Galatî 1 - Peymana Nû (Încîl)Silavkirin 1 Ez Pawlosê şandî, ne ku ji alîyê merivada yan bi destê meriva kʼifşbûyî me, lê bi destê Îsa Mesîh û Bav Xwedê, Yê ku Ew ji mirinê rʼakir, 2 ez bi hʼemû bawermendava tʼevayî berbirʼî we civînêd Galatyayêda dibim. 3 De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedê Bavê me û Xudan Îsa Mesîh li we be, 4 Yê ku canîya Xwe anegorî eʼmirê Bavê me Xwedê ji ber gunêd meva da, wekî me ji vî zemanê nihayî xirab xilaz ke. 5 Şikir ji Xwedêrʼa hʼeta-hʼetayê! Amîn. Rʼastî tʼenê Mizgînîkêda ye 6 Ez eʼcêbmayî dimînim, ku hûn usa zû pişta xwe didine Xwedêyê ku bi saya kʼerema Mesîh gazî we kir û berê xwe didine mizgînîke din. 7 Rʼast mizgînîke din tʼune, lê hinek hene we tʼevî hev dikin û dixwazin Mizgînîya Mesîh biguhêzin. 8 Lê heger em yan milyakʼetek jî ji eʼzmên bê, mizgînîke usa bide we, kʼîjan ku ne mîna wê Mizgînîyê ye, ya ku me daye we, bira nifirʼ li wî be! 9 Çawa me pêşda got, niha jî dîsa dibêjim: Heger yek mizgînîke ne mîna wê Mizgînîya ku we qebûl kir dide we, bira nifirʼ li wî be! 10 Çima ez niha dikim meriv ji min rʼazî bin, yan Xwedê? Yan gelo ez dikim ku li meriva xweş bêm? Heger min hê bixwesta ez li meriva xweş bihatama, min nikaribû ez bibûma xulamê Mesîh. Çawa Xwedê Pawlos kire şandî 11 Ez vê yekê li we didime hʼesandinê xûşk-birano, ku ew Mizgînîya min dannasîn kir, ne ya merivayî ye. 12 Min ew ji meriva nestand, ne jî ji kesekî hîn bûm, lê Îsa Mesîh minva eʼyan kir. 13 We bona bêpʼergalîya mine berêye nava cihûtîyêda bihîstîye. Min bêhʼesab civîna Xwedê dizêrand û dikir ku wê xirab kim. 14 Ez nava cihûtîyêda ji gelek hevalêd xweye cihû pêşdatir çûbûm, alîyê rʼaw-rʼizima kal-bavada jî gelekî xweyîxîret bûm. 15 Lê gava Xwedê xwest, (Yê ku ez bijartim, çaxê ez hê zikê dîya xweda bûm û bi kʼerema Xwe ez kʼifş kirim), 16 Kurʼê Xwe minva eʼyan kir, ku nava necihûyada Wî dannasîn kim, hingê min şêwira xwe tʼu kesî nekir, 17 ne jî rʼabûme Orşelîmê, cem ewêd ku berî min bibûne şandî, lê ez pêrʼa-pêrʼa çûme Eʼrebistanê û dîsa vegerʼîyame Şamê. 18 Paşê sê sala şûnda rʼabûme Orşelîmê, ku Petrûs bibînim û panzdeh rʼoja cem wî mam. 19 Lê belê ji şandîyêd mayîn min tʼu kes nedît, pêştirî Aqûbê birê Xudan. 20 Çi ku werʼa dinivîsim, ez ber Xwedê bêxêlif dibêjim. 21 Paşê çûme alîyêd Sûryayê û Kîlîkyayê. 22 Lê civînêd Mesîhe Cihûstanêda ez rʼû bi rʼû nas nedikirim. 23 Wana tʼenê bihîstibû ku: «Ewê wextekê em dizêrandin, niha xwexa wê bawerîyê dannasîn dike, kʼîjan wî wextekê dikir ku xirab ke». 24 Û bona min şikirî didane Xwedê. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia