Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Îbranî 6 - Peymana Nû (Încîl)

1 Awa em hînbûnêd pêşine ser Mesîh alîkî bihêlin, bêne ser hînbûna gihîştî. Em dîsa hʼîm nevêjin neyêne ser vegerʼandina ji wan kirinêd ku dibine berbi mirinê, Xwedêbawerkirinê,

2 hînbûna ser nixumandina, destdanînê, rʼabûna mirîya û dîwana hʼeta-hʼetayê.

3 Emê bi destûra Xwedê hînbûna gihîştîda pêşda herʼin!

4 Çimkî yêd ku carekê hatine rʼonayîkirinê, pʼêşkʼêşa eʼzmên teʼm kirine û Rʼuhʼê Pîroz pʼar standin,

5 usa jî xebera Xwedêye qenc û qewatêd dinya wê bê teʼm kirine,

6 heger ew ji wê bawerîyê bikʼevin, îdî nabe ku ewana dîsa vegerʼin ser xweda bên, çimkî ewana careke din Kurʼê Xwedê nav xweda xaç dikin û dikine sosret.

7 Ew eʼrdê ku gelek cara baran serda dibare, ava xwe distîne û deremeta kʼar dide wan, bona kʼîjana tê bêcerkirinê, duayê Xwedê tê ser wê.

8 Lê ewê ku dirʼî û stirîya digihîne, bêkêr e û hêjayî nifirʼê ye, axirîya wê jî şewat e.

9 Rʼast e em aha xeber didin delalno, lê em weda guman in, wekî hûn ser rʼêke hê qenc in, ku we dibe berbi xilazbûnê.

10 Xwedê ser neheqîyê nîne, wekî kirêd we û ew hʼizkirina ku we bona navê Wî da kʼifşê bîr bike, ya ku we cimeʼta Xwedêrʼa xizmetkʼarî kir û dikin jî.

11 Lê em muhʼtac in wekî ji we her yek hʼeta xilazîyê wê xîretê bide kʼifşê, ku gumana we hʼîmgirtî bimîne.

12 Em naxwazin ku hûn xwerʼanedîtî bin, lê çʼeʼv bidine wan, yêd ku bi bawerîyê û sebirê sozêd Xwedê war dibûn.


Sozê Xwedêye eʼseyî

13 Gava Xwedê soz da Birahîm, Ewî bi serê Xwe sond xwar, çimkî kesekî ji Wî mestir tʼunebû ku bi wî sond bixwara.

14 Hingê got: «Rʼast Ezê zurʼeta te gelekî berekʼet kim, Ezê te pʼirʼ zêde kim».

15 Û bi vî awayî Birahîm bi dûmika dirêj gihîşte sozê Xwedê.

16 Rʼast e meriv pê serê yê ji xwe mestir sond dixwin û sond hʼemû şerʼ-deʼwê nava wanda safî dike.

17 Bi vê yekê Xwedê xwest wanarʼa, yêd ku wê soz jê bistandana hê bida kʼifşê, ku ew qirara Xwe naguhêze, îdî sozê Xwe bi sondxwarinê şidand.

18 Awa îdî du tişt hene, soz û sondê Xwedêye ku nayêne guhastinê, kʼîjanada nabe ku ew derew derê. Van her du tiştada dildayîneke meye eʼseyî heye, ku em lê sitʼar bûne, lema jî em dikarin xwe bavêjine wê gumana pêşîya xwe.

19 Eva gumana bona jîyîna me dibe lengereke hʼîmgirtî û amin, ku pʼerʼda pîrozgeha eʼzmênrʼa derbazî hindurʼê Cîyê Herî Pîroz dibe,

20 wê dera ku Îsa çawa pêşîkʼêş bona me kʼetîyê. Ew bûye serekkʼahînê hʼeta-hʼetayê mîna Melkʼî-Sadiq.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan