Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Korîntî I, 9 - Peymana Nû (Încîl)


Îzin û mecalêd şandîya

1 Ne ez aza me? Ne ez şandî me? Ne min Xudanê me Îsa bi çʼeʼva dît? Ne hûn pê xûdana min pʼara Xudan kʼetin?

2 Heger ez şandîyê hinekêd mayîn nîbim, lê belê bê şik şandîyê we me! Çimkî mora şandîtîya min hûn in, ku pʼara Xudan kʼetin.

3 Caba min bona yêd ku dikin ji min gilîya bikʼişînin ev e:

4 Gelo îzina me tʼune em ji ber xebata xweva bixwin û vexwin?

5 Gelo îzina me tʼune em kʼulfeteke bawerîyêda tʼevî xwe bigerʼînin, çawa şandîyêd din, birayêd Xudan û Petrûs dikin.

6 Yan gerekê ez û Barnabas tʼenê bixebitin serê xwe xwey kin?

7 Kʼîjan esker ji kʼîsê xwe eskerîyê dike? Kʼî rʼez datîne û berê wê naxwe yan yê li ber pêz e şîrê pêz venaxwe?

8 Ez van tişta bi merivayî nabêjim. Ne Qanûn jî wê yekê dibêje?

9 Çawa Qanûna Mûsada nivîsar e: «Devê gayê bêderêda dixebite girênede». Gelo xema Xwedê bona ga ye?

10 Yan wê yekê bona me dibêje? Belê, ev yek bona me hate nivîsarê, wekî ewê ku cotê xwe dike, gerekê bi guman cot ke û yê kam dike, gerekê guman be, ku wê kʼeda xwe bixwe jî.

11 Heger me nava weda tiştêd rʼuhʼanî çandin, gelo tiştekî mezin e, ku ji we tiştêd vê dinê bidirûn?

12 Heger îzina hinekêd din heye kʼarê ji we bibînin, ne ya me hê zêde heye? Lê me ev îzin pêk neanî. Serda jî li her tiştî sebir kir, ku nebine pêşîbirʼê Mizgînîya Mesîh.

13 Hûn nizanin ewêd ku pʼaristgehêda dixebitin ji pʼaristgehê jî dixwin? Û ewêd xizmetkʼarîya gorîgehê dikin, ji gorîgehê jî pʼara xwe distînin.

14 Usa jî Xudan eʼmir kir, ku yêd Mizgînîyê dannasîn dikin, ji Mizgînîyê bijîn.

15 Lê min ji van îzina qet yek pêk neanî, ne jî niha dinivîsim ku van îzina pêk bînim. De bira ez bimirim, ne ku yek rʼûspîtîya min betal ke.

16 Belê ez nikarim pʼeya bidime xwe heger ez Mizgînîyê dannasîn kim, çimkî ev deynê stûyê min e. Wey li min heger ez Mizgînîyê dannasîn nekim!

17 Û heger min ev yeka bi hʼemdê xwe bikira, hingê xelata minê hebûya, lê ez vê yekê ne bi hʼemdê xwe dikim, çimkî eva qulixek e li min hatîye spartinê.

18 Awa îdî çi ye xelata min? Ev e, ku ez dannasînîya xweda Mizgînîyê bê heq bidim, îzina xwe Mizgînîdayînêda bi zora xwe pêk neynim.

19 Rʼast e ez ji her kesî aza me, lê ez dîsa xwe dikime xulamê hʼemûya, wekî hê geleka qazinc kim.

20 Bona cihûya, dibime mîna cihûya, wekî cihûya qazinc kim. Awa gotî bona yêd bin Qanûna Mûsada, dibime mîna yêd bin Qanûnê, wekî yêd bin Qanûnêda qazinc kim, (lê ne ku ez bin Qanûnêda me).

21 Bona yêd bê Qanûn, dibime mîna yêd bê Qanûn, wekî yêd bê Qanûn jî qazinc kim, (ne ku ez bê qanûna Xwedê me, lê ez bin qanûna Mesîhda me).

22 Bona sista dibime mîna sista, wekî yêd sist qazinc kim. Bona hʼemûya ez dikʼevime hʼalê her kesî, wekî her derecada bikaribim hineka xilaz kim.

23 Van hʼemû tişta ez îdî bona Mizgînîyê dikim, wekî ez bibime heval-pʼarê dua-dirozgêd ser wê.

24 Hûn nizanin yêd lecmeydanêda ne, hʼemû jî dirʼevin, lê tʼenê yek xelatê distîne? Usa birʼevin, ku hûn bistînin.

25 Ewêd ku dikʼevine lecê, xwe hînî gelek tiştî dikin, wekî wê kʼofîya ku diçʼilmise bistînin, lê kirina me bona kʼofîya hʼeta-hʼetayê ye.

26 Bona wê yekê ez usa narʼevim çawa yêd bêmerem, yan jî bi kʼulma herʼime bê.

27 Lê ez zordarîyê qalibê xwe dikim û wê zeft dikim, ku nebe xelqê gazî lecê kim, lê ew xwexa ji dest min herʼe.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan