Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Korîntî II, 1 - Peymana Nû (Încîl)


Silavkirin

1 Ji Pawlosê bi eʼmirê Xwedê şandîyê Mesîh Îsa û Tîmotʼêyoyê birayê me, civîna Xwedêye Korintʼêrʼa û wê tʼemamîya cimeʼta Xwedêrʼa, ya ku tʼevayîya qeza Axayayêda ye:

2 De bira kʼerem û eʼdilayîya Bavê me Xwedê û Xudan Îsa Mesîh li we be.


Pawlos şikirîyê dide Xwedê

3 Şikir Xwedêyê Bavê Xudanê me Îsa Mesîhrʼa, Bavê dilşewatîyê û Xwedêyê hʼemû berdilîyê.

4 Ew nava hʼemû teʼlî-tengîyada dil dide ber me, wekî em jî bikaribin dil bidine ber wan, yêd ku nava her cûrʼe teʼlî-tengîyada ne, bi wê berdilîyê, pê kʼîjanê em xwexa ji Xwedê têne berdilîkirinê.

5 Belê çawa em tʼevî wan cefayêd Mesîhe gelek dibin, usa jî gelekî bi destê Mesîh ber dilê meda tê hatinê.

6 Heger em teʼlî-tengîyada ne, ew bona berdilî û xilazbûna we ye û heger em berdilîkirî ne, ew bona wê berdilîya we ye, ku hûn bikaribin bi sebirê wan teʼlî-tengîya bikʼişînin, kʼîjana em jî dikʼişînin.

7 Û em weda eʼseyî guman in, çimkî em zanin ku hûn çawa tʼevî cefayêd me ne, usa jî tʼevî berdilîya me ne.

8 Em naxwazin ku hûn haş ji wan teʼlî-tengîya tʼunebin xûşk-birano, yêd ku me qeza Asyayêda kʼişandin. Em ji qewata xwe der haqasî kʼetine bin barêd giran, hʼeta ku me destê xwe ji eʼmirê xwe jî kʼişand.

9 Belê me xwerʼa qirara mirinê hʼesab kir, lê ev yek bû wekî em gumana xwe nedine ser xwe, lê ser Xwedê, Yê ku mirîya ji gorʼa rʼadike.

10 Ji destê wê mirina tirs û xof Ewî em xilaz kirin û wê xilaz ke jî. Û gumana me heye ku wê dîsa me xilaz ke,

11 bi alîkʼarîya wan duayêd ku hûn bona me dikin. Bi vî awayî bi saya duayêd geleka kʼerem wê merʼa bê dayînê û gelekê bona me şikirîyê bidine Xwedê.


Pawlos şirovedike çima neçûye Korintʼê

12 Rʼûspîtîya me ev e: Îsafa me şeʼdetîyê dide, wekî me bi dilê sax û vekirî ji Xwedêda li vê dinê eʼmirê xwe derbaz kir, îlahî hindava weda, ne ku bi serwaxtîya merivayîyê, lê bi kʼerema Xwedê.

13 Em tiştekî din werʼa nanivîsin, pêştirî wan tiştêd ku hûn dikarin bixûnin û feʼm bikin û ez guman im ku hûnê tʼam feʼm bikin,

14 çawa ji pʼirʼî-hindikî we em feʼm kirine, wekî hûn bigihîjine wê feʼmînê ku em rʼûspîtîya we ne, çawa hûn jî ya me ne, Rʼoja hatina Xudan Îsa.

15 Min bi vê gumanê şêwira xwe kir, pêşîyê bihatama cem we, ku we du cara kʼerem bistanda,

16 awa gotî serîk bida we, ji cem we biçûma Mekedonyayê û ji Mekedonyayê jî dîsa ser weda vegerʼîyama, ku we jî ez li alîyê Cihûstanêda verʼêkirama.

17 Gava ez aha dişêwirîm, gelo min sivikayî kir? Yan şêwira xweda mîna bendê vê dinyayê şêwirîm, ku «Belê» û «Na»-ya min sibeh-êvar nebe yek?

18 Lê Xwedê şeʼde ye, ku sozê me werʼa nebûye «Belê» û paşê «Na».

19 Çimkî Kurʼê Xwedê, Îsa Mesîh ku pê me werʼa hate dannasînkirinê, (bi min, Sîlas û Tîmotʼêyo), «Belê» û «Na» nebû, lê nava Wîda tʼimê «Belê» ye.

20 Çimkî hʼemû sozêd Xwedê bi Îsa Mesîh «Belê» ne, lema jî em bi Wî «Amîn» dibêjin, bona rʼûmeta Xwedê.

21 Û Xwedê ye, yê ku em weva tʼevayî yektîya Mesîhda hʼîmgirtî kirin. Xût Wî em kʼifş kirin

22 û mora Xwe danî ser me, Rʼuhʼê Pîroz kire dilê me çawa bihê ji ber sozê Xweva.

23 Lê ser minrʼa Xwedê şeʼde ye, ku min qêmîşî we nekir, ku nehatime Korintʼê.

24 Em hʼukumî ser bawerîya we nakin, çimkî hûn bawerîyêda şidîyayî ne, lê em tʼevî we dixebitin bona şabûna we.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan