Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Korîntî I, 14 - Peymana Nû (Încîl)


Bona pʼêşkʼêşêd Rʼuhʼê Pîroz: Pʼêxembertî û zimanêd xerîb

1 Demana hʼizkirinêda bin û hʼeyra pʼêşkʼêşêd rʼuhʼanîda bin, îlahî pʼêxembertîkirinê.

2 Ewê ku bi zimanê xerîb xeber dide, ew ne ku mêrivrʼa xeber dide, lê Xwedêrʼa, çimkî kesek Wî feʼm nake. Ew bi qewata Rʼuhʼ surʼa dibêje.

3 Lê belê yê ku pʼêxembertîyê dike, ew mêrivrʼa xeber dide, bawerîya wan ava dike, dil dide ber wan û ber dilê wanda tê.

4 Ewê ku bi zimanêd xerîb xeber dide, tʼenê bawerîya xwe ava dike, lê ewê ku pʼêxembertîyê dike, civînê pêva ava dike.

5 Ez dixwazim ku hûn hʼemû jî bi zimanêd xerîb xeber din, lê ez hê dixwazim ku hûn pʼêxembertîyê bikin, çimkî yê pʼêxembertîyê dike, ji yêd bi zimanêd xerîb xeber dide çêtir e, pêştirî wî wextê ku tê şirovekirinê, wekî civîn bê avakirinê.

6 Awa xûşk-birano, heger ez bême cem we bi zimanêd xerîb xeber dim, ezê çi kʼarê bidime we? Tʼu kʼarê nadim heger ez eʼyantîyê, yan zanebûnê, yan pʼêxembertîyê, yan hînkirinê werʼa neynim?

7 Hacetêd nebînbere ku deng derdixin, em bêjin bilûr be, yan çeng, heger dengê wan nezelal be, wê çawa zanibin çi miqam tê lêxistinê?

8 Yan jî, heger borʼî dengekî nenas derxe, kʼê wê kʼarê xwe li şêrʼ bike?

9 Usa jî hûn, heger bi zimên xebereke feʼmdarî nebêjin, wê çawa bizanibin hûn çi dibêjin? Xeberdana weyê mîna bayê sar be.

10 Kʼifş e ku dinyayêda çiqas cûrʼe-cûrʼe ziman hene, lê ji wan yek jî bê feʼmîn nîne.

11 Lê, heger ez zimanekî feʼm nakim, ez bona yê wî zimanî xeber dide xerîb im û yê xeber dide jî bona min xerîb e.

12 Usa jî hûn ku hʼeyra pʼêşkʼêşêd rʼuhʼanîda ne, nava wan pʼêşkʼêşada hê pêşda herʼin, kʼîjan civînê ava dikin.

13 Bona vê yekê ewê ku bi zimanêd xerîb xeber dide, bira dua bike ku şiroveke jî.

14 Çimkî gava ez bi zimanêd xerîb dua dikim, ew rʼuhʼê min dua dike, lê hʼişê minda tişt rʼûnanî.

15 Ez çi bikim? Ezê hin bi rʼuhʼê xwe dua bikim, hin jî bi hʼişê xwe, hin bi rʼuhʼê xwe bistirêm, hin jî bi hʼişê xwe.

16 Heger tu bi rʼuhʼê xwe şikirîyê bidî, ewê ku mîna nezana sekinî ye, wê çawa rʼazîdarîya terʼa qayl be bêje: «Amîn»? Ew qet feʼm nake jî, tu çi dibêjî.

17 Belê tu rʼind rʼazîbûnê didî, lê bawerîya yê din nayê avakirinê.

18 Ez ji Xwedêyê xwe rʼazî me, ku ji we hʼemûya zeʼftir bi zimanêd xerîb xeber didim.

19 Lê belê civînêda ez hê dixwazim pênc xeberêd feʼmdarî bêjim, wekî hinekêd din jî hîn bikim, ne ku bi hʼezara xeberêd xerîb.

20 Xûşk-birano, hʼişê xweda zarʼ nîbin! Hindava xirabîyêda mîna zarʼa bin, lê hʼişê xweda gihîştî bin.

21 Qanûnêda nivîsar e: «Ezê bi merivêd xweyê zimanêd xerîb û zarêd xerîba vê cimeʼtêrʼa xeber dim, lê belê wê hingê jî guhdarîya Min nekin, Xudan dibêje».

22 Awa pʼêşkʼêşa zimanêd xerîb nîşanek e, ne ku bona bawermenda, lê bona nebawera û pʼêxembertî jî ne ku bona nebawera ye, lê bona bawermenda.

23 Heger tʼemamîya civînê pêva bicive û hʼemû jî zimanêd xerîb xeber din, hingê hineke nezan yan nebawer bikʼevine hindurʼ, wê nebêjin: «Evana dîn bûne»?

24 Lê heger hʼemû jî pʼêxembertîyê bikin, hingê yekî nebawer yan nezan bikʼeve hindurʼ, wê ji hʼemû gotinêd wan xwe mukurʼ bê û bê gunekʼarkirinê,

25 surʼêd dilê wîda jî wê bêne eʼyankirinê û deverʼû li ber Xwedê bikʼeve, wî bihʼebîne û deng hilde bêje: «Rʼastî jî Xwedê nav weda ye!»


Eʼrf-eʼdetêd civînê

26 Em îdî çawa bikin gelî xûşk-bira? Gava hûn dicivine cîkî, her kesê ji we çî wî hebe, heger kʼulam be, hînkirin be, eʼyantî be, xeberdana zimanêd xerîb be, şirovekirina zimanêd xerîb be, bira hʼemû jî bona avabûna civînê bin.

27 Heger yek bi zimanê xerîb xeber dide, bira dudu bin, yan ya lape zeʼf sisê, lê bira yek pey yekîrʼa xeber de û yek jî şiroveke.

28 Lê heger kesek tʼune ku şiroveke, bira ew civînêda dengê xwe neke, tʼenê ber xweda Xwedêrʼa xeber de.

29 Û ji pʼêxembera jî bira dudu bin, yan ya lape zeʼf sisê xeber din û yêd din bira eʼnene kin.

30 Lê heger li ber yekî ji nava rʼûniştîya jî tiştek vebe, îdî bira yê pêşin dengê xwe bibirʼe.

31 Çimkî hûn hʼemû jî, yek pey yekîrʼa dikarin pʼêxembertîyê bikin, wekî hʼemû jî hîn bin û hʼemû jî dil bistînin.

32 Û rʼuhʼêd pʼêxembera bin seʼvîtîya pʼêxemberada ne,

33 çimkî Xwedê ne Xwedêyê bêpʼergalîyê ye, lê Yê eʼdilayîyê ye. Çawa nava hʼemû civînêd cimeʼta Xwedêda,

34 bira jinêd we civînêda xwe kerʼ kin, çimkî îzina wan tʼune xeber din, lê bira guhdar bin, çawa Qanûn jî dibêje.

35 Lê heger ew tiştekî dixwazin bizanibin, bira li malê ji mêrêd xwe bipirsin, çimkî ne cayîz e ku jin civînêda xeber de.

36 Tʼu xebera Xwedê ji we derkʼet? Yan tʼenê gihîşte we?

37 Heger yek difikire, ku xwexa pʼêxember e yan rʼuhʼanî ye, bira zanibe çi ku min werʼa nivîsîn, tʼemîya Xudan e.

38 Lê heger yek guh nade van tişta, hûn jî guh nedine wî.

39 Awa xûşk-birano, hʼeyra pʼêxembertîkirinêda bin û dengê yêd bi zimanêd xerîb xeber didin nedine birʼînê.

40 Tʼenê her tişt bira bi tʼerbet, cî bi cî û maqûlî be.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan