Korîntî I, 6 - Peymana Nû (Încîl)Pirsa derheqa deʼw-doza nava bawermendada 1 Gelo eva kʼarê kirinê ye, gava yek ji we, nava wî û birê wîda deʼw-doz pêşda tê, turuş dike li ber nepʼaka wê yekê dide safîkirinê, ne ku li ber cimeʼta Xwedê? 2 Çima hûn nizanin ku cimeʼta Xwedê wê dîwana dinê bike? Û heger bi destê we wê dîwana dinyayê bê kirinê, gelo hûn nikarin van pirsêd sivik jî safî kin? 3 Çima hûn nizanin ku emê dîwana milyakʼeta jî bikin? Îdî kʼu dimîne dîwana pirsêd vê dinyayê nekin? 4 Awa heger nava weda pirsêd vê dinêye safîkirinê hebin, hûn çawa dikarin hʼakimtîyê bidine destê yêd usa, ku ji alîyê civînêda ne tʼu tişt in? 5 Ez aha dibêjim, ku hûn şerm bikin! Gelo nava weda yekî serwaxt tʼune, ku bikaribe nava birada serederîyê bike? 6 Lê bira birêrʼa dikʼeve deʼw-dozê, ew jî li ber nebawera! 7 We rʼastî vê yekêda lap daye der, ku hûn hevrʼa dikʼevine dergeh-dîwana. Gelo hê qenc nîne, ku hûn bêne neheqkirinê? Gelo hê qenc nîne, ku hûn bêne şêlandinê? 8 Lê hûn neheqîyê dikin û dişêlînin, ew jî xûşk-bira! 9 Çima hûn nizanin ku yêd neheq wê Pʼadşatîya Xwedê war nebin? Nexapin! Ne bênamûs, ne pʼûtpʼarist, ne zinêkʼar, ne jinêd hevrʼa dibin rʼobet, ne mêrêd hevrʼa dibin rʼobet, 10 ne diz, ne timakʼar, ne serxweş, ne buxdanbêj, ne jî tʼalankir Pʼadşatîya Xwedê wê war nebe. 11 Û ji we hinek usa bûn. Lê hûn ji guna hatine şûştinê, hûn hatine buhurtî-jibarekirinê, hûn rʼast hatine hʼesabê bi navê Xudan Îsa Mesîh û bi Rʼuhʼê Xwedêyê me. Bira bedenêd we Xwedêrʼa xizmetkʼarîyê bike 12 Dibêjin: «Her tişt minrʼa eʼdet e», belê, lê her tişt ne kʼar e. «Her tişt minrʼa eʼdet e», lê tʼu tişt gerekê hʼukumî ser min neke. 13 Dibêjin: «Xwarin bona zik e, zik jî bona xwarinê ye», lê Xwedê her duya jî wê unda ke. Lê beden ne bona qavîyê ye, lê bona xizmetkʼarîya Xudan e û Xudan jî bona bedenê xem dike. 14 Û Xwedêyê ku Xudan ji mirinê rʼakir, wê me jî ji mirinê rʼake bi qewata Xwe. 15 Çima hûn nizanin ku bedenêd we endemêd Mesîh in? Ez endemêd Mesîh hildim tʼevî qava kim? Tʼu car! 16 Yan hûn nizanin yê ku tʼevî qava dibe, tʼevî wê dibe bedenek? Çawa nivîsar dibêje: «Her du wê bibine bedenek». 17 Lê ewê ku tʼevî Xudan dibe, dibe rʼuhʼek. 18 Ji qavîyê birʼevin! Hʼemû gunêd mayîne ku meriv dike, ji bedenê der e, lê ewê ku qavîyê dike, miqabilî bedena xwe guna dike. 19 Çima hûn nizanin ku bedenêd we pʼaristgeha Rʼuhʼê Pîroz in, ku nava weda ye, Kʼîjan we ji Xwedê stand? Hûn ne xweyîyê serê xwe ne. 20 Hûn bi qîmetekî biha hatine kʼirʼînê. Bona vê yekê bikin ku pê bedena we şikirî Xwedêrʼa bê dayînê. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia