Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Korîntî I, 3 - Peymana Nû (Încîl)


Qulixkʼarêd Xwedê

1 Lê min xûşk-birano, nikaribû tʼevî we xeber da çawa tʼevî yêd xweyî-Rʼuhʼê Xwedê, lê çawa tʼevî bendêd vê dinê, çawa tʼevî xişîmêd bawerîya Mesîhda.

2 Min şîr da we, lê ne ku xwarina giran, çimkî we hê nikaribû bixwara. Û hûn niha jî nikarin bixwin,

3 çimkî hûn hela hê mîna bendêd vê dinê ne. Hʼeta ku nava weda hʼevsûdî û hevrʼikʼî hene, gelo ev yekana ne merivayî ne? Û hûn mîna bendêd vê dinê najîn?

4 Mesele ku gava yek dibêje: «Ez Pawlosî me» û yê din: «Ez Apoloyî me», hûn ne mîna bendêd vê dinê ne?

5 Îdî kʼî ye Apolo? Kʼî ye Pawlos? Ew qulixkʼarêd Xwedê ne, bi kʼîjana we bawer kir. Xudan çiqas şixul daye wan her kesî, haqasî jî dikin.

6 Min daçʼikand, Apolo avda, lê Xwedê gîhand.

7 Awa ne yê daçʼikand tiştek e, ne jî yê avda, lê yê gîhand, ku Xwedê ye.

8 Yê daçʼikand û yê avda yek in û her kesê heqê xwe bistîne, weke xebata xwe.

9 Çimkî em tʼevayî bona Xwedê dixebitin, hûn jî zevîya Xwedê ne, avayîyê Xwedê ne.

10 Min jî weke wê kʼerema ku Xwedê da min, mîna çîredestekî serwaxt hʼîm avît, lê yekî din ser çêdike. Lê belê tʼenê bira her kes haş ji xwe hebe, çawa çêdike.

11 Çimkî hʼîmekî din kesek nikare bavêje, pêştirî yê avîtî, ku Îsa Mesîh e.

12 Li ser vî hʼîmî yek dikare bi zêrʼ, zîv, kevirêd qîmet, dar, gîhê, yan kayê çêke,

13 lê bi çi tiştî jî çêke, şixulê her kesî wê eʼyan be, çimkî ew Rʼoj wê bide kʼifşê, ewê bi êgir eʼyan be û kirê her kesî çi hʼalîda be, agirê bicêrʼibîne.

14 Heger şixulê yekî ser vî hʼîmê çêkirî bimîne, ewê heq bistîne,

15 lê heger şixulê yekî bişewite, ewê zîyanê bikʼişîne, lê xwexa wê xilaz be, çawa yekî nava êgirrʼa derbazbûyî.

16 Çima hûn nizanin ku hûn pʼaristgeha Xwedê ne û Rʼuhʼê Xwedê nava weda dimîne?

17 Heger yek pʼaristgeha Xwedê wêran ke, Xwedê jî wê wî wêran ke, çimkî pʼaristgeha Xwedê pîroz e û hûn in ew pʼaristgeh.

18 Bira tʼu kes xwe nexapîne. Heger yek ji we li gora qeydêd vê dinyayê xwe serwaxt dibîne, bira bibe bêhʼiş, wekî bibe serwaxt.

19 Çimkî serwaxtîya vê dinyayê li ber Xwedê bêhʼişî ye. Çawa nivîsar e: «Ew serwaxta nava hʼilekʼarîya wanda digire»

20 û dîsa: «Xudan zane ku şêwirêd serwaxta pʼûçʼ in».

21 De bira îdî tʼu kes pê meriva nefirʼe! Belê her tişt jî pʼara we ne.

22 Pawlos, Apolo, Petrûs, dinya, jîyîn, mirin, tiştêd ku niha hene, yan yêd wê bên, her tişt pʼara we ne,

23 hûn jî pʼara Mesîh in û Mesîh jî pʼara Xwedê ye!

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan