Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Îbranî 9 - Peymana Nû (Încîl)


Hʼebandina li eʼzmên û ser dinyayê

1 Rʼast e qeyde-qanûnêd hʼebandina peymana pêşin jî hebûn û pîrozgeha vê dinyayê jî.

2 Kon bi du goza vegirtî bû: Ya derrʼa «pîrozgeh» digotin, têda hebûn şemdan, sifre û nanê Xwedêrʼa dayî.

3 Ya hindurʼda pişta pʼerʼdê, jêrʼa «Cîyê Herî Pîroz» digotin.

4 Têda bûn gorîgeha zêrʼîn bona şewitandina bixûrê, Sindoqa Peymanê, ya ku der û hindurʼva zêrʼkirî bû. Wê sindoqêda hebûn cêrʼê zêrʼîn bi manava tʼijî, şivdara Harûne ku gul da û selêd kevirîye peymanê.

5 Ser sindoqê, xêrûbêd rʼûmeta Xudan hebûn û ser cîyê ku gune dihatine baxşandinê, dikirine sî. Niha ne wext e ku em bona wan bi hûr-gilî xeber din.

6 Ev tişt aha cîkirî bûn. Kʼahîn her gav dikʼevine goza der, xizmetkʼarîya xwe dikin.

7 Lê goza hindurʼ salê carekê tʼenê serekkʼahîn dikʼevê, lê ne bê xûn, ya ku ji ber gunêd xwe û cimeʼtêva dide, kʼîjan ku ji bêfeʼmîya xwe dikirin.

8 Bi vê yekê Rʼuhʼê Pîroz dide kʼifşê, ku rʼîya Cîyê Herî Pîroz nevekirîye, hʼeta ku goza der heye.

9 Ev yek sûretek e bona zemanê niha. Eva dide kʼifşê, ku gava hʼedî û qurban têne dayînê, evana nikarin îsafa yêd ku dihʼebînin paqij kin,

10 lê ev yek tʼenê xwarin-vexwarinê û cûrʼe-cûrʼe şûştin-veşûştinêd qeyde-qanûnêva girêdayî ne. Ev qeyde-qanûnêd dervayî ne, kʼîjan ku hʼeta wî wextê ku qanûna nû tê danînê dimînin.

11 Lê gava Mesîh hat, çawa Serekkʼahînê tiştêd qence hatî, konê hê mezin û kʼamilrʼa derbaz bû, yê ku ne bi desta hatîye çêkirinê, awa gotî ne ji vê dinyayê.

12 Ew ne ku pê xûna canega û nêrîya, lê bi xûna Xwe carekê bona her tʼim kʼete Cîyê Herî Pîroz û azabûna hʼeta-hʼetayê dest anî.

13 Heger xûna canega, nêrîya û kʼozîya nogina ku dirʼeşandin, yêd ku li gora eʼdet hʼerʼimî bûn, dervava ew paqij dikirin,

14 lê çiqas zêde xûna Mesîh, ku bi destê Rʼuhʼê hʼeta-hʼetayê Xwe çawa qurbana bêqusûr da Xwedê, wê îsafa me ji kirêd ku em dibirine berbi mirinê paqij bike, wekî em xizmetkʼarîyê Xwedêyê Saxrʼa bikin?

15 Bona vê yekê Mesîh navçêtîya peymana nû dike, wekî yêd gazîkirî wî warê hʼeta-hʼetayê bistînin, kʼîjan ku Xwedê soz daye, çimkî mirina Wî bona azayîya ji neheqîyêd wan bû, yêd ku dema peymana pêşinda kiribûn.

16 Awa kʼîderê wesîyat peymankirî ye, gerekê li wir eʼseyî wesîyatdar mirî be.

17 Çimkî wesîyat pey mirina wesîyatdarrʼa qewat dike. Hʼukumê wê tʼune hʼeta ku wesîyatdar sax e.

18 Lema peymana pêşin jî bê xûn nehate tʼestîqkirinê.

19 Gava Mûsa hʼemû tʼemîyêd Qanûnê gotine cimeʼtê, hingê xûna canega û nêrîya hilda tʼevî avê kir, rʼîsê sorê gevez çʼiqilê zoxêva kir, pê wê rʼeşande ser kʼitêba Qanûnê û cimeʼtê,

20 got: «Ev e xûna wê peymanê, ya ku Xwedê tʼemî da we».

21 Usa jî ew xûn rʼeşande ser kon û hʼemû derdanêd bona hʼebandinê.

22 Belê anegorî Qanûnê pʼirʼanîya her tiştî pê xûnê paqij dibû û bêyî xûnrʼêtin baxşandin nedibû.


Qurbanbûna Mesîh guna hildide

23 Awa gerekê sûretêd tiştêd eʼzmana bi van kirina paqij bûna, lê hema xût yêd eʼzmana jî gerekê bi qurbanêd ji van qenctir paqij bûna.

24 Çimkî Mesîh ne ku kʼete pîrozgeha pê desta çêkirî mîna sûretê ya rʼast, lê hema xût kʼete eʼzmên, wekî niha bona me li ber Xwedê bisekine.

25 Ne jî bona ku gelek cara Xwe bikira qurban dikʼete pîrozgehê, çawa ku serekkʼahîn her sal ne bi xûna xwe dikʼevê.

26 Heger aha bûya, Ewî gerekê gelek cara pey eʼfirandina dinyayêrʼa cefa bikʼişanda. Lê niha axirîya dewrada Ewî Xwe da kʼifşê û carekê bona her tʼim pê xwequrbankirinê gune hildan.

27 Û çawa bona meriva qirarkirî ye, carekê bimirin û paşê ber dîwanê bisekinin,

28 usa jî Mesîh carekê bona gunehildana geleka qurban hate dayînê. Û Ewê cara duda ne ku bona gunehildanê kʼifş be, lê bona xilazbûna wan, yêd ku hîvîya Wî ne.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan