Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Galatî 5 - Peymana Nû (Încîl)


Azayîya xwe xwey kin

1 Bona azayîyê Mesîh em aza kirine! Wê azayîyê qewîn bigirin û dîsa nekʼevine bin wî nîrê xulamtîyê.

2 Bibihên, ez Pawlos werʼa dibêjim: Heger hûn bihêlin ku hûn bêne sinetkirinê, Mesîh tʼu kʼarê nade we.

3 Ez her merivekîrʼa dîsa mêrkʼîmî dibêjim, yê ku îzinê dide xwe ku ew bê sinetkirinê, ew deyndar e ku tʼemamîya Qanûnê biqedîne.

4 Û heger hûn bi Qanûn qedandinê dixwazin rʼast hʼesab bin, wekî usa ye hûn ji Mesîh qetîyayî ne û ji kʼeremê kʼetî ne.

5 Lê çi ji me dikʼeve, em bi saya Rʼuhʼê Pîroz û pê bawerîyê hʼeyra wê rʼasthʼesabbûnêda ne, ya ku em têda guman in.

6 Çimkî yektîya Mesîh Îsada, ne sinetkirin tiştek e, ne jî nesinetkirin, lê serî bawerî ye ku bi hʼizkirinê ya xwe dike.

7 Hûn rʼind pêşda diçûn! Kʼê hûn dane sekinandinê, ku êlimî rʼastîyê nebin?

8 Eva hêlana ne ji Wî ye, Yê ku gazî we kirîye.

9 «Hinek hevîrtirʼşk tʼemamîya hevîr hiltîne».

10 Lê ez bi yektîya meye Xudanda weda guman im, ku hûnê tiştekî mayîn nefikirin, lê ewê fikirêd we tʼevî hev dike wê ser bela xwe vebe, kʼî jî hebe.

11 Lê ez xûşk-birano, heger hela hê sinetkirinê dannasîn dikim, îdî çima tême zêrandinê? Wekî usa ye gerekê tʼu kesê ji xaçê Mesîh pʼişk nebûya.

12 Xwezî yêd ku fikirêd we tʼevî hev dikin, xwexa xwe kʼokêda jî bibirʼîyana!

13 Hûn azayîyêrʼa hatine gazîkirinê xûşk-birano, lê tʼenê ew azayîya we bira nebe mecala xwestina binyatʼa însên. Dewsa wê bi hʼizkirinê hevdurʼa xulamtîyê bikin.

14 Çimkî tʼemamîya Qanûnê bi vê gotinê tê sêrî: «Hevalê xwe weke xwe hʼiz bike».

15 Lê heger hûn dev bavêjine hevdu, hevdu bixwin, miqatî xwe bin, ku kʼoka hevdu neynin.


Berêd Rʼuhʼê Pîroz û binyatʼa merivayê

16 Awa ez dibêjim, bi saya Rʼuhʼê Pîroz bimeşin û hûnê xwestinêd binyatʼa însên nekin.

17 Çimkî xwestina binyatʼa însên miqabilî Rʼuhʼ e, Rʼuhʼ miqabilî binyatʼa însên e. Ev her du li hev nakin, lema hûn nikarin xwestinêd xwe bikin.

18 Lê heger hûn bi Rʼuhʼ têne rʼêberîkirinê, hûn nakʼevine bin destê Qanûnê.

19 Awa kirêd binyatʼa însên eʼyan in: Bênamûsî, hʼeramî, toltî,

20 pʼûtpʼaristî, pîresêrtî, neyartî, şerʼ-deʼw, hʼevsûdî, hêrskʼetin, hevrʼikʼî, dutîretî, cudetî,

21 çʼeʼvê xirab, mêrkujî, serxweş, kûçʼiksantî û çi ku mîna van in. Ez niha werʼa dibêjim, çawa ku min pêşda jî werʼa gotibû, ku yêd van tişta dikin, Pʼadşatîya Xwedê war nabin.

22 Lê berêd Rʼuhʼ ev in: Hʼizkirin, şabûn, eʼdilayî, sebirkirin, şîrinayî, qencî, aminî,

23 milûktî, xwegirtin. Hindava van tiştada qanûn tʼune.

24 Û ewêd ku pʼara Mesîh Îsa ne, binyatʼa xwe bi tʼevî temêd xirab û havijîyava ser xaç kuştine.

25 Em ku bi saya Rʼuhʼ dijîn, bi rʼêberîya Rʼuhʼ bimeşin.

26 Em kʼubar nebin, agirê hev gurʼ nekin û hʼevsûdîyê li hevdu nekin.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan