Korîntî I, 16 - Peymana Nû (Încîl)Bona kʼomektʼopkirinê 1 Lê niha derheqa kʼomektʼopkirina bona cimeʼta Xwedê, min çawa tʼemî da civînêd Galatyayê, hûn jî usa bikin: 2 Her yekşem, destê ji we her kesîva çiqas tê, bira tiştekî destê xwerʼa paş xe, nebe ku gava ez bêm, hingê bê tʼopkirinê. 3 Û gava ez bêm, hûn jî rʼê kʼîjanarʼa dibînin, ezê pê destê wan, bi nivîsar pʼêşkʼêşêd we bişînime Orşelîmê. 4 Û heger minrʼa jî bikʼeve, ku ez herʼim, îdî ewê tʼevî min bên. Tʼivdîrêd Pawlos 5 Pey çûyîna qeza Mekedonyayêrʼa, ezê serîkî li we xim, çimkî ezê Mekedonyayêrʼa derbaz bim. 6 Dibe ku li cem we bimînim, yan jî zivistana xwe wir derbaz kim û hingê hûn dikarin min verʼêkin, ez kʼuda ku herʼim. 7 Çimkî ez niha naxwazim ku we ser rʼîya xwe bibînim herʼim, lê ez guman im ku xêlekê cem we bimînim, heger Xudan hʼiz bike. 8 Lê niha ezê hʼeta Rʼoja Pêncîye hʼesab, li Efesê bimînim, 9 çimkî dergehekî xêrêyî mezin li ber min vebûye û peykʼetîyêd min gelek in. 10 Heger Tîmotʼêyo bê cem we, usa bikin ku ew ji we venekʼişe, çimkî ew jî bona Xudan dixebite, çawa ez. 11 Usa bira tu kes wî bêqedir neke. Wî bi xêr-silamet verʼêkin, wekî bê cem min, çimkî ez hîvîya wî û birayêd tʼevî wî me. 12 Lê derheqa Apoloyê birada, min gelekî lava jê kir, ku tʼevî bira ser weda bihata, lê nêta wî hatinê niha qet tʼunebû, lê wê bê, gava mecal bikʼevê. Gotinêd axirîyê 13 Hʼişyar bimînin, bawerîyêda hʼîmgirtî bin, eʼgît bin, bişidin, 14 bira her kirinêd we bi hʼizkirinê bin. 15 Niha hûn zanin ku Stêfanas mala xweva bawermendêd qeza Axayayêye pêşin e û wan xwe dane xizmetkʼarîya cimeʼta Xwedê. Îdî ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, 16 ku hûn gurʼa yêd usada bin, usa jî gurʼa wan hʼemûyada, yêd ku tʼevî şixulê vê xebatê dibin. 17 Ez bona hatina Stêfanas, Fortûnato û Axayîko şa me, barê dilê minda wana dewsa we girt, 18 bi wê yekê dilê min û we jî rʼihʼet kirin. Qedirê yêd usa bigirin. 19 Civînêd qeza Asyayêda li we silav dikin. Akîla û Priskîla tʼevî civîna mala xweda gelekî yektîya Xudanda li we silav dikin. 20 Hʼemû xûşk-birayêd vir li we silav dikin. Bi rʼamûsana şîrê hʼelal li hevdu silav kin. 21 Ev silav, bi destnivîsara min Pawlos e. 22 Heger yek Xudan hʼiz nake, bira nifirʼ li wî be. «Maranatʼa». 23 Kʼerema Xudan Îsa li we be. 24 Ez we pʼara Mesîh Îsa kʼetîya hʼiz dikim. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia