Filîpî 4 - Peymana Nû (Încîl)Tʼemîyêd axirîyê 1 Niha xûşk-birayêd mine şîrin û hʼeyran, hûn in şabûn û kʼofîya serê min delalno, yektîya Xudanda aha qewîn bimînin. 2 Ez hîvî ji Eyodîyayê dikim û hîvî ji Sintîxayê dikim, çawa tʼevî Xudan yekbûyî bira li hev bên. 3 Belê ez hîvî ji te jî dikim hevalbarê minî amin, tu jî alî wan kʼulfeta bike. Evana tʼevî min xebata Mizgînîdayînêda xûdan rʼêtine, usa jî tʼevî Klêmês û heval-xebatêd mine mayîn, ku navêd kʼîjana kʼitêba jîyînêda nivîsar in. 4 Tʼimê pê Xudan şa bin, dîsa dibêjim tʼimê şa bin! 5 Bira berbihêrîya we hʼemû merivava eʼyan be. Xudan nêzîk e. 6 Bona tʼu tiştî xem nekin, lê xwestina we bira bi dua-dirozga, rʼazîbûnêva tʼevayî, Xwedêva eʼyan be. 7 Û eʼdilayîya Xwedê ku ji her hʼiş-aqilî derbaztir e, wê dil û fikirêd we yektîya Mesîh Îsada xwey ke. 8 Heyneser xûşk-birano, çi ku bi rʼastîyê ye, çi ku bi maqûltîyê ye, çi ku bi heqîyê ye, çi ku bi hʼelalîyê ye, çi ku bi xweşîyê ye, çi ku bi firasetîyê ye û her tiştêd ku eʼsilî û layîqî qencgotinê ne, ser van tişta bifikirin. 9 Hûn ji min çi hîn bûn, we çi stand, çi bihîst û çi dît wê yekê bikin û Xwedêyê eʼdilayîyê wê tʼevî we be. Rʼazîbûna Pawlos 10 Ez bi saya Xudan gelekî şa me, ku we pey haqas wextrʼa ez bîr anîm, bona min xem xwar. Belê we dikir jî, lê mecal nedikʼete we. 11 Ne ku ez hʼewcê tiştekî me ku vê yekê werʼa dibêjim. Ez hîn bûme, ku hʼemû hʼalîda rʼazî bim. 12 Tʼunebûnê zanim, hebûnê zanim, ez her alîyîda û her hʼalîda ser vê surʼê vebûme û hîn bûme ku rʼazî bim, heger tʼêr bim, heger birʼçî, yan hebûnêda bim yan jî tʼunebûnêda. 13 Ez her tiştî bi saya Wî dikarim, Yê ku qewatê dide min. 14 Lê we qenc kir, ku tengasîya minda kʼomek da min. 15 Û belê hûn jî zanin gelî fîlîpîya, ku ji serê dannasînîya Mizgînîyêda gava ez ji Mekedonyayê derkʼetim, tʼu civînê tʼevkʼarîyêda destê xwe dirêjî min nekir, pêştirî we. 16 Çimkî carekê-duda ew tiştêd minrʼa kêrhatî we hʼeta Tʼêsalonîkîyê jî şandin. 17 Ez ne ku tiştekî pʼêşkʼêş dixwazim, lê dixwazim ku kʼar ser hʼesabê weda zêde be. 18 Min her tişt standîye û nava hebûnêda me. Ew tiştêd ku we bi destê Êpafrodîto minrʼa şandine ew besî min in. Ew dayîna we bîneke xweş e, hʼedîya qebûl û li Xwedê xweş e. 19 Û Xwedêyê min wê hʼemû kêmasîyêd we pê wê xizna Xweye rʼûmete ji Mesîh Îsa tʼijî ke. 20 Awa şikir ji Xwedê û Bavê me, hʼeta-hʼetayê! Amîn. Silavêd axirîyê 21 Tʼemamîya cimeʼta Xwedêye pʼara Mesîh Îsa silav kin. Ew birayêd ku tʼevî min in li we silav dikin. 22 Tʼemamîya cimeʼta Xwedê li we silav dike, îlahî ewêd ku ji mala Qeyser in. 23 Kʼerema Xudan Îsa Mesîh tʼevî rʼuhʼê we be. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia