Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Galatî 4 - Peymana Nû (Încîl)

1 Awa ez dibêjim, warê ku xweyê her tiştî ye, lê hʼeta ku xişîm e ji xulêm nayê firqîkirinê.

2 Ew bin destê xweykirîya û xemkʼêşada ye, hʼeta wî wextê ku bavê kʼifş kirîye.

3 Usa jî em gava hê rʼuhʼanîda «xişîm» bûn, me xulamtî sixirêd vê dinyayêrʼa dikirin.

4 Lê gava wext pêrʼa gihîşt, Xwedê Kurʼê Xwe şand, ku ji kʼulfetê bû û kʼete bin Qanûnê,

5 wekî yêd bin Qanûnê aza ke û em jî heqê lawtîya Xwedê bistînin.

6 Awa hûn ku lawêd Wî ne, Xwedê Rʼuhʼê Kurʼê Xwe şande nava dilê me, ku gazî Xwedê dike: «Abba!» awa gotî «Bavo!»

7 Bi vî awayî îdî tu ne xulam î, lê law î û heger law î, usa jî Xwedê tu kirî warê Xwe.


Xemgînîya Pawlos bona galatîya

8 Berê, gava we Xwedê nas nedikir, we xulamtî yêd usarʼa dikirin, ku rʼast ne xwedê bûn.

9 Lê niha ku we Xwedê nas kirîye, lê belê Xwedê jî hûn nas kirine, hûn çawa dîsa vedigerʼine ser wan sixirêd vê dinêye bêqewate ne tʼu tişt û dîsa dixwazin xulamtîyê wanrʼa bikin?

10 Hûn guh didine rʼojêd hʼesab, meha, rʼojgar û sala.

11 Ez bona we ditirsim, ku ew şixulê min bona we kirîye deya herʼe.

12 Ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, bibine mîna min, çimkî ez jî mîna we bûme. We tʼu zîyan nedaye min.

13 Hûn zanin ku cara pêşin bêsihʼetîya qalibê min bû meʼnî, min Mizgînî da we.

14 Û çi ku hate serê qalibê min, ew yek bû cêrʼibandinek bona we, lê dîsa we ez bêhurmet nekirim yan pişta xwe neda min, lê weke milyakʼetekî Xwedê ez qebûl kirim û weke Mesîh Îsa.

15 Ew şabûna we çawa bû? Ez weke şîrê xwe, heger ji dest weva bihata, weyê çʼeʼvê xwe jî derxista bida min.

16 Îdî ez bûme dijminê we, wekî min werʼa rʼast xeber daye?

17 Ewêd mayîne ku kʼetine demana we, ew xêra we naxwazin, lê belê ewana dixwazin we ji min biqetînin, wekî hûn bikʼevine demana wan.

18 Qenc e ku merî demana qencîyêda be û ne ku tʼenê gava ez nava weda bim, lê her gav.

19 Lawêd min, ez niha dîsa bona we mîna êşa kʼulfeta dikʼişînim, hʼeta ku Mesîh nava weda bigihîje.

20 Xwezî ez niha li cem we bûma û min tiherê xeberdana xwe biguhasta, çimkî ez bona we nava mitalada me!


Mesela Hacer û Serayê

21 Ji minrʼa bêjin, hûn ku dixwazin bin Qanûnêda bin, we nebihîstîye Qanûn çi dibêje?

22 Nivîsar e ku: «Du kurʼêd Birahîm hebûn, yek ji carîyê bû, yek jî ji jina aza».

23 Ewê ji carîyê bû, ew bi binyatʼa merivayê bibû, lê ewê ji jina aza bû, ew li gora sozê Xwedê bû.

24 Eva yeka cûrʼekî mayîn tê feʼmkirinê, ev her du jin du peyman in: Yek ji çʼîyayê Sînayê, bona xulamtîyê tîne, ew Hacer bû.

25 Hacer Eʼrebistanêda tê hʼesabê çʼîyayê Sînayê û himberî Orşelîma niha dibe, ku zarʼêd xweva xulamtîyê dike.

26 Lê ya aza, ew Orşelîma jorin tê hʼesabê, ku ew dîya me hʼemûya ye.

27 Çimkî nivîsar e: «Şa be, bêzurʼeta ku te zarʼ nedanîn. Bi eşq bistirê, deng bilind ke, ku êşa zarʼanînê te nekʼişand. Çimkî zarʼêd te mêrberʼdayîyê wê ji zarʼêd ya xweyîmêr gelektir bin».

28 Awa hûn xûşk-birano, mîna Îshaq zarʼêd wî sozî ne.

29 Lê çawa hingê ewê ji merivayê bibû, yê ji alîyê Rʼuhʼda dizêrand, usa jî niha.

30 Lê nivîsar çi dibêje? «Ewê carîyê kurʼê wêva berdê derxe, çimkî kurʼê carîyê gerekê tʼevî kurʼê jina aza war nebe».

31 Awa xûşk-birano, em ne zarʼêd carîyê ne, lê zarʼêd ya aza ne.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan