Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Korîntî II, 13 - Peymana Nû (Încîl)


Tʼemî û silavêd axirîyê

1 Eva cara sisîya ye ezê ser weda bêm. Çawa nivîsar e: «Gerekê bi devê du yan sê şeʼda her tişt bê eʼseyîkirinê».

2 Min berê gotîye û niha jî dibêjim, çawa cara duda nava weda hazir bûm, niha jî dîsa dûrva wanrʼa dinivîsim, yêd ku pêşda gune kirine û usa jî hʼemûyarʼa: Gava dîsa bêm, îdî ez nadime xatirê tʼu kesî,

3 çimkî hûn kʼetine bin eʼnena, ku bizanibin, gelo Mesîh pê min xeber dide. Ew hindava weda ne sist e, lê nava weda qewat e.

4 Rʼast e Ew bi sistîyê hate xaçkirinê, lê bi qewata Xwedê sax e. Em yektîya Wîda sist dibin, lê bi qewata Xwedê hindava weda emê bijîn tʼevî Wî.

5 Hûn dilê xwe bicêrʼibînin, kʼa hûn nava bawerîyêda ne? Xwe eʼnene kin. Hûn feʼm nakin, ku Îsa Mesîh nava weda ye, tʼenê cêrʼibandinêda hûn pênebûyî nîbin?

6 Lê guman heye, ku hûnê feʼm bikin, ku em ne pênebûyî ne.

7 Lê em dua ji Xwedê dikin, ku hûn xirabîyê nekin, ne ku wekî em cêrʼibandinêda qenc kʼifş bin, lê wekî hûn qencîyê bikin, heger em pênebûyî jî kʼifş bin.

8 Çimkî em nikarin tiştekî li rʼastîyê bikin, lê tʼenê bona kʼara wê.

9 Em şa dibin, gava em sist dibin û hûn qewat dibin. Û em jî bona we dua dikin, wekî hûn tʼam bigihîjin.

10 Bona van yeka ez dûrva werʼa dinivîsim, ku nebe gava ez bêm, hindava weda hʼişkîyê bikim bi wî hʼukumê ku Xudan daye min, ya ku bona avakirinê ye, ne bona xirabkirinê.

11 Heyneser xûşk-birano, xweş bin! Ser xweda werin, dil bidine hevdu, ser nêtekê bin, li pey eʼdilayîyê bin û Xwedêyê hʼizkirinê û eʼdilayîyê wê tʼevî we be.

12 Silavê bidine hev bi rʼamûsana şîrê hʼelal. Tʼemamîya cimeʼta Xwedê li we silav dike.

13 Kʼerema Xudan Îsa Mesîh, hʼizkirina Xwedê û heleqetîya Rʼuhʼê Pîroz tʼevî we hʼemûya be.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan