Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Korîntî II, 6 - Peymana Nû (Încîl)

1 Em jî çawa heval-xebatêd Xwedê îdî hîvî ji we dikin, yêd ku kʼerema Xwedê standine, nehêlin ku ew kʼerem bêfeyde be.

2 Çimkî Xwedê dibêje: «Dema rʼeʼm-kʼeremê Min dengê te bihîst û rʼoja xilazbûnêda hatime hewara te». Va niha ye dema rʼeʼm-kʼeremê! Va niha ye rʼoja xilazbûnê!

3 Em dikin tʼu tiştîda nebine bayîsê kʼetina tʼu kesî, wekî qulixê me neyê lomekʼarkirinê.

4 Lê her tiştîda em xwe bi sebira xweye mezin didine kʼifşê, çawa qulixkʼarêd Xwedê: Teʼlî-tengîyada, hêsîrî-belengazîya û derd-kulada,

5 lêdanada, kelada û her alîyava hʼicûmkirî, kʼesirî, bêxew, birʼçî,

6 bi nixta hʼelal, bi zanebûnê, bi dilê fire, bi şîrinayîyê, bi Rʼuhʼê Pîroz û bi hʼizkirina bêhʼilekʼarî,

7 bi gotina rʼastîyê û qewata Xwedê. Em bi destê çʼep û rʼastê jî rʼasthʼesabûnêva sîlihʼkirî ne,

8 hurmetê û bêhurmetîyêda, qedir û rʼezîlîyêda. Me hʼesab dikin çawa yêd derewîn, lê em ser rʼastîyê ne,

9 me hʼesab dikin çawa yêd nenas, lê yêd bi nav û deng in, çawa yêd mirî, lê va ye eme sax in, çawa ceza standî, lê nekuştî ne,

10 em çawa yêd zelûlîyêda ne, lê em her tʼim şa ne, çawa yêd belengaz, lê em geleka dewletî dikin, çawa kʼifş dibe yanê tiştekî me tʼune, lê her tiştêd me hene.

11 Me vekirî werʼa xeber daye gelî korintʼîya, dilê me jî hindava weda fire ye.

12 Hûn ji alîyê meda bînteng nabin, lê hûn bîna xwe li xwe teng dikin.

13 Ez çawa tʼevî zarʼêd xwe xeber didim, hûn jî weke wê yekê li me vegerʼînin û dilê xwe merʼa vekin.


Pʼûtpʼaristîyêva girêdayî nîbin

14 Tʼevî nebawera nekʼevine binê nîrekî. Çi kʼarê heqîyê tʼevî neheqîyê heye? Yan çi heleqetîya rʼonayê tʼevî teʼrîyê?

15 Û çi tʼifaqîya Mesîh tʼevî cin heye? Yan çi pʼar nava bawermenda û nebawerada heye?

16 Yan jî çi hevaltîya pʼaristgeha Xwedê tʼevî ya pʼûta heye? Çimkî em pʼaristgeha Xwedêyê sax in! Çawa Xwedê got: «Ezê nava wanda bimînim, nava wanda bimeşim, Xwedêyê wan bim û ewê jî cimeʼta Min bin».

17 Bona vê yekê «Xudan dibêje: De rʼabin ji nava wan derên, cude bin. Li tiştêd hʼeram nekʼevin, û Ezê we qebûl kim,

18 Bavê we bim, hûnê jî kurʼ û qîzêd Min bin, Xudanê Hʼemû Zorayîyê dibêje».

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan