Korîntî I, 1 - Peymana Nû (Încîl)Silavkirin 1 Ji Pawlosê ku bi eʼmirê Xwedê şandîtîya Mesîh Îsarʼa gazîkirî, tʼevî Sostênîsê bira, 2 civîna Xwedêye Korintʼêrʼa, buhurtî-jibarebûyîyêd yektîya Mesîh Îsada, yêd pîrozbûnêrʼa gazîkirî, tʼevî wan hʼemûyêd ku her dera gazî navê Xudanê me Îsa Mesîh dikin, Ew Xudanê wan û me ye: 3 De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedêyê Bavê me û Xudan Îsa Mesîh li we be. Şikirdarîya Pawlos 4 Ez her gav bona we şikirîyê didime Xwedêyê xwe, bona wê kʼerema Wî, ya ku bi saya Mesîh Îsa werʼa hatîye dayînê. 5 Belê hûn bi yektîya Wî her tiştîda dewletî bûn, her xeberdanê û her zanebûnêda. 6 Hînkirina derheqa Mesîhda nava weda hʼîmê xwe usa girtîye, 7 ku hûn kêmasîya tʼu pʼêşkʼêşê nakʼişînin, gava hîvîya xuyabûna Xudanê me Îsa Mesîh in. 8 Ewê we hʼeta xilazîyê hʼîmgirtî xwey ke, ku hûn Rʼoja hatina Xudanê me Îsa Mesîh bêlekʼe bin. 9 Amin e ew Xwedêyê ku gazî we kir, wekî hûn tʼevî Kurʼê Wî Îsa Mesîhê Xudanê me bin. Dutîretîya civîna Korintʼêda 10 De ez îdî hîvî ji we dikim xûşk-birano, bi navê Xudanê me Îsa Mesîh, bira gotina we hʼemûya yek be û dutîretî nava weda tʼunebin, lê hʼemû jî bi hevrʼa bin û ser nêt-meremekî bin. 11 Çimkî min salixê we ji mala Xiloyê hilda xûşk-birano, ku nava weda deʼw-doz hene. 12 Awa gotî dixwazim bêjim, wekî nava weda yek dibêje: «Ez Pawlosî me», yek dibêje: «Ez Apoloyî me», yek jî dibêje: «Ez Petrûsî me» û yekî din jî dibêje: «Ez Mesîhî me». 13 Çima Mesîh pʼarevebûyî ye? Çima Pawlos bona we xaç bûye? Yan bi navê Pawlos hûn pê avê hatine nixumandinê? 14 Ez ji Xwedê rʼazî me, ku min ji we tʼu kes nenixumand, pêştirî Kirîspo û Gayos. 15 Niha tʼu kes nikare bêje, ku hûn bi navê min hatine nixumandinê. 16 (Rʼast e min mala Steyfan jî nixumand. Lê wekî mayîn nayê bîra min, ku min yekî din nixumandibe.) 17 Çimkî Mesîh ez nixumandinêrʼa neşandim, lê Mizgînîdayînêrʼa û ez vê yekê nadime zora xeberdana zimên, ku nebe qewata xaçê Mesîh ber tiştekî neyê hʼesabê. Mesîh qudreta Xwedê û serwaxtîya Xwedê ye 18 Rʼast e hînkirina derheqa xaçda undabûyîyarʼa bêhʼişî ye, lê me xilazbûyîyarʼa, qewata Xwedê ye. 19 Çawa nivîsar e: «Ezê serwaxtîya serwaxta unda kim û bîlantîya bîlana betal kim». 20 Kʼanên serwaxt? Kʼanên zane? Kʼanên aqilmendêd vê dinyayê? Ne serwaxtîya vê dinyayê Xwedê kire bêhʼişî? 21 Çimkî serwaxtîya Xwedê nehişt ku dinya bi serwaxtîya xwe Wî nas ke, lê li Xwedê xweş hat, bi wê hînkirina «bêhʼişî» yêd ku bawer dikin xilaz ke. 22 Cihû kʼeremeta dixwazin û yûnan jî serwaxtîyê digerʼin. 23 Lê em, Mesîhê xaçbûyî dannasîn dikin, cihûyarʼa pʼişkbûn e, necihûyarʼa jî bêhʼişî, 24 lê bona yêd ku Xwedê gazî wan dike, heger cihû bin, heger necihû, ew xeber Mesîh e, qewata Xwedê û serwaxtîya Xwedê. 25 Çimkî ew kirêd Xwedêye ku ber çʼeʼvê meriva bêhʼişî xuya dibin, ew ji serwaxtîya merivayê serwaxttir in û ber çʼeʼvê meriva çiqas sistîya Xwedê xuya dibe, ew ji qewata merivayê qewattir e. 26 Dîna xwe bidinê xûşk-birano, hûn kʼî bûne ku Xwedêda hatine gazîkirinê: Alîyê dinêda ji we gelek ne serwaxt bûne, ji we gelek dinêda ne zor bûne û ne jî ji we gelek malêd rʼengînda bûne. 27 Lê Xwedê bêhʼişêd dinê bijartin, wekî serwaxta bide şermê û sistêd dinê bijartin, wekî yêd qewat bide şermê 28 û Xwedê yêd dinêbêxebere bêrʼûmet û yêd ne tʼu tişt bijartin, ku heyînêd berbiçʼeʼv rʼet ke herʼe, 29 wekî tʼu qûl-bende li ber Xwedê pê xwe nefirʼe. 30 Ewî hûn tʼevî Mesîh Îsa kirin û Mesîh bona me kire serwaxtî. Em bi Wî rʼast têne hʼesabê, pîroz û aza dibin. 31 Awa çawa nivîsar e: «Yê ku difirʼe, bira bi Xudan bifirʼe». |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia