Korîntî I, 13 - Peymana Nû (Încîl)Hʼizkirin 1 Heger ez bi zimanêd meriva yan milyakʼeta xeber dim, lê dilê minda hʼizkirin tʼunebe, ezê bibime mîna wî zengilê ku dike zingîn yan jî bolmêd sifre ku dikine şingîn. 2 Heger pʼêşkʼêşa pʼêxembertîyê minrʼa hebe û ser hʼemû surʼa vebim, hʼemû zanebûnê feʼm bikim û heger bawerîya min jî haqas hebe, hʼeta çʼîya jî ji cî biguhêzim, lê hʼizkirin dilê minda tʼunebe, ez ne tʼu tişt im. 3 Û heger hebûka xwe pêva belayî belengaza kim û bedena xwe jî bidime der bona şewitandinê, lê hʼizkirin dilê minda tʼunebe, tʼu kʼar nagihîje min. 4 Hʼizkirin dûmikdirêj û şîrin e, hʼizkirin hʼevsûdîyê nake, hʼizkirin kʼubar nabe, pʼişika xweda nawerime, 5 bêpʼergal nîne, ya xwe nagerʼe, zû hêrs nakʼeve, kʼînê najo, 6 dilê xwe li neheqîyê şa nake, lê rʼastîyêrʼa şa dibe. 7 Hʼizkirin her gav dadixe, her gav bawer dike, her gav xweyîguman e, her gav sebir dike. 8 Hʼizkirin tʼu car kʼuta nabe. Heger pʼêxembertî hebin, wê betal bin, heger zimanêd xerîb hebin, wê dengêd wan bêne birʼînê, heger zanebûn hebe, wê derbaz be herʼe. 9 Belê em ji pʼirʼî-hindikî zanin û ji pʼirʼî-hindikî pʼêxembertîyê dikin. 10 Lê gava kʼamiltî bê, hingê nekʼamiltî wê derbaz be herʼe. 11 Gava ez zarʼ bûm, min mîna zarʼa xeber dida, mîna zarʼa difikirîm, mîna zarʼa dida ber hʼesêb. Gava ez mezin bûm, ew tiştêd zarʼotîyê min ji xwe dûr xistin. 12 Niha em çawa qeretʼûkî neynikêda dibînin, lê hingê emê rʼû bi rʼû bibînin. Niha ez ji pʼirʼî-hindikî zanim, lê hingê ezê tʼam nas bikim, çawa ez hatime naskirinê. 13 Awa niha ev hersêk dimînin: Bawerî, guman û hʼizkirin. Lê hʼizkirin ser wanrʼa ye. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia