Galatî 3 - Peymana Nû (Încîl)Qanûn û bawerî 1 Gelî galatîyêd bêhʼiş! Kʼê serê we tʼijî kir? Ne axir Îsa Mesîh li ber çʼeʼvê we xaçbûyî hate dîyarkirinê? 2 Ez tʼenê vê yekê dixwazim ji we bizanibim: We Rʼuhʼê Xwedê bi Qanûn qedandinê stand, yan bi Mizgînî bihîstinê û bawerîya xwe jê anînê? 3 Çima hûn haqas bêhʼiş in, ku we bi Rʼuhʼê Xwedê destpêkir û niha bi merivayî xilaz dikin? 4 Haqas tişt badîhewa hatine serê we? Naqewime ku badîhewa bin! 5 Çima ew Xwedêyê ku Rʼuhʼê Xwe pʼêşkʼêşî we dike û nava weda kʼeremeta dike, bona Qanûn qedandina we dike, yan bona ku we Mizgînî bihîst û bawerîya xwe jê anî? 6 Mesele, bona Birahîm aha nivîsar e: «Birahîm Xwedê bawer kir û ew yek jêrʼa rʼastî hate hʼesabê». 7 Awa zanibin, yêd ku bawer dikin ew in zarʼêd Birahîm. 8 Nivîsarê hê pêşda dabû kʼifşê, ku Xwedê necihû bi bawerîyê wê rʼast hʼesab bikirana û zûva Mizgînî dabû Birahîm ku: «Bi te duayê hʼemû mileta bibe». 9 Awa ewêd ku bawer dikin, tʼevî Birahîmê bawermend dua li wan tê kirinê. 10 Ewêd ku xwe spartine kirêd Qanûnê, ew binê nifirʼêda ne, çimkî nivîsar e: «Nifirʼ li her kesî ye, yê ku nava hʼemû nivîsarêd kʼitêba Qanûnêda namîne û naqedîne». 11 Eʼyan e tʼu kes bi Qanûnê nikare li ber Xwedê rʼast bê hʼesabê, çimkî nivîsar e: «Yê rʼast wê bijî, çimkî bawer dike». 12 Lê Qanûn bi bawerîyê nîne, lê belê çawa nivîsar dibêje: «Kʼî ku tʼemîyêd Qanûnê biqedîne bi wan wê bijî». 13 Mesîh em ji wê nifirʼa Qanûnê kʼirʼîn, ew dewsa me kʼete bin wê nifirʼê, çimkî nivîsar e: «Nifirʼ ser yê darva dardakirî ye». 14 Ev yek bû, wekî bi Mesîh Îsa duayê Birahîm bê ser necihûya, ku bi bawerîyê em Rʼuhʼê sozdayî bistînin. Sozê Xwedê û Qanûn 15 Xûşk-birano! Ez tînime ser eʼdetê dinê. Heger yekî wesîyetek tʼestîq kiribe, tʼu kes nikare wê betal ke, yan jî tiştekî din serda zêde ke. 16 Awa ew soz Birahîm û zurʼeta wîrʼa hatine dayînê. Nivîsarêda nayê gotinê: «Zurʼetêd te» çawa bona geleka, lê bona yekî: «Zurʼeta te» û ew zurʼet Mesîh e. 17 Awa gotî ez vê yekê dibêjim, ew wesîyeta ku pêşda ji Xwedêda hatibû tʼestîqkirinê, Qanûna ku çarsid sî salî şûnda derkʼet, nikare usa bike, wekî wesîyeta sozdayî qewata xwe unda ke. 18 Çimkî heger wartî Qanûnêva girêdayî bûya, wê sozdayînêva girêdayî nîbûya, lê Xwedê bi soz pʼêşkʼêşî Birahîm kir. 19 Îdî meremê Qanûnê çi bû? Qanûn serda zêde bû ku neheqî bê naskirinê û gerekê ew bima hʼeta hatina Zurʼeta wî, kʼîjanîrʼa soz dabû. Qanûn ji alîyê milyakʼetada, bi destê navçêtîya yekî hate dayînê. 20 Bona wesîyetkirinê navçêtî ne lazim e gava wesîyet bi destê yekî tê kirinê û li vir ew yek tʼenê Xwedê ye. War û xulam 21 Awa Qanûn miqabilî sozêd Xwedê ye? Tʼu car! Belê heger qanûnek hebûya, ku bikaribûya jîyîn bida, hingê eʼseyî rʼasthʼesabbûn wê bi qanûnê bibûya. 22 Lê nivîsar hʼemûya bin hêsîrtîya guneda dide kʼifşê, wekî çi ku bi Îsa Mesîh bawerkirinê hatibûne sozdayînê, bawermendarʼa bêne dayînê. 23 Berî hatina bawerîyê, em bin destê Qanûnêda çawa girtî dihatine xweyîkirinê, hʼeta xuyabûna wê bawerîyê ku wê bihata. 24 Bi vî awayî Qanûn bû tʼerbetdarê me û em berbirʼî Mesîh anîn, ku em bi bawerîyê rʼast bêne hʼesabê. 25 Lê niha ku bawerî hat, em îdî ne bin destê tʼerbetdarê Qanûnêda ne. 26 Bi bawerîyê hûn hʼemû yektîya Mesîh Îsada lawêd Xwedê ne. 27 Hûn hʼemû ku yektîya Mesîhda hatine nixumandinê, we Mesîh ser xwe wergirtîye. 28 Îdî firqî ne nava cihû û necihûyada heye, ne nava xulam û azayada, ne jî nava mêra û jinada, çimkî hûn hʼemû jî yek in yektîya Mesîh Îsada. 29 Û heger hûn pʼara Mesîh in, wekî usa ye zurʼeta Birahîm in û warêd wî sozî ne. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia