Korîntî I, 4 - Peymana Nû (Încîl)Berdestîyêd Mesîh 1 Awa gerekê meriv me usa hʼesab kin, çawa berdestîyêd Mesîh û wekʼîlêd surʼêd Xwedê. 2 Ji wekʼîl jî dikʼeve ku ew amin be. 3 Lê bona min ev yek ne tʼu tişt e, ku fikirêd we yan yêd dîwana merivayê ser min çi ne, ez xwexa jî loma li xwe nakim. 4 Îsafa min rʼihʼet e, ne ku bi vê yekê ez xwe sofî dikim, lê hʼakimê min Xudan e. 5 Awa ji wext zûtir loma nekin, hʼeta hatina Xudan. Ewê tiştêd teʼrîyêda veşartî derxe rʼonayê û şêwirêd dila bide eʼyankirinê. Û hingê her kesê qîmetê xwe ji Xwedê bistîne. 6 Ev yekana xûşk-birano, min bona we anîne ser xwe û Apolo, wekî hûn vê yekê ji me hîn bin: «Ji nivîsarê derneyên». Hingê ji we tʼu kes wê yek pê yekî nefirʼe. 7 Kʼî te ji xelqê firqî dike? Çî te heye, ku te pʼêşkʼêş nestandîye? Lê wekî te standîye, çima pʼeyê xwe didî çawa te nestandibe? 8 Hûn îdî tʼêr bûne, îdî hʼirʼ bûne! Bêyî me îdî bûne pʼadşa! Ax xwezî hûn bibûna pʼadşa, emê jî tʼevî we bibûna pʼadşa! 9 Çimkî ez tʼexmîn dikim, ku Xwedê em şandî avîtine paşîya kʼoçʼa, çawa ji mirinêrʼa dayî. Em dinêda bûne îtoyîn, hin li ber milyakʼeta, hin jî ber meriva. 10 Em bêhʼiş in bona Mesîh, lê hûn serwaxt in yektîya Mesîhda! Eme sist in, lê hûne qewat! Hûne xweyîrʼûmet in, lê eme bêrʼûmet! 11 Hʼeta niha jî em birʼçî dimînin, tʼî dimînin, bê sitʼar dibin, têne kʼutanê û dero-der dibin. 12 Em bi destê xwe dixebitin, bi xûdana xwe dijîn. Gava me rʼezîl dikin, em dua li wan dikin, gava me dizêrînin, em sebir dikin, 13 gava navê merʼa dilîzin, em li ber wan dadixin. Em bûne gemara vê dinyayê, hʼeta niha jî her tiştîda bûne xwelî! 14 Ez vê yekê werʼa dinivîsim, ne ku we bidime şermê, lê wekî we mîna zarʼêd xweye delal şîret kim. 15 Heger wê jîyîna weye tʼevî Mesîhda bi hʼezara tʼerbetdarêd we hebin, lê tʼenê bavekî we heye, çimkî wê jîyîna weye tʼevî Mesîh Îsada hûn ji min bi Mizgînîdayînê dinê kʼetin. 16 Awa hîvî ji we dikim, çʼeʼv bidine min. 17 Bona vê yekê min Tîmotʼêyo ser weda şand, lawê xweyî delal û hindava Xudanda amin. Ewê wan rʼê-dirbêd mine Mesîh Îsada girtî bike bîra we, ku ez çawa li her dera, hʼemû civîna hîn dikim. 18 Hinek ji we babax bûne, wan tʼirê ezê neyême cem we. 19 Lê ezê zûtirekê ser weda bêm, heger Xudan hʼiz bike û ezê ne ku li gotinêd babaxa binihêrʼim, lê hʼunurêd wan. 20 Çimkî Pʼadşatîya Xwedê ne ku xeberdanêda ye, lê hʼunurda ye. 21 Hûn çawa dixwazin? Ez bi kʼulmê ser weda bêm, yan bi hʼizkirinê û berbihêrîyê? |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia