Korîntî II, 10 - Peymana Nû (Încîl)Cabdayîna Pawlos bona hʼukumê şandîtîya xwe 1 Ez, Pawlos xwexa hîvî ji we dikim, bi milûktî û şîrinayîya Mesîh, çawa tê gotinê ku ez rʼû bi rʼû nava weda mîna berxekî me, lê dûrva hindava weda mîna şêrekî me. 2 Ez rʼeca dikim, usa nekin ku gava bêm jî bibime şêr, çimkî ez eʼseyî zanim ku ez dikarim turuş kim hindava wanda jî hʼişk bim, yêd ku bona me usa difikirin, yançîye em bi merivayî dikin. 3 Belê rʼast e em meriv in, lê bi merivayî eskerîyê nakin. 4 Çʼekêd eskerîya me, ne yê merivayî ne, lê yêd qewate ji Xwedê ne, bona wêrankirina tʼeʼbîya. 5 Em wan şêwira û hʼemû bilindcîyêd kʼubarîyêye miqabilî zanebûna Xwedê betal dikin û hʼemû fikira dikine hêsîr, êlimî Mesîh dikin. 6 Em hazir in ceza bidine hʼemû neguhdara, gava guhdarîya we tʼam be. 7 Hûn rʼeng-rʼûya dinihêrʼin. Kʼî xweda guman e, ku ew pʼara Mesîh e? Bira vê jî bifikire, ku çawa ew pʼara Mesîh e, usa jî em in. 8 Çimkî heger ez hinekî jî zêde difirʼim, bona wê hʼukumdarîya ku Xudan da me, tiştekî şermîyê têda tʼune, ew bona avabûna bawerîya we ye, ne ku xirabbûnê. 9 Awa ez dikim ku usa kʼifş nebe, yanê ez bi neʼmeyêd xwe we ditirsînim. 10 Çawa hinek dibêjin: «Neʼmeyêd wî hʼişk in û bi qewat in, lê ew dîndara xweva belengazek e û xeberdanêda jî yekî pênebûyî ye». 11 Yêd usa bira feʼm bikin, em dûrva bi xeber û neʼmeyêd xweva çawa ne, nêzîk kirêd xweda jî usa ne. 12 Rʼast em newêrin, xwe ser mêzînê bikʼişînin û himberî wan kin, yêd ku xwexa pesinê xwe didin. Ewana nadine ber hʼişê xwe, gava nava xweda xwe pê hev çap dikin û xwe didine ber hev. 13 Lê çi ji pʼeydayîna me dikʼeve, em nigê xwe ji berʼa xwe dirêjtir nakin, lê weke wî sînorê dayî, çiqas Xwedê kire pʼara me, ku digihîje hʼeta cem we. 14 Em ji sînor der gaveke xwe navêjin, çawa hê negihîştibine cem we, çimkî gava rʼastîyê kʼeve em bi Mizgînîdayîna Mesîh îdî gihîştine hʼeta cem we. 15 Em ji sînor dernayên û pê xebata hinekêd din nafirʼin. Lê em wê gumanê ne, ku bawerîya we bigihîje, weke wê dayîna ku me standîye, xebata me jî nava weda hê zêde berfire be. 16 Em dixwazin ku ji we wêdatir derbaz bin, Mizgînîyê cîyêd din jî dannasîn kin, ne ku em bi kirê yekî din bifirʼin, yê ku sînorê xweda kirîye. 17 Lê çawa nivîsar e: «Yê ku difirʼe, bira pê Xudan bifirʼe». 18 Çimkî ne ku ewê pʼeyê xwe dide, li Xudan qebûl e, lê yê ku Xudan pʼeyê wî dide. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia