Galatî 6 - Peymana Nû (Încîl)Barêd hevdu hildin 1 Xûşk-birano, heger yek neheqîkêda bê girtinê, hûn ku rʼuhʼanî ne, wî bînine ser rʼîya rʼastîyê, lê bi rʼuhʼê milûktîyê. Lê haş ji xwe jî hebin, ku hûn nekʼevine cêrʼibandinê. 2 Barêd hevdu hildin û bi vî awayî hûnê qanûna Mesîh biqedînin. 3 Heger yek xwe dewsa tiştekî datîne û xwexa ne tʼu tişt e, ew xwexa xwe dixapîne. 4 Bira her kes kirinêd xwe bide ser mêzînê û paşî hingê ji xwe rʼazî be, ne ku xwe himberî hevalê xwe ke. 5 Çimkî her kesê xurca xwe hilgire. 6 Ewê hînî xebera Xwedê dibe, gerekê her tiştêd qenc tʼevî dersdarê xwe pʼar ke. 7 Nexapin, Xwedê nabe pêkʼenî. Çimkî meriv çi diçîne, wê jî diçine. 8 Kʼî ku bona binyatʼa xwe diçîne, ewê ji wê binyatʼê mirinê biçine, lê kʼî ku bona Rʼuhʼ biçîne, wê ji Rʼuhʼ jîyîna hʼeta-hʼetayê biçine. 9 Ji qencîkirinê jî aciz nebin, çimkî emê wextda biçinin heger em nedine der. 10 Awa hʼeta ku wext destêd meda ye, hʼemûyarʼa qencîyê bikin, îlahî neferêd mala Xwedêrʼa. Tʼemî û silavêd axirîyê 11 Dîna xwe bidinê, ez bi çi hʼerfêd gir niha werʼa dinivîsim. 12 Ewêd ku dixwazin ji dervava xwe bidine kʼifşê, ew pʼêyî ser we dikin, ku hûn bêne sinetkirinê. Lê evana vê yekê dikin, ku tʼenê bona xaçê Mesîh ew neyêne zêrandinê. 13 Ewêd xweyîsinet xwexa Qanûnê xwey nakin, lê dixwazin ku hûn bêne sinetkirinê, wekî ew bi nîşana qalibê weyî merivayî bifirʼin. 14 Lê ji min nakʼeve ku ez bi tiştekî din bifirʼim, pêştirî bi xaçê Xudanê me Îsa Mesîh, bi kʼîjanî dinya bona min xaçbûyî ye, ez jî bona dinyayê. 15 Belê ne sinetkirin tiştek e, ne jî nesinetkirin, lê serî ew e, ku bibin eʼfirînekî nû. 16 De bira eʼdilayî û rʼeʼm ser wan hʼemûya be, kʼîjanêd ku anegorî vê yekê dijîn û usa jî ser Îsraêla Xwedê be. 17 Ji vir şûnda bira tʼu kes zeʼmetê nede min, çimkî min daxa birînêd Îsa hildaye ser bedena xwe. 18 De bira kʼerema Xudanê me Îsa Mesîh tʼevî rʼuhʼê we be xûşk-birano. Amîn. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia