Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Korîntî I, 12 - Peymana Nû (Încîl)


Pʼêşkʼêşêd Rʼuhʼê Pîroz

1 Lê niha çi ji pʼêşkʼêşêd Rʼuhʼanî dikʼeve xûşk-birano, ez naxwazim ku hûn nezan bin.

2 Weva eʼyan e gava hûn pʼûtpʼarist bûn, hûn usa pey pʼûtêd kerʼe lal kʼetibûn, her alîyava kʼetibûne bin qolêd wan.

3 Bona vê yekê jî ez werʼa dibêjim, tʼu kes tʼune ku bi rʼêberîya Rʼuhʼê Xwedê xeber de û bêje: «Bira nifirʼ li Îsa be». Û kesek jî nikare bêje: «Îsa Xudan e», heger ne bi rʼêberîya Rʼuhʼê Pîroz.

4 Awa cûrʼe-cûrʼe pʼêşkʼêşêd Rʼuhʼanî hene, lê xût dayîna wî Rʼuhʼî ne,

5 cûrʼe-cûrʼe qulix jî hene, lê hema wî Xudanîrʼa qulix dikin,

6 usa jî cûrʼe-cûrʼe karîn hene, lê xût ew Xwedê ye, ku van dayînada karînê dide her kesî.

7 Lê her kesîrʼa Rʼuhʼ bona kʼara hʼemûya xuya dibe.

8 Yekîrʼa ji Rʼuhʼ xebera serwaxtîyê tê dayînê, yekîrʼa xebera zanebûnê xût ji wî Rʼuhʼî,

9 yekî dinrʼa bawerî xût ji wî Rʼuhʼî, yekî dinrʼa pʼêşkʼêşêd nexweşqenckirinê xût ji wî Rʼuhʼî,

10 yekî dinrʼa qewat, wekî kʼeremeta bike, yekî dinrʼa pʼêxembertî, yekî dinrʼa feʼmîna ku rʼuhʼa ji hev derxe, yekî dinrʼa zimanêd xerîb, yekîrʼa jî şirovekirina wan zimana.

11 Ev hʼemû jî xût Xwexa ew Rʼuhʼ dike û her kesîrʼa başqe-başqe pʼarevedike, çawa ku dixwaze.


Beden yek e, endem gelek in

12 Çawa beden yek e û gelek endemêd wê hene, lê dîsa ew hʼemû hevrʼa bedenek in, usa jî Mesîh e.

13 Rʼast usa jî yektîya Rʼuhʼekîda em hʼemû hatine nixumandinê, ku bibine bedenek, hin cihû hin necihû, hin xulam hin aza û em hʼemû jî ji wî Rʼuhʼî dane vexwarinê.

14 Belê beden ne tʼenê endemek e, lê ji geleka ye.

15 Heger nig bêje: «Ez ne ji bedenê me, çimkî ez ne dest im», gelo eva meʼnî ye, ku ew ne ji bedenê ye?

16 Û heger guh bêje: «Ez ne ji bedenê me, çimkî ez ne çʼeʼv im», gelo eva meʼnî ye, ku ew ne ji bedenê ye?

17 Heger tʼemamîya bedenê çʼeʼv bûya, lê bihîstinê li kʼu bûya? Heger hʼemû beden guh bûya, bînhildanê li ku bûya?

18 Lê rʼast Xwedê ew endem yeko-yeko bedenekêda cî kirin, çawa Wî xwest.

19 Heger hʼemû endemek bûna, bedenê li ku bûya?

20 Lê rʼast niha endem gelek in, lê beden yek e.

21 Çʼeʼv nikare bêje dest: «Tu kêrî min nayêyî!» Û ne jî serî nigarʼa dikare bêje: «Hûn kêrî min nayên!»

22 Lê serda ew endemêd bedenêye ku sist kʼifş dibin, ew hê ferz in

23 û ew endemêd bedenêye bêqedir têne hʼesabê, em hê qedirê wan zanin û yêd eʼybe nava wêda, em hê bi tʼerbet dinixêmin,

24 lê endemêd meye bêeʼyb ne hʼewcê wê yekê ne. Lê Xwedê beden hevva kir, ku yê bêqedir hê qedir bistîne,

25 wekî dutîretî nekʼeve nava bedenê, lê hʼemû endem ji hevdurʼa şewat bin.

26 Lema, gava endemek êşê dikʼişîne, hʼemû endem hevrʼa dêşin, lê gava endemek tê pesindayînê, hʼemû endem tʼevî wê şa dibin.

27 Awa hûn bedena Mesîh in û her yek ji we endemekî bedena Wî ye.

28 Û Xwedê pêşîyê hinek civînêda kirine şandî, ya duda pʼêxember, ya sisîya dersdar, paşê yêd kʼeremetkir, peyrʼa yêd xweyîyê pʼêşkʼêşêd nexweşqenckirinê, kʼomekdarîyê, seʼvîtîyê û yêd zimanêd xerîb.

29 Çima hʼemû şandî ne? Çima hʼemû pʼêxember in? Çima hʼemû dersdar in? Çima hʼemû kʼeremeta dikin?

30 Çima hʼemû xweyîyê pʼêşkʼêşêd nexweşqenckirinê ne? Çima hʼemû bi zimanêd xerîb xeber didin? Çima hʼemû zimana şirovedikin?

31 De hûn hʼeyra pʼêşkʼêşêd hê mezinda bin. Lê ezê rʼêke here qenc jî nîşanî we kim.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan