Îbranî 11 - Peymana Nû (Încîl)Bawerî û yêd xweyîbawerî 1 Bawerî eʼseyîya wan tişta ye, ku em têda guman in û îzbatîya wan tişta ye, ku meva ne xuya ne. 2 Bi bawerîyê pêşîyêd me li Xwedê xweş hatin. 3 Bi bawerîyê meva eʼyan e ku dinya bi xebera Xwedê eʼfirîye û ew tiştêd ku têne dîtinê ji wan tiştêd ku nayêne dîtinê çêbûne. 4 Bi bawerîyê Habîl hʼedîke ji hʼedîya Qayîn çêtir da Xwedê. Bi wê bawerîyê ew hate begemkirinê çawa yekî rʼast, çimkî hʼedîyêd wî li Xwedê xweş hatin. Rʼast e Habîl mir, lê bi bawerîya xwe hê xeber dide. 5 Bi bawerîyê Henox ji dinê hate hilatinê, ku mirinê nebîne. Ew tʼu cîyî kʼifş nebû, çimkî Xwedê ew hildabû. Nivîsarêda hatîye gotinê, ku berî hilatina wî, ew li Xwedê xweş hatibû. 6 Û bê bawerî tʼu car nabe ku însan li Xwedê xweş bê, çimkî ewê ku nêzîkî Xwedê dibe, gerekê bawer bike, ku Xwedê heye û wê wan xelat ke, kʼîjan ku li Wî digerʼin. 7 Bi bawerîyê Nuh bona tiştêd ku hê nedihatine kʼifşê ferman ji Xwedê stand û bi xofa Xwedê rʼabû bona xilazbûna mala xwe gemî çêkir. Nuh bi wê bawerîyê dîwana dinê kir û bû xweyîwarê wê rʼasthʼesabbûnê, ya ku ji bawerîyê tê. 8 Bi bawerîyê, gava Birahîm hate gazîkirinê, guhdarî kir, ku herʼe wî cîyê ku wê çawa war bistanda. Û rʼabû çû, lê nizanibû jî kʼuda diçe. 9 Bi bawerîyê çawa firarî wî welatê xerîbda ma, yê ku Xwedê jêrʼa soz dabû. Û çadirada tʼevî Îshaq û Aqûb ma, ku ew jî xweyîyêd wî warê sozdayî bûn. 10 Çimkî ew hîvîya wî bajarê xweyîrʼikʼinê miqerʼm bû, eʼfirandar û avakirê kʼîjanî Xwedê ye. 11 Bi bawerîyê Birahîm, ku zanibû Serayê zarʼ nedanî, ewê qewata berê zika stand û wê mezinayîya wîda zarʼek wîrʼa bû. Çimkî bawer kir, ku Yê wîrʼa soz daye amin e. 12 Û ji wî yekî, yê ku îdî ber mirinê bû, weke steyrkêd eʼzmên û qûma devê beʼrê bêhʼesab merî dinê kʼetin. 13 Ev hʼemû jî ku bawerîyêda mirin, lê sozêd Xwedê nestandin. Ewana tʼenê ew soz dûrva dîtin, şa bûn û xwe mukurʼ hatin, ku ew merîne xerîb û firarî ne li ser dinê. 14 Ewêd ku tiştêd aha dibêjin, didine kʼifşê ku ew li welatekî bona xwe digerʼin. 15 Û heger bona wî welatî bîr banîna ji kʼîderê ku ew derkʼetibûn, mecala wan wê hebûya vegerʼîyana wir. 16 Lê ji ber wêva demana welatekî hê qencda bûn, awa gotî yê eʼzmanî. Lema Xwedê vê yekêda şermîyê nabîne, ku ew jêrʼa bêjin: «Xwedêyê me», çimkî Ewî bona wan bajarek hazir kirîye. 17 Bi bawerîyê Birahîm ku ji Xwedê hate cêrʼibandinê, Îshaq kire qurban. Ewî soz standibûn, lê dîsa kurʼê xweyî tayê tʼenê dikire qurban, 18 bona kʼîjanî Xwedê gotibûyê: «Zurʼeta teyê Îshaqda bê navkirinê». 19 Çimkî Birahîm dilê xweda digot, ku Xwedê dikare Îshaq ji mirinê jî rʼake û ewî bi sûretî çawa ji mirinê rʼabûyî kurʼê xwe paşda stand. 20 Bi bawerîyê Îshaq bona wan tiştêd ku wê biqewimîyana, dua li Aqûb û Esaw kir. 21 Bi bawerîyê Aqûb ber mirinê dua li her kurʼekî Ûsiv kir û xwe avîte ser şiva destê xwe, serê xwe ber Xwedê danî. 22 Bi bawerîyê Ûsiv ber mirinê bona derkʼetina ji Misirê kire bîra zarʼêd Îsraêl û bona hestûyêd xwe tʼemî da wan. 23 Bi bawerîyê gava Mûsa ji dîya xwe bû, bi destêd dê û bavê xwe sê meha hate veşartinê. Wan dît ku kurʼik bedew e, ji fermana pʼadşê netirsîyan. 24 Bi bawerîyê Mûsa gava mezin bû, nexwest ku «kurʼê qîza Firewin» bê hʼesabê. 25 Ew fikirî, ku hê qenc e tʼevî cimeʼta Xwedê biçerçire, ne ku wextekî kin nava kʼêfa gunada derbaz ke. 26 Ewî qara Mesîh hê hebûneke mezin hʼesab kir, ne ku xiznêd Misirê, çimkî çʼeʼvnihêrʼî bû, ku heqê xwe bistanda. 27 Bi bawerîyê Mûsa Misir hişt û ji hêrsa pʼadşê netirsîya, çimkî Mûsa ewê ku nedihate kʼifşê didît û ser ya xwe ma. 28 Bi bawerîyê Mûsa cara pêşin Cejina Derbazbûnê tʼestîq kir û xûn şêmîka da rʼeşandinê, wekî Milyakʼetê Mirinê li nixurîyêd wan nekʼeta. 29 Bi bawerîyê cimeʼta Îsraêlê beʼra Sorrʼa çawa bejêrʼa derbaz bû. Gava misirîya jî kir ku derbaz bin, xeniqîn. 30 Bi bawerîyê sûrêd bajarê Erîhayê kʼetin, gava hʼeft rʼoja dora wan zivirʼîn. 31 Bi bawerîyê Rʼexaba çʼeʼvder ku ceʼsûs bi eʼdilayî qebûlkirin, tʼevî nebawera unda nebû. 32 Ez îdî çi bêjim? Wext tʼêrê nake, ku bona Gîdeyon, Baraq, Şimşon, Yêfta, Dawid, Samûêl û pʼêxembera gilî kim, 33 yêd ku bi bawerîyê pʼadşatî bindest kirin, heqî kirin, soz standin, devê şêra dane girtinê, 34 kʼûra agir temirandin, ji devê şûr xilaz bûn, ji bêtʼaqetîyê qewat girtin, nava şerʼda bûne mêrxas, berî ordîyêd xerîb dan. 35 Kʼulfeta mirîyêd xwe saxbûyî standin. Hineka jî azayî nexwestin û nava cefada mirin, wekî ji mirinê rʼabin bigihîjine jîyîneke hê qenc. 36 Hinekêd mayîn jî ber qamçîya, nava qara, usa jî bi qeyd-zincîra û kelada hatine zêrandinê. 37 Ew dane ber kevira, bi birʼeka hatine birʼînê, bi şûra hatine kuştinê, pʼostêd pêz û bizinada gerʼîyan, xelayî-celayî, tengasî û cefa kʼişandin. 38 Dinya ne layîqî wan bû! Ew li berʼî û çʼîya digerʼîyan, şkeft û neʼlada diman. 39 Ev hʼemû bawerîya xweda berbiçʼeʼv bûn, lê sozê Xwedê nestandin, 40 çimkî Xwedê bona me hê tiştekî qenc hazir kirîye, wekî ewana bêyî me negihîjine kʼamiltîyê. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia