Kolosî 4 - Peymana Nû (Încîl)1 Xweyîno, xulamêd xwerʼa heqîyê û rʼastîyê bikin. Bizanibin ku Xweyê we jî li eʼzmên heye. Xîreta duakirinê û serwaxtîya hindava nebawerada 2 Her gav xwe bidine dua, duakirinêda hʼişyar bimînin, şikirîya xwe li Xwedê bînin. 3 Bona me jî dua bikin, wekî Xwedê derî bona xeberdanê li ber me veke, ku em surʼa Mesîh eʼlam kin, bona kʼîjanê jî ez van qeydada me. 4 Dua bikin, ku ez wê usa zelal bidime eʼyankirinê, çawa borcê min ew gerekê bê gotinê. 5 Hindava nebawerada serwaxt bin û dest bidine ber wext. 6 Bira xeberdana we tʼimê meʼrîfetî û xwêkirî be û bizanibin ku çawa cayîz e caba her kesî bidin. Silavêd axirîyê 7 Bona min Tixîko wê her tiştî werʼa bêje. Ew birakî delal e, berdestîkî amin û heval-xulamekî yektîya Xudanda ye. 8 Ez bona wê yekê wî ser weda dişînim, wekî hûn haş ji me hebin û ew bi vê yekê dil bide we. 9 Ez wî tʼevî birayê meyî aminî delal Onîsîmo dişînim, ku ew ji we ye jî. Ewana werʼa wê bona her tiştêd ku li vir diqewimin bêjin. 10 Erîstarxoyê hevalê minî kelêda li we silav dike, usa jî Marqosê pismamê Barnabas. (Bona wî we tʼemî standîye. Gava bê cem we, wî qebûl kin.) 11 Û Îsayê ku jêrʼa Yûsto jî dibêjin li we silav dike. Evana tʼenê ji alîyê bawermendêd cihûyada bona Pʼadşatîya Xwedê tʼevî şixulê min in û bîna min bi wan derkʼetîye. 12 Silavê Êpafrasê xulamê Mesîh Îsa jî li we hene, ku ew yek ji we ye. Ew her gav bi dil û can bona we dua dike, wekî hûn gihîştî miqerʼm sekinî bin, tʼemamîya eʼmirê Xwedêda bawer bin. 13 Ez şeʼde me, ku ew gelekî bona we, usa jî bona yêd Lawdikyayê û Hîrapolîsêda xîret dike. 14 Lûqayê doxtorê delal li we silav dike, usa jî Dîmas. 15 Silavê bidine xûşk-birayêd Lawdikyayê, Nîmfasa xûşk û civîna mala wêda. 16 Gava eva neʼma nava weda bê xwendinê, usa bikin ku civîna Lawdikyayêda jî bê xwendinê û neʼma lawdikîyarʼa şandî jî hûn bixûnin. 17 Û bêjine Arxîpo: «Bona wî qulixê ku te ji Xudan standîye, miqatî xwe bî, ku bînî sêrî». 18 Eva silava min Pawlos e, min bi destê xwe nivîsî. Qeydêd min bîr nekin! Kʼerema Xwedê werʼa be. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia