یعقوب 5 - Peymana Nû (Încîl)Bona dewletîya 1 Niha hûn bibihên, dewletîno! Bigirîn û şînê bikin bona wê belengazîya ku wê bê serê we. 2 Hebûka we rʼizî ye, kʼincêd we jî bûne xurê bizûzê. 3 Zêrʼ û zîvê we zeng girtin e û zenga wanê bibe şeʼdê miqabilî we û mîna alava êgir goştê we hʼûfî xwe ke. We bona rʼojêd axirîyê xizne xwerʼa tʼop kir! 4 We ew heqêd pʼalêd ku eʼrdê we didirûtin nedanê. Va ye ew heq dikine zarîn. Şikîyatê wan pʼala gihîştîye guhê Xudanê Zor. 5 We li ser dinê çʼeʼvê xwe tiştekîda nehiştîye, li gora dilê xwe xwarîye-vexwarîye, çawa kʼozîkirî, bona rʼoja serjêkirinê. 6 We ew merivêd rʼast lomekʼar kirin û kuştin, kʼîjan ku miqabilî we rʼanebûn. Sebir û dua 7 Awa xûşk-birano, sebir kin hʼeta hatina Xudan. Dîna xwe bidinê, cotkʼar hîvîya berê eʼrdêyî bi qîmet e, bona wê yekê sebir dike hʼeta barana pêşin û paşin lêde. 8 Hûn jî sebir kin, gumana xwe unda nekin, çimkî hatina Xudan nêzîk e. 9 Bîna xwe ji hevdu teng nekin xûşk-birano, ku dîwana we nebe. Va ye hʼakim pişt dêrî sekinî ye. 10 Xûşk-birano, alîyê teʼlî-tengîya û sebirêda çʼeʼv bidine wan pʼêxembera, yêd ku bi navê Xudan xeber dane. 11 Belê em xwezîya xwe li yêd sebir dikin tînin. We bona sebira Îbo bihîstîye û we dît, Xudan axirîya wî çawa xêr kir, çimkî Xudan gelekî îsaf û rʼeʼm e! 12 Berî her tiştî xûşk-birayêd min, sond nexwin, ne bi eʼzmên, ne bi eʼrdê, ne jî sondeke mayîn. Bira «Belê»-ya we belê be, «Na»-ya we na be, wekî hûn dîwanê ser xweda neynin. 13 Heger yek ji we teʼlî-tengîyêda ye, bira dua bike. Heger yek şa ye, bira eşqî Xwedê bistirê. 14 Heger yek ji we nexweş e, bira gazî berpirsîyarêd civînê ke, ser wîda bira dua bikin, bi navê Xudan bi rʼûn rʼûn kin. 15 Û duayê bi bawerîyê wê yê nexweş qenc ke û Xudan wê wî rʼake ser pʼîya. Û heger gunek jî kiribe, wê wî bê baxşandinê. 16 Lema ber hev gunêd xwe bidine rʼûyê xwe û bona hev dua bikin, wekî hûn qenc bin. Duayê yê rʼast gelekî qewat e û hʼukum dike. 17 Êlyas xût merivekî mîna me bû, bi dil û can dua kir, ku baran nebare û sê sal û nîva ser eʼrdê baran nebarî. 18 Û paşê dîsa dua kir, ji eʼzmên baran barî û eʼrdê berê xwe da. 19 Gelî xûşk-birayêd min! Heger yek ji we ji rʼîya rʼastîyê bikʼeve û yekî din wî vegerʼîne, 20 bira ew zanibe yê ku gunekʼar ji rʼîya wîye xalifî vedigerʼîne, ew rʼuhʼekî ji mirinê xilaz dike û gelek guna rʼesît dike. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia