Îbranî 8 - Peymana Nû (Încîl)Îsa serekkʼahînê meyî mezin e 1 Fikira wan tiştêd me pêşda gotin ev e: Serekkʼahînekî meyî usa heye ku li eʼzmana ser tʼextê mezinayîya Xwedêye rʼastê rʼûniştîye. 2 Ew çawa serekkʼahîn pîrozgehêda berdestîyê dike, awa gotî wî konê rʼastda, kʼîjan ku Xudan vegirt, ne ku meriva. 3 Her serekkʼahînek bona qurban û hʼedîdayînê kʼifşkirî ye, awa gerekê tiştekî vî jî hebûya ku bida. 4 Heger eva li ser dinê bûya, wê nebûya kʼahîn jî, çimkî hene kʼahîn ku anegorî Qanûnê hʼedîya didin. 5 Evana xizmetkʼarîya xwe pîrozgehêda dikin, ya ku mîna sî û sûretê wan tiştêd li eʼzmên e. Çawa Mûsarʼa hate eʼmirkirinê, gava ewî wê Konê Şeʼdetîyê vegirta, wîrʼa hate gotinê: «Dîna xwe bidê, ku her tiştî wî cûrʼeyî bikî, çawa serê çʼîyê min nîşanî te kir». 6 Lê rʼast xizmetkʼarîke hê bilind Îsarʼa hate dayînê, çawa ku Ew navçêtîyê peymaneke hê qenc dike, çimkî ev peymana li ser sozêd hê qenc hʼîmgirtî ye. 7 Heger peymana pêşin bê kêmasî bûya, îdî ya duda wê hʼewce nîbûya. 8 Lê Xwedê cimeʼtê neheq dike û dibêje: «Va rʼojê bên, Xudan dibêje, Ezê tʼevî mala Îsraêl û tʼevî mala Cihûda peymaneke nû girêdim, 9 lê ne mîna wê peymana ku Min tʼevî kal-bavêd wan girêda, wê rʼoja ku Min destê wan girt, wekî ji Misirê derxim. Ewana nava peymana Minda neman, Min jî destê Xwe ji wan kʼişand, Xudan dibêje. 10 Lê ev e ew peyman, ya ku Ezê tʼevî mala Îsraêl girêdim, pey wan rʼojarʼa, Xudan dibêje: Ezê qanûnêd Xwe bikime hʼişê wan û dilê wanda jî wan binivîsim û Ezê Xwedêyê wan bim, ewê jî cimeʼta Min be. 11 Hingê tʼu kes wê hevalê xwe yan birayê xwe hîn neke û nebêje: ‹Xudan nas bike›, çimkî hʼemû jî wê Min nas bikin, ji biçʼûkêd wan hʼeta mezina. 12 Ezê neheqîyêd wan bibaxşînim û gunêd wan jî îdî bîr neynim». 13 Gava Xwedê bona peymaneke «nû» got, ya pêşin kevin kir û çi ku kevin û pîr dibe, ber undabûnê ye. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia