Kolosî 3 - Peymana Nû (Încîl)Jîyîna nû û jîyîna kevin 1 Awa ku hûn tʼevî Mesîh ji mirinê rʼabûne, ku usa ye li tiştêd jorin bigerʼin, wê dera kʼu Mesîh li milê Xwedêyî rʼastê rʼûniştî ye. 2 Ser tiştêd jorin bifikirin, ne ku ser tiştêd vê dinyayê. 3 Çimkî hûn mirine û eʼmirê we tʼevî Mesîh cem Xwedê veşartî ye. 4 Gava Mesîh, ku eʼmirê we ye xuya be, hûnê jî hingê tʼevî Wî bi rʼûmeta Wî xuya bin. 5 Awa xwestinêd dilê xweye vê dinê bikujin: Bênamûsîyê, hʼeramîyê, temê xirab, dilhavijîya xirab û timayê, ku pʼûtpʼaristî ye. 6 Ev in sebeb ku xezeba Xwedê wê ser wan merivêd ku ne gurʼa Wîda ne bê. 7 We jî wextekê ew tişt dikirin, gava we nava wan kirêd xirabda dijît. 8 Lê niha hûn van hʼemûya ji xwe dûr xin: Hêrsê, berzeqîyê, xirabîyê, tiştêd nebûyî û xeberêd necayîz ji devê xwe. 9 Hevdurʼa derewa nekin, çimkî we merivê kevin kirêd wîva ji ser xwe êxistîye 10 û ewî nû li xwe kirîye. Ew merivê nû rʼoj bi rʼoj anegorî sûretê Eʼfirandarê xwe tê nûkirinê, wekî Xwedê tʼam nas ke. 11 Îdî firqî ne nava cihû û necihûyada heye, ne nava sinetkirî û nesinetkirîyada, ne barbar û beyanîyada û ne jî xulam û azayada, lê serî Mesîh e û Mesîh e nava her bawermendîda. 12 Awa çawa cimeʼta Xwedêye bijartîye pîroz û hʼizkirî, dilşewatîyê, qencîyê, milûktîyê, berbihêrîyê û sebirê li xwe wergirin. 13 Li hev sebir kin û li hev bibaxşînin, heger gazinê yekî li hindava yekîda hebe. Çawa Xudan baxşande we, hûn jî usa bibaxşînine hev. 14 Û ser van hʼemûyada hʼizkirinê li xwe kin, ya ku van hʼemûya bi yektîya tʼam hevva girêdide. 15 Bira eʼdilayîya Mesîh serwêrtîyê nêt-fikirêd we bike. Bona wê eʼdilayîyê hûn hatine gazîkirinê, ku bibine mîna bedenekê. Û şêkirdar bin. 16 Bira xebera Mesîh bi dewlemendtîya xweva nava weda bimîne. Bi hʼemû serwaxtîyê li hev hîn kin û şîret kin, zebûra û her cûrʼe stiranêd rʼuhʼanî bi şikirdarî dilê xweda bona Xwedê bistirên. 17 Û çi jî ku hûn bi xebera yan kira bikin, her tiştî bi saya navê Xudan Îsa bikin, bi destê Wî şikirîyê bidine Bav Xwedê. Tʼemîyêd bona neferêd malda 18 Kʼulfetno, gurʼa mêrêd xweda bin, çawa ku li yektîya Xudan dikʼeve. 19 Mêrno, kʼulfetêd xwe hʼiz bikin, dilê wan neêşînin. 20 Zarʼno, her tiştîda gurʼa dê û bavê xweda bin, çimkî ew yek li Xudan xweş tê. 21 Bavno, hêrsa zarʼêd xwe rʼanekin, wekî ew ber xwe nekʼevin. 22 Xulamno, her tiştîda gurʼa xweyîyêd xweye vê dinêda bin, ne ku bi hʼilekʼarîyê xwe bikine dilê meriva ku bêne kʼifşê, lê bi dilê sax û xofa Xudan xulamtîyê bikin. 23 Û çi jî bikin, bi dil û can bikin, çawa bona Xudan, ne ku bona meriva. 24 Zanibin ku hûnê ji Xudan bêne xelatkirinê, warê jorin bistînin. Çimkî Xudan Mesîhrʼa hûn xulamtîyê dikin. 25 Lê yê neheq wê weke neheqîya xwe bistîne, çimkî li cem Xwedê tʼu firqî tʼune. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia