Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Korîntî I, 11 - Peymana Nû (Încîl)

1 Çʼeʼv bidine min, çawa ez jî çʼeʼv didime Mesîh.


Bona sernixamtin û serqotîyê dema hʼebandinêda

2 Ez pʼeyê we didim, wekî hûn hʼemû derecada min bîr tînin û ew rʼaw-rʼizimêd ku min dane we pêk tînin.

3 Lê ez dixwazim ku hûn zanibin wekî serê her mêrî Mesîh e, serê jinê mêr e û serê Mesîh Xwedê ye.

4 Her mêrê ku sernixamtî dua yan pʼêxembertîyê dike, ew serê xwe bêhurmet dike.

5 Û her kʼulfeta ku serqot dua yan pʼêxembertîyê dike, ew serê xwe bêhurmet dike. Ew dibe mîna yeke pʼorʼkurʼkirî.

6 Awa gotî, heger kʼulfet serê xwe nenixême, bira pʼorʼê xwe jî bibirʼe. Lê heger kʼulfetêrʼa eʼyb e, ku pʼorʼê xwe bibirʼe yan bide ber dûzan, ku usa ye bira serê xwe binixême.

7 Ne cayîz e mêr serê xwe binixême, çimkî ew sûret û rʼûmeta Xwedê ye, lê jin rʼûmeta mêr e.

8 (Çimkî ne ku mêr ji jinê ye, lê jin ji mêr e

9 û mêr bona jinê nexuliqî, lê jin bona mêr.)

10 Bona vê yekê gerekê kʼulfet serê xwe binixême, çawa nîşana bin hʼukumda, bona milyakʼetêd ku dibînin.

11 Lê belê yektîya Xudanda ne jin bê mêr dibe, ne jî mêr bê jin.

12 Çimkî çawa jin ji mêr e, usa jî mêr ji jinê ye, lê hʼemû jî ji Xwedê ne.

13 Hûn xwexa bidine ber hʼişa, gelo ji kʼulfetê dikʼeve, wekî serqot ber Xwedê dua bike?

14 Ne tʼebîyet jî we hîn dike, ku pʼorʼê dirêj rʼewşa mêr davêje?

15 Lê rʼewşa jinê pʼorʼê dirêj e, çimkî ew pʼorʼ jêrʼa bona nixamtinê hatîye dayînê.

16 Lê heger yek bixwaze vê yekêrʼa bikʼeve deʼwê, eʼdetekî meyî din tʼune û ne jî yê civînêd Xwedê.


Şîva Xudan
( Metta 26:26-29 ; Marqos 14:22-25 ; Lûqa 22:14-20 )

17 Lê vê tʼemîyêda ez pʼeyê we nadim, çimkî gava hûn dicivin, ew nabe kʼara we, lê zîyana we.

18 Berî her tiştî, ez dibihêm, gava ku hûn dicivine civînê, nava weda dibe dutîretî û kêm-zêde ez bawer dikim.

19 Belê, eʼseyî dutîretî wê bikʼeve nava we, wekî yêd nava wedaye jibare kʼifş bin.

20 Awa hûn ku dicivine cîkî, eva nabe şîva Xudan ku hûn dixwin,

21 çimkî gava her yek ji we dixwe, hʼece-hʼeca wî ye ser şîvê dikʼeve. Yek birʼçî dimîne û yê din kʼêfxweş dibe.

22 Çima malêd we tʼunene, ku hûn wanda bixwin û vexwin? Yan çima civîna Xwedê bêhurmet dikin û desttenga didine şermê? Ez çi werʼa bêjim? Pʼeyê we bidim bona vê yekê? Ez vê yekê nikarim!

23 Min ev yek ji Xudan stand û da we, ku Xudan Îsa wê şeva ku hate nemamkirinê, nan hilda

24 şikirî da, kerkir û got: «Eva bedena Min e bona we. Vê yekê bona bîranîna Min bikin».

25 Usa jî kʼas pey şîvêrʼa hilda û got: «Eva kʼasa peymana nû ye, pê xûna Min girêdayî. Vê yekê bona bîranîna Min bikin, çi car gava hûn jê vexwin».

26 Her car, gava hûn vî nanî bixwin û ji vê kʼasê vexwin, mirina Xudan bikine dengî, hʼeta hatina Wî.

27 Awa kʼî bi nelayîqî nanê Xudan bixwe yan kʼasa Wî vexwe, wê deyndarê beden û xûna Wî be.

28 Lema bira meriv pêşîyê dilê xwe binihêrʼe û paşê ji wî nanî bixwe û ji wê kʼasê vexwe.

29 Çimkî kʼî bixwe û vexwe û feʼmîna bedena Xudan nizanibe, ew dîwana xwe dixwe û vedixwe.

30 Lema jî nava weda gelek nexweş û xweyîzede hene û hinek jî mirine.

31 Lê heger me dîwana xwe bikira, dîwana meyê nehata kirinê,

32 lê gava dîwana me bibe, em ji Xudan têne şîretkirinê, wekî dîwana me tʼevî dinyayê nebe.

33 Awa xûşk-birayêd min, gava bona şîva Xudan bicivin, hîvîya hevdu bisekinin.

34 Lê heger yek birʼçî ye, bira mala xweda bixwe, ku nebe, gava hûn bicivin, dîwanê ser xweda bînin. Bona pirsêd mayîn, gava bêm ezê hingê safî kim.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan