یعقوب 4 - Peymana Nû (Încîl)Yarê dinê, neyarê Xwedê 1 Ji kʼu ne ew şerʼ û deʼwê nava weda? Ne ji temêd we ne, ku nava dilê weda şerʼê xwe dikin? 2 Çʼeʼvê we li tişta ye, lê nakʼeve destê we, dikujin û çʼeʼvnebarîyê dikin, lê nikarin bigihîjine meremê xwe, hingê hûn hevrʼa dikʼevine hʼucetê û şerʼ dikin. Hûn dest naxin, çimkî hûn hîvî ji Xwedê nakin. 3 Û gava hîvî dikin, nastînin, çimkî ser nêta xirabîyê hîvî dikin, wekî kʼêfêd dilê xwe derbaz kin. 4 Bêeʼsilno! Hûn nizanin kʼê vê dinê hʼiz dike, ew neyartîyê li Xwedê dike? Awa kʼî dixwaze bibe yarê dinê, ew xwe dike neyarê Xwedê. 5 Yan tʼexmîna we badîhewa nivîsar dibêje, ku Xwedê demana wî rʼuhʼê ber meda ye? 6 Lê belê ew hê kʼeremê dide me. Lema nivîsar dibêje: «Xwedê miqabilî kʼubar-babaxa ye, lê kʼeremê dide şkestîya». 7 Awa ber Xwedê şkestî bin. Miqabilî mîrêcin bisekinin û ewê ji we birʼeve. 8 Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê Xwe li we bigire. Destêd xwe bişon, gunekʼarno, dilê xwe paqij kin, dudilîno. 9 Bineʼlin, şîn û girî bin, bira kʼenê we bibe şîn û eşqa we jî kʼeder. 10 Li ber Xudan xwe bişkênin û Ewê we bilind ke. Xeyba birê xwe neke 11 Xeyba hevdu nekin xûşk-birano. Kʼî xeyba birê xwe dike, yan loma birê xwe dike, ew xeyba Qanûnê dike û loma Qanûnê dike. Lê heger tu loma Qanûnê dikî, îdî tu Qanûnê naqedînî, lê hʼakimê wê yî. 12 Tʼenê Qanûndarek û Hʼakimek heye, ku dikare hin xilaz ke û hin jî unda ke. Lê tu kʼî yî ku loma hevalê xwe dikî? Hʼevza xwe ji kʼubarîyê bikin 13 Niha hûn guhdar bin, yêd ku dibêjin: «Îro yan sibê emê herʼine filan bajarî û li wê derê salekê bimînin, tʼucaretîyê bikin û qazinc kin». 14 Hûn nizanin wê sibê çi bê serê we. Eʼmirê we çi ye? Hûn mîna mijê ne, hew dinihêrʼî heye, hew dinihêrʼî tʼune. 15 Gerekê hûn aha bêjin: «Heger Xudan bixwaze, emê bijîn û filan yan bêvan tiştî bikin». 16 Lê hûn bi kʼubar-babaxîya xwe difirʼin. Her pʼeydayîneke aha xirabî ye. 17 Awa ewê ku zane qencîyê bike û nake, ew jêrʼa gune ye. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia