Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Galatî 2 - Peymana Nû (Încîl)


Pawlos û şandîyêd mayîn

1 Paşê çardeh sala şûnda tʼevî Barnabas dîsa rʼabûme Orşelîmê, Tîto jî min tʼevî xwe bir.

2 Ez çûm, çimkî Xwedê ber min vekir, ku herʼim. Û min ew Mizgînî li wan da hʼesandinê, ya ku ez nava necihûyada dannasîn dikim, lê ev yek min yêd serekerʼa başqe digot. Min nexwest ku ez badîhewa bibezim yan bezîbim.

3 Lê hʼeta Tîtoyê tʼevî min ku yûnan bû, pʼêyî ser wî jî nekirine, ku bê sinetkirinê. Ev pirs pêşda hat,

4 çimkî çend birayêd derew şûlikîne nava me, wekî ceʼsûsîyê azayîya me bikin, ya ku bi saya Mesîh Îsa me dest anîye. Wana dixwest em bikirana bindest.

5 Lê me qet deqekê jî gurʼa wan nekir, ku rʼastîya Mizgînîyê nava weda hʼîmgirtî bimîne.

6 Lê bona wan jî, yêd ku sereke kʼifş dibûn, (qet xema min nîne, ku ew berê çi bûne, Xwedê firqîyê nake nava meriva), wan sereka jî tʼu tiştê nû minrʼa negotin.

7 Lê serbara-serda dîtin ku li min hatîye spartinê, wekî ez Mizgînîyê bidime necihûya, çawa ku li Petrûs jî hatîye spartinê, wekî Mizgînîyê bide cihûya.

8 Çimkî Xwedêyê ku Petrûs kire şandîyê cihûya, hema Wî jî ez kirime şandîyê necihûya.

9 Gava Aqûb, Petrûs û Yûhʼennayê ku «Stûn» dihatine hʼesabê, bona wê kʼerema ku minrʼa hatibû dayînê pê hʼesîyan, destêd xweye rʼastê çawa nîşana tʼifaqîyê dane min û Barnabas. Ew qayl bûn, ku em herʼine nava necihûya û ew jî herʼine nava cihûya.

10 Tʼenê wan hîvî kir, ku em belengaza bîr nekin, ya ku ez xwexa jî demana wê yekêda me.


Pawlos şaşîya Petrûs hiltê

11 Lê gava Petrûs hate Entakyayê, ez aşkere miqabilî wî rʼabûm, çimkî ewî şaş bû.

12 Berî hatina çend merivêd ku Aqûb şandibûn, ewî tʼevî necihûyêd bawermend nan dixwar. Lê gava ewana hatin, ewî xwe dida alîkî û vedikʼişîya, ji tirsa ewêd ku digotin, gerekê necihû bêne sinetkirinê.

13 Û cihûyêd bawermende mayîn jî tʼevî wî durʼûtî kirin, hʼeta ku Barnabas jî xalifî, kʼete nava wê durʼûtîya wan.

14 Lê gava min dît ku ewana nava rʼastîya Mizgînîyêda namînin, hingê li ber hʼemûya min gote Petrûs: «Heger tu cihû yî, mîna yekî necihû dijîyî û ne mîna cihûya, tu çawa dikî ser necihûya, ku bibine mîna cihûya?»


Cihû û necihû her du jî pê bawerîyê xilaz dibin

15 Eme ku eʼsilê xweda cihû ne û ne ji «necihûyêd gunekʼar» in,

16 zanin ku meriv bi kirêd Qanûnê nikare rʼast bê hʼesabê, lê tʼenê bi Îsa Mesîh bawerkirinê. Me jî Mesîh Îsa bawer kir, wekî bi Mesîh bawerkirinê em rʼast bêne hʼesabê, ne ku bi kirêd Qanûnê, çimkî tʼu qûl-bende bi kirêd Qanûnê nikare rʼast bê hʼesabê.

17 Awa heger em dikin bi Mesîh rʼast bêne hʼesabê û wê gavê xuya be, ku em xwexa jî mîna wan gunekʼar in, hingê Mesîh bû wekʼîlê guna? Tʼu car!

18 Heger ew tiştêd min xirab kirine, dîsa destpêdikim çêdikim, ez neheqîya xwe didime îzbatkirinê.

19 Çimkî ez bi Qanûnî bona Qanûnê mirim, wekî bona Xwedê bijîm. Ez tʼevî Mesîh xaç bûm,

20 ji vir şûnda ne ku ez dijîm, lê Mesîh e ku nava minda dijî. Û niha ku ez vî qalibîda dijîm, bi Kurʼê Xwedê bawerkirinê dijîm, Yê ku ez hʼiz kirim û canîya Xwe bona min da der.

21 Ez kʼerema Xwedê tʼexsîr nakim, çimkî heger rʼasthʼesabbûn bi Qanûnê bûya, ku usa ye Mesîh badîhewa mir.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan