Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Korîntî I, 5 - Peymana Nû (Încîl)


Zirara bênamûsîya civînêda

1 Deng heye ku nava weda bênamûsî jî heye û ew jî bênamûsîke usa, wekî nava pʼûtpʼaristada jî tʼune, ku yek dest davêje dêmarʼîya xwe.

2 Û hûn ji kʼubarîyê hʼirʼ bûne! Ne gerekê we şîn bikira û yê xweyê vî kirî ji nava xwe derxista?

3-4 Lê belê çawa ez bedenî ne nava weda me, lê rʼuhʼê xweda hazir im û çawa yekî hazir, min îdî bona yê vî tiştî dike qirara xwe bi navê Xudanê me Îsa daye. Gava hûn cîkî dicivin, rʼuhʼê min jî tʼevî we, bi qewata Xudanê me Îsa

5 wî merivî bidine destê mîrêcin, ku qalibê wî unda be û rʼuhʼê wî xilaz be Rʼoja Xudanda.

6 Ne qenc e ku hûn firʼnaq dibin! Gelo hûn nizanin ku hinek hevîrtirʼşk tʼemamîya şkevê hiltîne?

7 Vî hevîrtirʼşkê kevin ji xwe dûr xin, ku hûn bibine hevîrê nûyî bê hevîrtirʼşk, çawa hûn usa ne jî. Çimkî Berxê meyî Cejina Derbazbûnê, awa gotî Mesîh bona me hate serjêkirinê.

8 De em vê cejinê derbaz kin, ne ku bi hevîrtirʼşkê kevinî neheqîyê û xirabîyê, lê bi nanê bê hevîrtirʼşk, bi nanê hʼelalîyê û rʼastîyê.

9 Min werʼa neʼmêda nivîsîbû, ku tʼevî qava nebin.

10 Ne ku gotina min derheqa qava, timakʼara, tʼalankir yan pʼûtpʼaristêd vê dinêda bû. Heger usa bûya, gerekê hûn lap ji dinê derkʼetana.

11 Lê belê min werʼa nivîsî, ku hûn tʼevî wî nebin, yê ku navê xwedênasîyê ser e, lê qav e, tima ye, pʼûtpʼarist e, buxdanbêj e, serxweş e, yan jî tʼalankir e. Tʼevî yê usa hʼeta nên jî nexwin!

12-13 Çî minrʼa ye ez dîwana yêd ji civînê der bikim? Xwedê wê dîwana wan bike. Lê dîwana yêd civînêda destêd weda ye. Awa çawa nivîsar e: «Merivê xirab ji nava xwe derxin».

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan