Korîntî II, 12 - Peymana Nû (Încîl)Dîtin û eʼyantîyêd Pawlose eʼzmanî 1 Min dikʼeve ez pʼeya bidime xwe, lê rʼastî kʼara wê tʼune. Lê belê ezê niha derbazî ser wan dîtin û eʼyantîya bim, yêd ku Xudan nîşanî min dane. 2 Ez bawermendekî Mesîh nas dikim, çardeh sal pêşda, (nizanim qalibda bû, nizanim bê qalib bû, ew Xwedê zane), hʼeta eʼzmanê sisîya hate hilatinê. 3 Û ez zanim ku ev meriva, (qalibda bû, bê qalib bû, ez nizanim, wê yekê Xwedê zane), 4 hʼeta buhiştê hate hilatinê û tiştêd nayêne gotinê bihîstin ku ji mêriv nakʼeve bona wan tişta xeber de jî. 5 Ezê bona yê ha pʼeya bême xwe, lê bona xwe pʼeya nadime xwe, pêştirî ser hʼalê sistîyêd xwe. 6 Lê heger ez bixwazim jî pʼeyê xwe bidim, ev ne bêhʼişî ye, çimkî ez rʼastîyê dibêjim. Lê ez xwe digirim, ku nebe yek ser min tiştekî zêde bifikire, pêştirî tiştê ku ji min dibihê yan dibîne. 7 Û wekî nebe ez bona gelek eʼyantîyêd neberhʼişa kʼubar bim, belake mîna derzîkê qalibê minda minrʼa hate dayînê, milyakʼetekî ji mîrêcin, ku tʼepa bê min, wekî ez kʼubar nebim. 8 Bona vê yekê min sê cara hîvî ji Xudan kir, ku vê yekê ji min dûr xe, 9 lê Ewî minrʼa got: «Kʼerema Min besî te ye, çimkî qewata Min sistîyada mîyaser dibe». Awa ezê bi dilekî şa hʼalê sistîyêd xweda bifirʼim, wekî qewata Mesîh nava minda be. 10 Lema jî ez bona navê Mesîh sistîya, qara, hêsîrî-belengazîya, zêrandina û teʼlî-tengîya begem dikim, çimkî gava ez sist dibim, hingê qewat dibim. Xemêd Pawlos hindava korintʼîyada 11 Rʼastî min bêhʼişî kir ku pʼeyê xwe da, lê we pʼêyî ser min kir! Gerekê we pʼeyê min bida. Ez tʼu tiştîva ji wan şandîyêd weye eʼyan kêmtir nîme, lê ez xwexa jî ne tʼu tişt im. 12 Nîşanêd şandîtîya rʼast, awa gotî nîşan, kʼeremet û kirêd qewat, nava weda bi tʼemamîya sebirê hatine kirinê. 13 Min çi tiştîva qedirê we ji qedirê civînêd mayîn kêmtir girtîye, pêştirî wê yekê ku min giranî neda we? Bibaxşînine min vê neheqîyê! 14 Eva sê car e ez kʼarê xwe dikim, ku ser weda bêm. Û ez giranîyê nadime we. Çʼeʼvê min ne li hebûka we ye, lê li we ye! Çimkî ne ku gerekê zarʼ bona dê-bava bikin, lê dê-bav bona zarʼa. 15 Ezê bi dilekî şa, xwe jî û mal-hʼalê xwe jî bona we bidim. Heger ez hê gelekî we hʼiz bikim, gelo hûnê min hindikî hʼiz bikin? 16 Em ha hildin, ku min giranî nedaye we, lê bi ya hineka ezî hʼilekʼar bûme û bi fêlbazîya xwe hûn avîtine tʼeleka xwe. 17 Gelo min bi destê ewêd ku min ser weda şandin, hûn kʼara xwerʼa dane xebatê? 18 Min hîvî ji Tîto kir û ew bira tʼevî wî şand. Gelo Tîto hûn kʼara xwerʼa dane xebatê? Me bi rʼuhʼekî nedikir? Em rʼêkêda nediçûn? 19 Dibe ku hûn tʼemamîya vî wextîda difikirin, ku em dixwazin xwe li ber we rʼûspî kin? Na! Lê li ber Xwedê em yektîya Mesîhda xeber didin û her tiştî delalno, bona kʼara we dibêjin. 20 Ez ditirsim, gava ez bêm, tuwere we usa nebînim, çawa ez dixwazim û hûn jî min usa nebînin, çawa hûn dixwazin. Ditirsim ku hê nava weda şerʼ-deʼw hebin, hʼevsûdî, hêrskʼetin, hevrʼikʼî, xeyb, buxdan, kʼubar-babaxî û bêtʼerbetî. 21 Ditirsim, ku gava ez dîsa ser weda bêm, Xwedêyê min serê min li ber we berjêr ke û bona geleka şînê bikim, kʼîjana pêşda gune kirine û ji kirêd hʼeramîyê, bênamûsîyê û toltîyê tʼobe nekiribin. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia