Kolosî 1 - Peymana Nû (Încîl)Silavkirin 1 Ji Pawlosê bi eʼmirê Xwedê şandîyê Mesîh Îsa û ji Tîmotʼêyoyê bira, 2 cimeʼta Xwedêrʼa, wan xûşk-birayêd amine yektîya Mesîhda ku Kolosyayêda dimînin: De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedêyê Bavê me li we be. Dua û şikirdayîna Pawlos 3 Em tʼimê gava bona we dua dikin, şikirîya xwe li Xwedêyê Bavê Xudanê xwe Îsa Mesîh tînin, 4 çimkî me bona wê bawerîya weye ser Mesîh Îsa û wê hʼizkirina weye hindava tʼemamîya cimeʼta Xwedêda bihîstîye. 5 Ev yek ji vê gumanê tê, ya ku eʼzmanada werʼa tê xweyîkirinê, bona kʼîjanê we bihîstîye, gava pêşda xebera Mizgînîyêye rʼast 6 gihîşte we. Û ew Mizgînî tʼemamîya dinyayêda digihîje û ber dide, çawa nava weda jî ji wê rʼojêda, gava we bihîst û kʼerema Xwedê tʼemamîya rʼastîya wêva nas kir. 7 Hûn vê yekê ji hevalxulamê meyî hʼizkirî Êpafras hîn bûne, ku hindava meda berdestîkî Mesîhî amin e. 8 Ewî bona wê hʼizkirina ku Rʼuhʼ daye we merʼa got. 9 Bona wê yekê jî ji wê rʼojêda girtî, gava me bona we bihîst, me dest ji dua û hîvîkirinê nekʼişandîye, wekî hûn zanebûna eʼmirê Xwedêda gihîştî bin, bi hʼemû serwaxtî û zanebûna rʼuhʼanîva tʼijî bin, 10 wekî hûn bikaribin xwe usa xwey kin, çawa layîqî Xudan e, her alîyava li Wî xweş bên, her qencîkirinêda xweyîber bin, bi zanebûna Xwedê bigihîjin. 11 Bira hûn anegorî tʼemamîya wê qewata Wîye ku ji zorayîya Wîye xweyîrʼûmet tê qewat bin, ku hûn her tiştîda bi dûmika dirêj sebir bikin. Bi eşq 12 şikirîya xwe bidine Bavê, ku hûn layîqî vê yekê kirine, wekî hûn Pʼadşatîya rʼonayêda tʼevî cimeʼta Wî bibine xweyîpʼar. 13 Ewî em ji hʼukumetîya teʼrîstanîyê xilaz kirin û cî-guhastî Pʼadşatîya Kurʼê Xweyî hʼizkirî kirin, 14 pê kʼîjanî em aza bûn, awa gotî me baxşandina guna stand. Kʼî ye Mesîh û şixulê Wî çi ye? 15 Ew e sûretê Xwedêyê ku xuya nabe, Ew Nixurîyê ser hʼemû eʼfirînarʼa. 16 Çimkî bi destê Wî her tiştêd li eʼrd û eʼzmana eʼfirîne, çi ku xuya dibin, çi ku xuya nabin, heger kʼursî yan xudantî bin, heger serwêrtî yan hʼukumetî bin, her tişt bi destê Wî û bona Wî eʼfirîne. 17 Ew berî her tiştî hebû û her tişt bi saya serê Wî cîyê xweda dimînin. 18 Ew e serê Bedenê, awa gotî serê civînê, destpêbûna wê û nixurîyê ji nava mirîya, wekî her tiştîda Ew bibe Yê pêş. 19 Çimkî li Xwedê xweş hat, ku tʼemamîya binyatʼa xwedêtîyê nava Wîda be 20 û bi Wî her tiştî tʼevî Xwe li hev bîne, heger li ser eʼrdê be, yan jî li eʼzmana be, bi wê xûna Wîye ser xaçê rʼijîyayî eʼdilayîyê bike. 21 Hûn jî ku wextekê ji dest fikir û kirinêd xweye xirab, xerîb û neyarêd Xwedê bûn, 22 lê niha Ewî bi mirina Mesîhe bedenî hûn tʼevî Xwe li hev anîn, wekî we li ber Xwe pîroz, bêlekʼe û bêsûc bide sekinandinê. 23 Lê tʼenê gerekê hûn bawerîyêda hʼîmgirtî qewîn bimînin û ji wê gumana Mizgînîyê nekʼevin, ya ku we bihîst û wan hʼemûyarʼa, yêd ku bin pʼerʼê eʼzmênda dimînin hate dannasînkirinê. Û ez, Pawlos bûme berdestîyê wê. Cefayêd Pawlose bona civîna Xwedê 24 Ez niha van cefayêd xweda, kʼîjana ku bona we dikʼişînim, şa me û wan tengasîyêd Mesîhe mayîn bi canîya xwe bona Bedena Wî, ya ku civîn e, tʼemam dikim. 25 Ez wê civînêrʼa bûme berdestî, ev yek alîyê Xwedêda çawa deyn kʼete stûyê min, wekî gotina Xwedê tʼemamîyê pêva bigihînime we, 26 ew surʼa ku ji dewr û qurʼnada veşartî bû, lê niha cimeʼta Wîva eʼyan bû. 27 Xwedê xwest li ber cimeʼta Xwe veke, ku çi dewlemendtîke xweyîrʼûmet vê surʼêda bona hʼemû mileta heye. Û ew surʼ ev e, ku Mesîh nava weda ye, awa gotî hûn gumana wê yekê ne, ku pʼara rʼûmetê bin. 28 Em Wî dannasîn dikin, her kesî şîret dikin, her kesî bi hʼemû serwaxtîyê hîn dikin, wekî her kesî yektîya Mesîhda gihîştî li ber Xwedê bidine sekinandinê. 29 Bona wê yekê jî ez dixebitim û anegorî wê qewata Wî şerʼê xwe dikim, Ya ku nava minda bi zorayî ya Xwe dike. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia