Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Korîntî I, 15 - Peymana Nû (Încîl)


Rʼabûna Mesîhe ji mirinê

1 Ez wê Mizgînîyê dixwazim bînime bîra we xûşk-birano, ya ku min werʼa dannasîn kir û we qebûl kir, ser wê jî sekinîne.

2 Bi wê jî hûn xilaz dibin, heger wê xeberê, ya ku min werʼa dannasîn kir, qewîn bigirin. Heger na, bawerîya weyê badîhewa be.

3 Min ev yeka ser her tiştîrʼa, çawa stand, usa jî da we, ku Mesîh bona gunêd me mir, li gora nivîsara

4 û hate definkirinê, rʼoja sisîya Ew Xwedêda ji mirinê rʼabû li gora nivîsara,

5 Petrûsva xuya bû, peyrʼa her donzdeh şandîyava.

6 Paşê carekêrʼa pênsid xûşk-birayî zêdetirva xuya bû, ji wan gelek hʼeta niha sax in, lê hinek jî mirine.

7 Paşê Aqûbva xuya bû, peyrʼa hʼemû şandîyava.

8 Axirîyê, pey hʼemûyarʼa minva xuya bû, çawa yekî ne serê xwe ji dîya xwe bûyî.

9 Çimkî ez ji şandîya yê herî paş im, ku ne layîq im şandî jî bême gotinê, çimkî min civîna Xwedê zêrand.

10 Lê ez bi kʼerema Xwedê me çi jî heme û kʼerema Wî ku bi minrʼa ye, boş-betal nîbû. Lê serda ez ji wan hʼemû şandîya zeʼftir xebitîm û ne ku ez bûm, lê kʼerema Xwedêye ku bi minrʼa ye.

11 Awa heger ez bim, yan ew bin, em hʼemû jî aha dannasîn dikin û we aha jî bawer kirîye.


Rʼabûna bawermendaye ji mirinê

12 Awa heger em dannasîn dikin, ku Mesîh ji mirinê rʼabûye, çawa ji we hinek dibêjin, ku rʼabûna mirîya tʼune?

13 Heger rʼabûna mirîya tʼune, ku usa ye Mesîh jî ji mirinê rʼanebûye.

14 Û heger Mesîh ji mirinê rʼanebûye, ku usa ye dannasînîya me jî boş-betal e û bawerîya we jî boş-betal e.

15 Û emê jî bibine şeʼdêd Xwedêye derew, çimkî me bona Xwedê şeʼdetî da, ku Ewî Mesîh ji mirinê rʼakir, lê heger mirîyê rʼanebin, ku usa ye Ew jî ji mirinê rʼanekirîye.

16 Çimkî heger mirîyê rʼanebin, ku usa ye Mesîh jî ji mirinê rʼanebûye.

17 Û heger Mesîh ji mirinê rʼanebûye, wekî usa ye bawerîya we badîhewa ye, hela hê hûne nava gunêd xweda ne

18 û ewêd bawerîya Mesîhda jî mirine unda bûne.

19 Heger tʼenê em bona vê jîyînê gumana xwe Mesîh tînin, ku usa ye em ji hʼemû meriva meʼrimtir in.

20 Lê rʼast Mesîh ji mirinê rʼabûye, çawa berê deremeta pêşin ji nava mirîya rʼabûyî.

21 Mirin rʼûyê merivekîda bû, bi merivekî jî wê rʼabûna mirîya bibe.

22 Çawa hʼemûyêd ji Adem bûyî dimirin, usa jî hʼemûyêd ji Mesîh bûyî wê sax bin.

23 Lê her kes dora xweda: Pêşîyê Mesîh çawa berê deremeta pêşin, paşê yêd pʼara Mesîh, wextê hatina Wîda.

24 Hingê axirî wê bê, gava kʼoka her serwêrtîyê, hʼukumetîyê û qewatê bîne û pʼadşatîyê bide destê Bav Xwedê.

25 Çimkî Ew gerekê pʼadşatîyê bike, hʼeta ku Xwedê hʼemû dijmina bike binê pʼîyêd Wî.

26 Dijminê xilazîyê ku wê kʼokê lê bîne, mirin xwexa ye,

27 çimkî nivîsar dibêje: «Xwedê her tişt binê pʼîyada êlimî Wî kir». Lê gava tê gotinê «her tişt» êlimî Wî kir, feʼmdarî ye, pêştirî Wî Xwedêyî, Yê ku her tişt êlimî Wî kir.

28 Û gava her tişt êlimî Wî bin, hingê Kurʼ Xwexa jî wê êlimî Wî Xwedêyî be, Yê ku her tişt êlimî Wî kir, wekî her tiştîda Ew bibe Xwedêyê her tiştî.

29 Wekî din gotî, ewêd ku bona mirîya têne nixumandinê wê çi bikin? Heger mirîyê tʼu car rʼanebin, îdî çima bona mirîya têne nixumandinê?

30 Çima em jî her gav xwe davêjine ser sêla sor?

31 Ew firʼnaqbûna min şeʼde ye, xûşk-birano, ya ku ez pê we firʼnaq dibim yektîya Mesîh Îsayê Xudanê meda, ez her rʼoj dest ji eʼmirê xwe dikʼişînim.

32 Heger min Efesêda şerʼê xwe dereca merivayêda tʼevî «seʼva» kir, çi kʼete kʼîsê min? Heger rʼabûna mirîya wê tʼunebe, de îdî «em bixwin-vexwin, çimkî emê sibê bimirin», çawa hinek dibêjin.

33 Nexapin! «Hevaltîya xirab merivê xweyîpʼergal xirab dike».

34 Rʼast bifikirin, ser hʼişê xweda werin, îdî guna nekin, çimkî hinek ji we hê Xwedê nas nakin, ez vê yekê dibêjim, ku hûn şerm bikin.


Qalibê nûyî pey rʼabûna mirinêrʼa

35 Lê belê yekê bêje: «Mirî çawa dikarin rʼabin û qalibê wanê çawa be?»

36 Serê aqil! Ew tʼoximê ku tu diçînî, hʼeta «nemire» jîyînêrʼa şîn nabe.

37 Û ew tiştê ku tu diçînî, ne ku wî qalibî diçînî, kʼîjan ku wê bigihîje, lê hʼebeke sade ye, mesele genim, yan jî ji tʼoximêd mayîn.

38 Û Xwedê qalib dide wî tʼoximî, çawa ku dixwaze û her tʼoximek qalibê xwe distîne.

39 Hʼemû qalib xûn-goştek nînin, qalibê mêriv başqe ye û qalibê hʼeywên başqe, yê teyreda başqe ye, yê meʼsîya jî başqe.

40 Qalibêd li eʼzmên jî hene, qalibêd li dinê jî hene, lê rʼewşa yêd eʼzmên başqe ye û yêd dinê başqe.

41 Rʼewşa teʼvê başqe ye, rʼewşa hîvê başqe û rʼewşa steyrka jî başqe ye û her steyrkek bi rʼewşa xwe ji hev têne firqîkirinê.

42 Bi vî awayî jî rʼabûna mirîya ye: Qalibê dêris tê çandinê, yê nedêris wê rʼabe.

43 Ew bêrʼewş tê çandinê, bi rʼewşê wê rʼabe, ew bêtʼaqetîyê tê çandinê, bi qewatê wê rʼabe.

44 Qalibê bînber tê çandinê û qalibê rʼuhʼanî wê rʼabe. Çawa ku qalibê bînber heye, usa jî qalibê rʼuhʼanî heye.

45 Aha jî nivîsar e: «Merivê pêşin Adem, bû bînberekî sax», lê Ademê paşin bû rʼuhʼekî jîyîndayînê.

46 Lê belê pêşîyê yê rʼuhʼanî nebû, lê yê bînber, paşê yê rʼuhʼanî.

47 Merivê pêşin ji xwelîya eʼrdê bû, merivê duda ji eʼzmên bû.

48 Çawa yê ji xwelîyê bû, usa jî yêd ji xwelîyê ne, çawa yê ji eʼzmên e, usa jî yêd ji eʼzmên in.

49 Û me çawa kirasê yê ji xwelîyê li xwe kirîye, emê usa jî kirasê yê ji eʼzmên li xwe kin.

50 Gotina min ev e xûşk-birano, wekî xûn û goşt li Pʼadşatîya Xwedê nikarin war bin, ne jî dêrisbûn wê li nedêrisbûnê war be.

51 Kʼa bibihên, ez surʼekê werʼa bêjim: Em hʼemûyê nemirin, lê em hʼemûyê jî bêne guhastinê,

52 nişkêva, çawa çʼeʼvê xwe bigirî-vekî, dema borʼîya axirîyê bê lêdanê. Çimkî gava borʼî bê lêdanê, mirî wê nedêrisbûyî rʼabin, emê jî bêne guhastinê.

53 Çimkî gerekê evî dêris nedêrisîyê li xwe wergire û evî mirî nemirîyê li xwe wergire.

54 Lê gava evî dêris nedêrisîyê li xwe wergire û evî mirî nemirîyê li xwe wergire, hingê ew gotinê bê sêrî, ku nivîsar e: «Serkʼetinê mirin hʼûfî xwe kir».

55 «Mirin, kʼanê qîlê jeʼra te? Mirin, kʼanê serkʼetina te?»

56 Qîlê mirinê gune ye û qewata guna ji Qanûnê ye.

57 Lê şikir ji Xwedê, ku em bi destê Xudanê me Îsa Mesîh ser xistin.

58 Awa xûşk-birayêd mine delal, qewîn bimînin, ji cîyê xwe nehʼejin, her gav şixulê Xudanda pêşda herʼin, bizanibin xebata we boş-betal nîne li ber Xudan.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan