Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Korîntî II, 3 - Peymana Nû (Încîl)


Qulixkʼarêd Peymana Nû

1 Gelo em dîsa vedigerʼin, xwexa pesinê xwe bidin? Yan mîna hineka merʼa lazim e em şeʼdeneʼma ser weda bişînin, yan ji we bistînin?

2 Ne hûn in şeʼdeneʼmêd me dilê meda nivîsar, alîyê her merivîda naskirî û xwendî?

3 Kʼifş e ku hûn neʼma Mesîh in bi xizmetkʼarîya me nivîsar, ne ku bi hʼubirê, lê bi Rʼuhʼê Xwedêyê sax, ne ku ser selêd kevirî, lê ser tʼextêd dilê xûn û goşt.

4 Em vê yekê Xwedêda guman in bi saya Mesîh.

5 Ne ku em ji xwe hʼesab dikin ku em layîqî vê kirinê ne, lê karîna me ji Xwedê ye.

6 Ewî ew karîn da me, wekî em bibine qulixkʼarêd peymana nû, ne ku yê nivîsarê, lê yê Rʼuhʼ, çimkî qanûna nivîsar dikuje, lê Rʼuhʼ dide jîyînê.

7 Awa heger ew qulixê ku ser kevira bi hʼerfa kʼolayî bû û axirîyê mirinê pêşda tîne haqas xweyîrʼûmet bû, wekî zarʼêd Îsraêl nikaribûn rʼûyê Mûsa binihêrʼîyana, ji dest wê şewqa rʼûyê wîyî ku dîsa wê derbaz bûya biçûya,

8 lê belê qulixê Rʼuhʼ wê hê çiqas xweyîrʼûmet be?

9 Çimkî heger ew qulixê ku axirîyê dîwan ser merivada danî, haqas xweyîrʼûmet bû, hê çiqas zêde wê xweyîrʼûmet be ew qulixê ku meriv pê bêsûc dibin.

10 Belê yê ku xweyîrʼûmet bû, ew bêrʼûmet derkʼet ji ber wê rʼûmeta ku ser wêrʼa bû.

11 Heger qulixê ku wê derbaz bibûya biçûya xweyîrʼûmet bû, îdî yê ku wê bimîne, hê çiqas xweyîrʼûmet e!

12 Awa em xweyê vê gumanê ne, lema xeberdana xweda mêrkʼîmî ne.

13 Em ne mîna Mûsa ne, çawa wî xêlî avîtibû ser rʼûyê xwe, wekî zarʼêd Îsraêl hʼeta xilazîyê ew rʼûmeta wê derbaz bûya nedîtana.

14 Belê ew sewdayê xweda feʼmekorî bûn û hʼeta îro jî gava peymana kevin dixûnin, xût ew xêlî ser feʼmê wan dimîne. Ew hingê tê hildanê, gava ew dibine pʼara Mesîh.

15 Belê hʼeta îro jî, gava Qanûna Mûsa dixûnin, xêlî ser feʼmê wan dimîne,

16 lê gava yek li Xudan vegerʼe, hingê «ew xêlî tê hildanê».

17 Û ew Xudan Rʼuhʼ e û Rʼuhʼê Xudan li kʼu derê be, li wê derê jî azayî heye.

18 Awa em hʼemû jî rʼûkî bêxêlîkirî mîna neynikê şewqa rʼûmeta Xudan vedigerʼînin û em bi derecêd rʼûmet bi rʼûmetê têne guhastinê, dibine xût ew sûretê Wî, ev yek bi alîkʼarîya Xudan e, ku xwexa Rʼuhʼ e.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan