Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Îbranî 13 - Peymana Nû (Încîl)


Çawa em li Xwedê xweş bên

1 Bira hûn tʼimê çawa xûşk-bira hevdu hʼiz bikin.

2 Mêvanhʼizîyê bîr nekin, çimkî hineka bi wê yekê milyakʼet qebûl kirin, lê pê nehʼesîyan.

3 Girtîya bîr bînin, hʼesab kin ku çawa hûn jî tʼevî wan girtî ne, usa jî cefakʼêşa bîr bînin, çawa ku hûn jî mîna wan xûn û goşt in.

4 Hʼal-zewac hʼemûyarʼa nav-namûsî be û cî-nivîn hʼelal be, çimkî Xwedê wê dîwana çʼeʼvder û zinêkʼara bike.

5 Pʼerehʼizî bira nava jîyîna weda cî negire û destêd weda çiqas heye, rʼazî bin, çimkî Xwedê got: «Ezê tʼu car ji te neçim û tʼu car te berʼnadim».

6 Lema jî rʼûyê me digire ku em bêjin: «Xudan piştovanê min e û ez natirsim. Însanê çi li min bike?»

7 Rʼêberêd xwe bîr bînin, yêd ku werʼa xebera Xwedê gotine. Dîna xwe bidine axirîya eʼmirê wan û çʼeʼv bidine bawerîya wan.

8 Îsa Mesîh duhu, îro û hʼeta-hʼetayê yek e.

9 Ber bayê cûrʼe-cûrʼe hînkirinêd xerîb nekʼevin. Qenc e ku dil bi kʼerema Xwedê bişide, ne ku bi qeyde-qanûnêd xwarin-nexwarinê. Ewêd ku pey tiştêd aha kʼetin, tʼu kesî kʼar nestand.

10 Gorîgeheke me heye, ku îzina tʼu kesî ji wan tʼune ji wê bixwin, yêd ku pʼaristgehêda xizmetkʼarîyê dikin.

11 Çawa ew hʼeywanêd ku xûna wan bi destê serekkʼahîn bona baxşandina guna dihate pîrozgehê û cendekêd wan ji zomê der dihatine şewitandinê,

12 usa jî Îsa, ku cimeʼt bi xûna Xwe paqij bikira, ji dergehê bajêr der cefa kʼişand.

13 Awa werin, em ji zomê derên herʼine cem Wî û qara Wî hildine ser xwe,

14 çimkî merʼa li vir bajarekî hʼîmî tʼune, lê em hʼizreta wî bajarî ne, yê ku wê bê.

15 De werin em bi saya Wî tʼimê qurbana pesindayînê bidine Xwedê, awa gotî berê zar-zimanê xwe, yêd ku navê Wî îqrar dikin.

16 Usa jî qencî û alîhevkirinê bîr nekin, çimkî qurbanêd usa li Xwedê xweş tên.

17 Guhdarîya rʼêberêd xwe bikin û gurʼa wanda bin. Ewana bona rʼuhʼê we xewê ji çʼeʼvê xwe dikin, çimkî wê bona we cabdar bin. Bira ew wî şixulê xwe eşq û şa bikin, ne ku bi ofe-ofê, çimkî ew yek kʼarê nade we.

18 Bona me dua bikin. Em eʼseyî zanin ku îsafa me rʼihʼet e û dixwazin ku her tiştî rʼast bikin.

19 Lê îlahî ez hîvî dikim ku dua bikin, wekî ez zûtirekê vegerʼime cem we.


Duayê axirîyê

20 Awa Xwedêyê eʼdilayîyê, ku Xudanê me Îsa ji mirinê rʼakir, Yê ku bi xûna peymana hʼeta-hʼetayê Serekşivanê pêz e,

21 bira Ew we her tiştêd qencva hazir ke, ku hûn eʼmirê Wî bikin û Ew nava meda bi destê Îsa Mesîh tiştêd ku li Wî xweş tên bike. Şikir ji Wîrʼa be, hʼeta-hʼetayê! Amîn.


Gotinêd axirîyê

22 Ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, hûn bi sebirê guh bidine van gotinêd mine dildayînî, çimkî min werʼa kin nivîsî.

23 Zanibin ku Tîmotʼêyoyê birê me ji kelê derkʼetîye. Heger ew zû bê, ezê tʼevî wî bêm we bibînim.

24 Silavê bidine hʼemû rʼêberêd xwe û cimeʼta Xwedê. Ewêd ku ji Îtalyayê ne, we silav dikin.

25 Kʼerema Xwedê tʼevî we hʼemûya be.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan