Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Îbranî 7 - Peymana Nû (Încîl)


Melkʼî-Sadiqê kʼahîn

1 Melkʼî-Sadiq pʼadşayê Şelîmê bû, kʼahînê Xwedêyê Herî Jorin. Gava Birahîm ji pʼadşa qirʼkirinê vedigerʼîya, Melkʼî-Sadiq pêşîya wîda çû û dua li wî kir.

2 Birahîm jî ji hʼemû tʼalanê xwe dehek da wî. (Pêşîyê navê Melkʼî-Sadiq şirovedibe: «Pʼadşê Heqîyê» û alîkî dinva jî ew «Pʼadşê Şelîmê» bû, awa gotî navê wî tê feʼmkirinê «Pʼadşê Eʼdilayîyê».)

3 Ew bê bav, bê dê û bê rʼikʼinyat bû, ne rʼoja bûyîna wî eʼyan bû, ne jî xilazîya eʼmirê wî. Ew mîna Kurʼê Xwedê bû û tʼimê kʼahîn dimîne.

4 Awa dîna xwe bidinê, ku ew yekî çawayî mezin bû, ku Birahîmê baveʼşîr jî ji tʼalên dehek dayê.

5 Û zurʼeta Lêwîye ku dibine kʼahîn, bona wan tʼemî Qanûnêda heye ku ji cimeʼtê dehekê bistînin, awa gotî ji miletê xwe, heger ew bedena Birahîm in jî.

6 Lê Melkʼî-Sadiq ne ji rʼikʼinyata Lêwî bû, ewî ji Birahîm jî dehek stand û dua li wî kir, yê ku ji Xwedê soz standibû.

7 Eva yeka feʼmdarî ye, ku yê biçʼûk ji yê mezin dua-dirozga distîne.

8 Vî alîyê kʼahîntîyêda, merivêd ku dimirin dehekê distînin, lê alîyê Melkʼî-Sadiq, yê ku dehekê distîne bona wî nivîsar dibêje, ku ew sax e.

9 Û hʼeta em dikarin vê yekê jî bêjin, Lêwîyê ku zurʼeta wî dehekê hildide, wî xwexa jî bi destê Birahîm dehek da Melkʼî-Sadiq.

10 Çimkî ew hê bedena bavê xweda bû, gava Melkʼî-Sadiq pêşîya wîda çû.


Îsa çawa serekkʼahînê hʼeta-hʼetayê mîna Melkʼî-Sadiq

11 Awa heger kʼamilbûn bi destê kʼahîntîya lêwîya bibûya, (çawa cimeʼta Îsraêlê ser wî hʼîmî Qanûn standibû), îdî çi lazim bû ku kʼahînekî din mîna Melkʼî-Sadiq rʼabûya û ne ku mîna Harûn?

12 Çimkî gava kʼahîntî tê guhastinê, gerekê qanûn jî bê guhastinê.

13 Û bona kʼîjanî ku ev yek tê gotinê, ew ji qebîleke din bû, ji kʼîjanê tʼu kesî gorîgehêrʼa xizmetkʼarî nekirîye.

14 Û çawa eʼyan e Xudanê me ji qebîla Cihûda bû û Mûsa derheqa kʼahîntîya wê qebîlêda tʼu tişt negotîye.

15 Û eva hela hê eʼyan e, gava kʼahînekî din mîna Melkʼî-Sadiq rʼadibe,

16 yê ku ne alîyê qeyde-qanûna pirsa zurʼetîyêda bû kʼahîn, lê alîyê qewata jîyîna ku xilazîya wê tʼune.

17 Çimkî nivîsar şeʼdê vê gotinê ye ku: «Tu hʼeta-hʼetayê Kʼahîn î, mîna Melkʼî-Sadiq».

18 Awa tʼemîya pêşin ji dest sistî û bêkêrîya wê hate betalkirinê,

19 çimkî Qanûna Mûsa tʼu tişt kʼamil nekir, lê dewsa wê gumaneke hê qenc kʼete navê, bi kʼîjanê em nêzîkî Xwedê dibin.

20 Serda jî Îsa bê sond nebû kʼahîn! Ewêd din bê sond bûne kʼahîn,

21 lê eva bi sond, bi destê Xwedê bû kʼahîn gava Wîrʼa got: «Xudan sond xwar û îdî ji gotina Xwe venagerʼe: Tu hʼeta-hʼetayê Kʼahîn î».

22 Dest vê sondê jî Îsa wekʼîltîyê peymaneke hê qenc dike.

23 Usa jî gelek kʼahîn hebûne, çimkî mirinê nehiştîye ku ewana tʼimê bimana.

24 Lê kʼahîntîya Evî xilaz nabe, çimkî Ew hʼeta-hʼetayê dimîne.

25 Bona vê yekê Ew her gav dikare wan xilaz ke, yêd ku bi destê Wî nêzîkî Xwedê dibin, çimkî Ew tʼimê sax e, ku bona wan lava-navçêtîyê bike.

26 Awa hema merʼa rʼast serekkʼahînekî aha lazim bû, pîroz, bêsûc, bêqusûr, ji gunekʼara cudebûyî û ji eʼzmana jortir çûyî.

27 Îsarʼa ne lazim e ku Ew her rʼoj mîna serekkʼahînêd mayîn pêşîyê bona gunêd xwe û paşê bona gunêd cimeʼtê qurbana bide. Ewî ev yek carekê bona her tʼim kir, çaxê Xwe kire qurban.

28 Qanûna Mûsa merivê bêtʼaqet dike serekkʼahîn, lê sonda Xwedêye ku pey Qanûnêrʼa hat Kurʼ dike serekkʼahîn, Yê ku hʼeta-hʼetayê hate kʼamilkirinê.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan