Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Korîntî II, 4 - Peymana Nû (Încîl)


Xizna rʼuhʼanîye derdanêd hʼerʼîda

1 Bona vê yekê em ji vî qulixî venakʼişin, ya ku me bi rʼeʼma Xwedê standîye.

2 Lê belê em ji tiştêd eʼybe dizîva dûr in û fêlbazîya nakin, xebera Xwedêda qelpîyê nakin. Lê serda em rʼastîyê eʼyan dikin û bi vî awayî xwe dîyarî îsafa her merivî dikin li ber Xwedê.

3 Lê heger ev Mizgînîya ku em didin veşartî ye jî, ew li ber undabûyîya veşartî ye.

4 Mîrê vê dinyayêyî neheq şeverʼeşa kora anîye ser feʼmê nebawera, wekî rʼonaya Mizgînîya rʼûmeta Mesîh nede ser wan, Yê ku sûretê Xwedê ye.

5 Em ne ku xwe dannasîn dikin, lê Îsa Mesîh çawa Xudan û xwe jî çawa xulamêd we, bona Îsa.

6 Wî Xwedêyê ku got: «Bira ji teʼrîyê rʼonayî derê», Wî xwexa dilê meda şewq da, wekî em rʼûmeta Xwedê nas kin, bi wê şewqa ku ji rʼûyê Mesîh dertê.

7 Lê ev xizne nava me derdanêd hʼerʼîda heye, wekî bê kʼifşê ku zorayîya qewatê ji Xwedê ye, ne ku ji me.

8 Em her alîyava teʼlî-tengîyada ne, lê nav dest-pʼîyê tengasîyada naçin, derecê bêgumanda ne, lê bêguman nînin,

9 xweyîneyar in, lê ne bêyar in, lêdayî-kʼetî ne, lê ne undabûyî ne.

10 Her gav em mirina Îsa bedenêd xweda dibin, wekî jîyîna Îsa jî bedena meda kʼifş be.

11 Çimkî eme ku sax in, bona Îsa mirinêrʼa têne dayînê, wekî jîyîna Îsa jî qalibê meyî mirîda kʼifş be.

12 Awa mirin nava meda ya xwe dike, lê jîyîn nava weda.

13 Çawa nivîsar e: «Min bawer kir, lema xeber da». Xût bi wî rʼuhʼê bawerîyê em jî bawer dikin û lema xeber didin.

14 Em zanin Ewê ku Xudan Îsa ji mirinê rʼakir, wê me jî tʼevî Îsa ji mirinê rʼake û me tʼevî we ber xwe bide sekinandinê.

15 Belê ev hʼemû bona we ye, ku gava kʼerem hê ser gelekada birʼije, şikirdarîya rʼûmeta Xwedê jî hê zêde be.

16 Lema em ji vê yekê venakʼişin. Belê em ji dervava dêris dibin diçin, lê dilda rʼoj bi rʼoj nûyejîyîn dibin.

17 Çimkî cefêd meye dem-deme sivik me dikine xweyîyê rʼûmeta girane hʼeta-hʼetayêye bê himber.

18 Awa em dîna xwe nadine tiştêd xuya dibin, lê yêd nexuya, çimkî tiştêd xuya bona wextekî ne, lê yêd nexuya hʼeta-hʼetayî ne.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan