Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Korîntî II, 5 - Peymana Nû (Încîl)

1 Çimkî em zanin, heger qalibê meyî axîn mîna konê firarî xirab be, maleke meye hʼeta-hʼetayê li eʼzmana heye, ya ku bê dest ji Xwedêda çêkirî ye.

2 Û belê em vî konîda dineʼlin, hʼeyra wê yekêda ne, ku mala xweye eʼzmanî li xwe wergirin,

3 wekî, gava em wê xwe wergirin, bê sitʼar kʼifş nebin.

4 Belê hʼeta ku em vî konîda dimînin, bin barê giranda dineʼlin, ne ku em dixwazin vî ji xwe bêxin, lê ya eʼzmanî ser xwe wergirin, wekî yê xweyîmirin wê jîyînêda betavebe here.

5 Xwedê Xwexa em vê yekêrʼa hazir kirine û Rʼuhʼê Xwe çawa bihê ji ber sozê Xweva da me.

6 Awa em her gav vê yekêda eʼseyî guman in. Em zanin hʼeta em vî qalibîda dimînin ji Xudan dûr in,

7 çimkî em bi bawerîyê dijîn, ne ku bi dîtina çʼeʼva.

8 Û gumana meye eʼseyî heye û hê dixwazin ji vî qalibî derên li cem Xudan bihêwirin.

9 Bona vê yekê em diceʼdînin, ku heger em bimînin yan derên, tʼenê li Wî xweş bên.

10 Çimkî gerekê em hʼemû jî li ber dîwana Mesîh bisekinin, wekî her kes weke wan eʼmelêd qalibê xweda kirî bistîne, çi ku kiribe, qencî yan xirabî.


Qulixê şandîtîyê bona lihevanîna tʼevî Xwedê

11 Awa em ku haş ji xofa Xudan hene, dikin ku meriva bînine rʼayê. Û em Xwedêva jî eʼyan in, guman heye, ku em îsafa weva jî eʼyan in.

12 Ne ku em ber we dîsa pesinê xwe didin, lê mecalê didine we, ku hûn bi me bifirʼin, wekî tiştekî weyî gotinê wanrʼa hebe, yêd ku bi dîtina çʼeʼva difirʼin, ne ku bi ya dilada.

13 Heger me hʼişê xwe unda kirîye, ew bona Xwedê ye, lê heger em ser hʼişê xwe ne, ew bona we ye.

14 Hʼizkirina Mesîhe hindava meda pʼêyî ser me dike, çimkî em feʼm dikin, ku yek bona hʼemûya mirîye, ku usa ye hʼemû jî mirine.

15 Mesîh bona hʼemûya mir, wekî ewêd sax bona xwe sax nîbin, lê bona Wî, Yê ku bona wan mir û ji mirinê rʼabû.

16 Çi li me dikʼeve, em îdî niha kesekî bi tiherê merivayî nanihêrʼin. Rʼast e wextekê me bi tiherê merivayî Mesîh nihêrʼî, lê niha îdî em usa nanihêrʼin.

17 Awa heger yek yektîya Mesîhda ye, ew eʼfirînekî nû ye, tiştêd kevin derbaz bûn çûn û va yêd nû hatin.

18 Ev her tişt ji Xwedêda ne, ku em bi Mesîh tʼevî Xwe li hev anîn û qulixê lihevanînê da me.

19 Awa gotî Xwedê bi Mesîh dinya tʼevî Xwe li hev anî, neheqîyêd wan wanrʼa neheqî hʼesab nekirin û gotina lihevanînê sparte me.

20 Awa em ji alîyê Mesîhda qasidîyê dikin, çawa ku Xwedê bi me hîvî ji we dike: Em alîyê Mesîhda rʼeca ji we dikin, tʼevî Xwedê li hev werin!

21 Ewî ku heleqetîya Wî tʼevî guna tʼunebû, Xwedê Ew bona me kire heval-pʼarê guna, wekî em yektîya Wîda bibine heval-pʼarêd rʼastîya Xwedê.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan