Korîntî I, 7 - Peymana Nû (Încîl)Pirsêd hʼal-zewacê 1 Lê niha derheqa wan pirsêd ku we minrʼa nivîsîn: «Qenc e wekî mêr nêzîkî jinê nebe?» 2 Lê bona ku pêşîya her cûrʼe qavîyê bê girtinê, bira mêr bê jin nebe û jin jî bê mêr. 3 Mêr bira deynê jinê bidê, jin jî deynê mêr. 4 Jin ne xweya qalibê xwe ye, lê mêr, usa jî mêr ne xweyê qalibê xwe ye, lê jin. 5 Ji hevdu na-na nekin, pêştirî wê demê, gava hûn bi hevrʼa bona wextekê tʼifaq qirar dikin wekî xwe bidine duakirinê, lê paşê dîsa li hev vegerʼin, ku mîrêcin we necêrʼibîne ji dest bêtʼawîya we. 6 Ez vê yekê dihêlime ser exterîya we, ne ku eʼmir dikim. 7 Rʼast e, min dixwest ku hʼemû meriv mîna min bûna, lê her merivekîrʼa dayîneke ji Xwedê heye, yek ha ye, yek jî aha ye. 8 Lê yêd bê jin û jinebîyarʼa ez dibêjim: Qenc e ku ew mîna min bimînin. 9 Lê heger xwe zeft nakin, bira bizewicin-mêr kin, çimkî qenc e ku ew bizewicin-mêr kin, ne ku xweda bişewitin. 10 Lê yêd zewicî-mêrkirîrʼa, ne ku ez eʼmir dikim, lê belê Xudan: Bira jin ji mêr neqete, 11 heger biqete jî, bira mêr neke yan jî mêrê xwerʼa li hev bê. Û mêr jî bira jina xwe berʼnede. 12 Lê yêd mayînrʼa ez dibêjim, ne ku Xudan: Heger jina birakî nebawer be û bixwaze tʼevî wî bimîne, bira wê berʼnede. 13 Û jineke ku mêrê wê nebawer be û ew bixwaze tʼevî wê bimîne, bira ji wî neqete. 14 Çimkî mêrê nebawer bi jina bawermend hʼelal dibe û jina nebawer jî bi mêrê bawermend hʼelal dibe. Heger usa nîbûya, zarʼêd weyê hʼeram bûna, lê niha hʼelal in. 15 Lê heger nebawer biqete, bira biqete. Xûşk yan bira vê derecêda aza ye. Belê Xwedê gazî we eʼdilayîyê kir. 16 Tu çi zanî kʼulfetê, belkî tê mêrê xwe xilaz kî? Yan jî tu çi zanî mêro, belkî tê kʼulfeta xwe xilaz kî? Bawermend gerekê li gora eʼmirê Xwedê bijîn 17 Wekî din ez dibêjim: Xudan çawa pʼara her kesî da û çawa Xwedê gazî her kesî kir, bira weke wê yekê jî bijî. Ev e tʼemîya ku ez didime hʼemû civîna. 18 Heger yek sinetkirî bû gava hate gazîkirinê, bira sinetbûna xwe îdî neguhêze. Heger yek nesinetkirî bû gava hate gazîkirinê, bira îdî sinet nebe. 19 Ne sinetbûn tiştek e û ne jî nesinetbûn, lê serî tʼemîyêd Xwedê qedandin e. 20 Kʼî çi hʼalîda bû gava Xwedê gazî kirê, bira nava wêda jî bimîne. 21 Xulam bûyî gava hatî gazîkirinê? Xem neke. Lê heger dikarî aza bî, wê mecalê ji destê xwe neke. 22 Çimkî ew xulamê ku hate gazîkirinê, wekî bibe pʼara Xudan, ew azayê Xudan e, usa jî ewê ku aza bû gava hate gazîkirinê, ew xulamê Mesîh e. 23 Hûn bi qîmetekî biha hatine kʼirʼînê, nebine xulamêd meriva. 24 Xûşk-birano, kʼî çi hʼalîda hate gazîkirinê, bira nava wêda jî li ber Xwedê bimîne. Pirsêd bona qîz û xorta 25 Lê niha çi ji qîz û xorta dikʼeve, min derheqa wanda eʼmir ji Xudan nestandîye, lê tʼenê ez fikira xwe dibêjim, çawa yekî ji Xudan rʼeʼm standî ku hindava Wîda amin e. 26 Ez bona tengasîya niha aha rʼê têrʼa dibînim ku meriv çi derecêda ye, bira usa jî bimîne. 27 Jinêva girêdayî yî? Neke ku jê biqetî. Bê jin î? Jinê negerʼe. 28 Lê heger bizewicî, gune nakî û heger qîz mêr ke, gune nake. Lê yêd usa wê rʼastî oxirmêd giran bên, ez dixwazim we ji wê yekê xwey kim. 29 Ez werʼa dibêjim birano: Wext hindik maye. Ji vir şûnda ewê ku jina wî heye bira usa be çawa yê bê jin, 30 ewê ku digirî çawa yê nagirî, ewê ku şa dibe çawa yê şa nabe, ewê ku dikʼirʼe çawa ne xweyê wan tişta be, 31 û ewê ku şixulê dinêva mijûl dibe çawa yê pêva mijûl nabe, çimkî ev dinya eʼyan derbaz dibe. 32 Lê ez dixwazim ku hûn ji xema dûr bin. Yê nezewicî şixulêd Xudanva gîro ye, ku çawa bike li Xudan xweş bê. 33 Lê yê zewicî xemêd dinêva gîro ye, ku çawa bike li jina xwe xweş bê 34 û ser du rʼîya sekinî ye. Jina bêmêr yan qîz şixulêd Xudanva gîro ye. Meremê wê ew e, ku ew rʼuhʼ û qalibê xweda buhurtî-jibare be, lê ya mêrkirî xemêd dinêva gîro ye, ku çawa bike li mêrê xwe xweş bê. 35 Ez van tişta bona kʼara we dibêjim, ne ku bar didime ser milê we, lê dixwazim wekî hûn bi tʼerbet û bi dil û can şixulêd Xudanva gîro bin. 36 Lê heger yek feʼm dike, wekî hindava dergîstîya xweda rʼastîyê nake, temê wî jî xirab bûye ku gerekê bizewice, bira usa bike çawa dixwaze, gune nake, bira hevdu bistînin. 37 Lê ewê ku giranî ser wî tʼune, lê li temê xwe dikare û dilê xweda qirar kirîye ku dergîstîya xwe usa xwey ke çawa berê, ew tiştekî qenc dike. 38 Awa yê dergîstîya xwe distîne, qenc dike, lê yê ku wê bikʼir dihêle, hê qenc dike. 39 Jin ne xweserîxwe ye hʼeta ku mêrê wê sax e, lê heger mêr lê bimire, ew aza ye, tʼevî kʼê bixwaze dikare mêr ke, tʼenê bawermendê Xudan be. 40 Lê ewê hê xwezilî be, ku usa bimîne. Ev e fikira min û tʼexmîna min Rʼuhʼê Xwedê nava minda heye. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia