یعقوب 3 - Peymana Nû (Încîl)Ziman 1 Bira gelek ji we, birayêd min nebine dersdar, çimkî hûn zanin dîwanê ser me dersdara hê giran be. 2 Belê em hʼemû jî gelekî şaşîya dikin. Heger yek xeberdanêda tʼu şaşîyê nake, ew yekî kʼamil e, ku dikare tʼemamîya qalibê xwe zeft ke. 3 Em gemê davêjine devê hespê, wekî ew bê zeftê, ku em serwêrtîyê tʼemamîya hespê pêva bikin. 4 Em bînin ser gemîyê jî. Ew çiqasî mezin in û ji ber bayê qayîm têne ajotinê, lê bi çerxeke gelekî biçʼûk têne serwêrtîkirinê, dilê gemîvan kʼîyalîda ku bixwaze. 5 Usa jî ziman endemekî biçʼûk e, lê tiştêd ji xwe mestir dibêje. Dîna xwe bidine pirîske agir, çi daristaneke mezin dikare bişewitîne! 6 Ziman jî agirek e, dinyake zulmkʼar e nava endemêd meda. Ew tʼemamîya qalibê me dihʼerʼimîne, agir dewra jîyîna mêriv dixe û ew xwexa ji alava agirê dojê pêgirtî ye. 7 Her cûrʼe rʼeʼwir, teyrede, şûlikî û hʼeywanêd beʼrê têne zeftê û zeftî mêriv dibin, 8 lê tʼu qûl-bende zimên nikare. Ew zulmkʼarekî bêar e, jeʼra meʼrava dagirtî ye. 9 Em bi wî şikirîyê didine Xudan û Bav, bi wî jî nifirʼa mêriv dikin, yêd ku dilqê Xwedêda hatine xuliqandinê. 10 Hema ji wî devî jî dua û nifirʼ dertên. Xûşk-birayêd min, ev yek ne cayîz e ku aha be. 11 Gelo ji çʼeʼvkanîkê ava xweş û teʼl dide der? 12 Gelo dibe xûşk-birayêd min, wekî dara hêjîrê berê zeytʼûnê bide, yan jî kʼola tirîyê hêjîrê? Ne jî ji şorʼayîyê ava xweş dertê? Serwaxtîya dinyayê û serwaxtîya eʼzmên 13 Nava weda kʼî serwaxt û aqil e? Bira ew bi pʼergalîya xweye qenc, kirêd xwe bi milûktîya serwaxtîyê bide kʼifşê. 14 Lê heger dilê weda hʼevsûdîya xirab û çʼeʼvnebarî hene, kʼubar nebin û rʼastîyê derew dernexin. 15 Eva «serwaxtîya» ne dayîna jorin e, lê ji dinê ye, ya merivayî ye û ji cina ye. 16 Çimkî li kʼîderê hʼevsûdî û çʼeʼvnebarî hene, li wir bêtʼerbetî û her kirinêd xirab jî hene. 17 Lê serwaxtîya jorin, berê pêşin paqij e, paşê eʼdil e, milûk û berbihêr e, bi rʼeʼmê û berêd qencîyêva tʼijî ye, bê tʼagêr û bê hʼilekʼarî ye. 18 Û berê heqîyê ji alîyê yê ku bi eʼdilayîyê diçîne tê çinînê. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia