Îbranî 5 - Peymana Nû (Încîl)1 Her serekkʼahînek ji nav meriva tê bijartinê û kʼifşkirinê, ku bona meriva li ber Xwedê bisekine, wekî hʼedî û qurbana ber guna bide. 2 Ew çawa însan dikare bi dilê şewat kʼomeka wanrʼa be, yêd ku nezan û xalifî ne, çimkî ew xwexa jî nava bêtʼaqetîyada ye. 3 Lema gerekê ew çawa bona cimeʼtê, usa jî bona xwe qurbana bona guna bide. 4 Kesek xweserîxwe vî qedirî nastîne, lê tʼenê ewê ku ji Xwedêda tê gazîkirinê, çawa Harûn bû. 5 Usa jî Mesîh, ne ku Xwexa Xwe bilind kir ku bibe serekkʼahîn, lê Xwedê Ew bilind kir û Wîrʼa got: «Tu Kurʼê Min î, Tu îro Minrʼa bûyî». 6 Çawa cîkî din jî dibêje: «Tu hʼeta-hʼetayê Kʼahîn î, mîna Melkʼî-Sadiq». 7 Îsa jîyîna Xweye vê dinyayêda gelekî kʼeser û bi hêsira lava û rʼeca ji Wî dikirin, Yê ku dikaribû Ew ji mirinê xilaz bikira û bona milûktî û êlimîya Wî hate bihîstinê. 8 Rʼast e Ew Kurʼê Xwedê bû, lê dîsa bi wan cefayêd Xwe guhdarîyê hîn bû. 9 Gava wê yekêda hate kʼamilkirinê, bona hʼemûyêd ku guhdarîya Wî dikin, Ew bû kanîya xilazbûna hʼeta-hʼetayê 10 û ji Xwedê hate navkirinê «Serekkʼahînê mîna Melkʼî-Sadiq». Haş ji xwe hebin ku ji bawerîyê nekʼevin 11 Bona vê yekê gelek tiştêd meye gotinê hene, lê şirovekirina van zeʼmet e, çimkî guhada hûn giran bûne. 12 Rʼastîyê kʼeve hʼeta niha gerekê hûn dersdar bûna, lê hûn hê hʼewce ne ku ji gotinêd Xwedê dersêd pêşine sade hîn bin. Hûn hela hê hʼewcê şîr in, ne ku xwarina giran. 13 Ewê ku şîrxur e, ew nikare hînkirina heqîyê bimehʼîne, çimkî dergûş e. 14 Lê xwarina giran bona merivêd gihîştî ye, yêd ku sewdayê xweda kʼetî-rʼabûyî ne, qencî û xirabîyê ji hev derdixin. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia