Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Korîntî I, 10 - Peymana Nû (Încîl)


Xwedê necêrʼibînin, çawa cimeʼta Îsraêlê cêrʼiband

1 Naxwazim xûşk-birano, ku hûn nizanibin wekî kal-bavêd me hʼemû jî bin sîya eʼwrda bûn û hʼemû jî Beʼra Sorrʼa derbaz bûn.

2 Hʼemû jî tʼevî Mûsa bûne yek, eʼwr û beʼrêda hatine nixumandinê.

3 Hʼemûya jî xût ew xwarina rʼuhʼanî xwar

4 û hʼemûya jî xût ew vexwarina rʼuhʼanî vexwar, çimkî ji wî Qeyayê rʼuhʼanî vedixwarin, Yê ku tʼevî wan diçû û ew Qeya Mesîh bû.

5 Lê Xwedê gelekêd ji wan begem nekirin, lema cinyazêd wan berʼîyêda her dera kʼetî man.

6 Îdî ew tişt bona me bûne meselêd gotî, wekî em havijîya xwe ji tiştêd xirab neynin, çawa wan dilhavijî kir.

7 Ne jî bibin pʼûtpʼarist, çawa ji wan hinek bûn, bona kʼîjana nivîsar e: «Cimeʼtê rʼûnişt xwar, vexwar û rʼabûn namûsa hevrʼa lîstin».

8 Em qavîyê nekin, çawa ji wan hineka qavî kir û rʼojekêda bîst sê hʼezar merî kʼetin qirʼ bûn.

9 Mesîh necêrʼibînin, çawa ji wan hineka cêrʼiband û bi meʼra hatine lêdanê mirin.

10 Û bîna xwe teng nekin, çawa ji wan hineka bîntengî kirin û bi destê milyakʼetê mirinê kʼoka wan hat.

11 Ev hʼemû tişt çawa meselêd gotî dihatine serê wan, lê bona me ku em axirîya van dewrada dijîn, çawa şîret hatine nivîsarê.

12 Awa kʼî difikire ku ew miqerʼm sekinî ye, bira haş ji xwe hebe ku nekʼeve.

13 Cêrʼibandinêd usa nayêne serê we, pêştirî wan cêrʼibandinêd ku têne serê merivêd mayîn. Lê Xwedê amin e, Ew nahêle ku hûn ji qewata xwe der bêne cêrʼibandinê. Ewê cêrʼibandinêda delîlekê jî bike, ku hûn bikaribin teyax kin.

14 Awa delalêd min, ji pʼûtpʼaristîyê birʼevin.

15 Ez çawa tʼevî serwaxta xeber didim. Hûn xwexa bidine ber hʼesaba, ez çi dibêjim.

16 Ew kʼasa Şîva Xudan, ya ku em pê şikirîyê didin, ne heleqetîya xûna Mesîh e? Ew nanê ku em kerdikin, ne heleqetîya bedena Mesîh e?

17 Nanek heye, lema em hʼemû jî bedenek in, çimkî em hʼemû jî ji wî nanî kerdikin.

18 Dîna xwe bidine cimeʼta Îsraêlê: Ewêd ku qurbana dixwin, tʼevî wê pʼara gorîgehê nabin?

19 Belê ez çi bêjim? Gelo pʼût ji xwe tiştek e, yan qurbanêd pʼûtarʼa têne dayînê berga tiştekî digirin?

20 Na xêr! Lê gotina min ev e, ku ew tiştêd pʼûtpʼarist dikine qurban, cinarʼa dikin, ne ku Xwedêrʼa. Û ez naxwazim ku heleqetîya we tʼevî cina hebe.

21 Hûn nikarin hin kʼasa Xudan vexwin, hin jî kʼasa cina. Hûn nikarin hin ji sifra Xudan bixwin, hin jî ji sifra cina.

22 Yan em bikin ku xîreta Xudan qebûl neke? Çima em ji Wî qewattir in?

23 Dibêjin: «Her tişt eʼdet e», belê, lê her tişt ne kʼar e. «Her tişt eʼdet e», lê her tişt ava nake.

24 Nebe ku yek kʼara xwe bigerʼe, lê ya hevalê xwe.

25 Çi ku qesabxanada tê firotanê bixwin, pey pirs-pirsîyara nekʼevin, bona fikarkirina îsafê.

26 Çawa nivîsar e: «Dinya bi xêr-xizna xweva ya Xudan e».

27 Heger ji nebawera yek we tʼeglîf ke û hûn bixwazin herʼin, çi bidine ber we bixwin, pey pirs-pirsîyara nekʼevin, bona fikarkirina îsafê.

28 (Lê heger yek werʼa bêje: «Eva qurban e», îdî nexwin bona yê ku hûn pê hʼesandin û bona fikarkirina îsafê.

29 Gotina min ne bona fikara îsafa we ye, lê ya hevalê we.) Çima gerekê azayîya min bona fikara îsafa yekî mayîn bê lomekʼarkirinê?

30 Heger ez şikirîyê didime Xwedê dixwim, çima bona wê yekê xeyba min dikin, wekî ez şikirîya xwe Xwedê tînim?

31 Awa heger hûn bixwin, vexwin, yan çi şixulî ku hûn bikin, her tiştî bona şikirdayîna Xwedê bikin.

32 Ne nig bavêjine ber cihûya, ne ber necihûya, ne jî ber civîna Xwedê,

33 çawa ez jî her alîyava li hʼemûya xweş têm û kʼara xwe nagerʼim, lê ya geleka, wekî xilaz bin.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan