Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Kolosî 2 - Peymana Nû (Încîl)

1 Ez dixwazim hûn zanibin ku ez çi şerʼî dikim bona we, yêd Lawdikyayê û hʼemûyêd ku rʼû bi rʼû ez nedîtime.

2 Ez aha dikim, wekî dilşidîyayî bin, hʼizkirinêda bibin yek û bigihîjine tʼemamîya dewlemendtîya feʼmdarîyê. Hingê ewê surʼa Xwedê nas kin, ku Mesîh e.

3 Ew e kʼilîta hʼemû xizna zanebûnê û serwaxtîya veşartî.

4 Ez vê yekê dibêjim, wekî tʼu kes we bi zarê şîrin nexalifîne.

5 Rʼast e ez bedena xweda ji we dûr im, lê rʼuhʼê xweda tʼevî we me û ez şa me ku pʼergalîya weye tʼifaq û ew bawerîya weye ser Mesîh şidîyayî dibînim.


Jîyîna yektîya Mesîhda

6 Awa we çawa Xudan Mesîh Îsa qebûl kir, usa jî yektîya Wîda bijîn,

7 rʼaw avîtî, ser Wî çêkirî û bawerîyêda şidîyayî hʼîmgirtî bin, çawa hûn hatine hînkirinê. Û her gav bi dilê rʼazî şikirîyê bidine Wî.

8 Haş ji xwe hebin, nebe ku yek bi serwaxtîya derewe pʼûçʼ dilê we bike hêsîr. Ew ji eʼdetêd meriva û sixirêd vê dinyayê tên, ne ji Mesîh.

9 Çimkî tʼemamîya binyatʼa Xwedêtîyê nava Mesîhê bedenîda ye

10 û hûn jî yektîya Wîda gihîştî ne, ku serê hʼemû serwêrtîya û hʼukumetîya ye.

11 Yektîya Wîda hûn bi sineta bê dest ji alîyê Mesîhda dilê xweda hatine sinetkirinê, ji binyatʼa xweye gunekʼar hatine birʼînê.

12 Gava hûn pê avê hatine nixumandinê, tʼevî Wî hatine definkirinê û bi wê nixumandinê jî hûn tʼevî Wî ji mirinê rʼabûn, çimkî we bawerîya xwe bi qewata Wî Xwedêyî anî, Yê ku Mesîh ji mirinê rʼakir.

13 Û hûn wextekê bi rʼuhʼanî nava neheqîya û binyatʼa xweye gunekʼare nesinetkirîda mirî bûn, lê Xwedê hûn tʼevî Mesîh sax kirin. Ewî hʼemû neheqîyêd me baxşandine me

14 û ew kʼaxaza deynêd meye ku bi qeyde-qanûnî miqabilî me hatibû nivîsarê rʼesît kir, ji navê hilda xaçva mix kir.

15 Bi wî xaçî Mesîh çʼekêd serwêr û hʼukumetêd teʼrîstanîyê da danînê, ew çawa hêsîr pey Xwe birin, nava kʼoma Xweye serkʼetîda kirine sosret.

16 Awa guh nedine tʼu kesî, yêd ku bona pirsa xwarin, vexwarinê yan jî bona pirsa cejina û cejinêd hîva nû usa jî rʼojêd şemîya, we lomekʼar dikin.

17 Ev hʼemû sîya wan tişta ne, yêd ku wê bên, lê rʼastî Mesîh e.

18 Nebe ku yek destê we ji lecxelatê bike, yê ku bi xwenimizkirina hʼilekʼarî, milyakʼet-hʼebandinê û bi gîrobûna dîtinêd ber çʼeʼva mijûl e. Yêd usa bi fikirêd pʼûçʼe merivayî pʼişika xweda diwerimin

19 û xwe îdî li Sêrî nagirin, ku Mesîh e. Bi Wî tʼemamîya bedenê bi pʼevgirêk û sêvikava hevva girêdayî tê xweyîkirinê û bi gîhandina Xwedê digihîje, li gora xwestina Wî.

20 Awa heger hûn tʼevî Mesîh mirine û ji sixirêd vê dinyayê aza bûne, îdî hûn çima mîna berê pey eʼrf-eʼdetêd vê dinyayê diçin? Hûn çima guh didine tʼemîyêd aha? Mesele:

21 «Nêzîk nebe, teʼm neke, lê nekʼeve».

22 Ev hʼemû mijûlî jî wê pʼûçʼ bin herʼin, evana ji tʼemî û hînkirinêd meriva ne.

23 Feʼmdarî ye ku ev eʼrf-eʼdet çawa serwaxtî xuya dibin, gava dikine stûyê xwe ku milyakʼeta bihʼebînin, xwe nimiz kin û bedena xwe bidine cefê, lê ev hʼemû miqabilî binyatʼa gunekʼar tʼu tiştî nakin.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan