Filîpî 2 - Peymana Nû (Încîl)Xwenimizkirina Mesîh û mezinayîya wî 1 Awa heger tʼevbûna weye tʼevî Mesîh bîna ber we ye, heger hʼizkirina Wî dil dide ber we, heger Rʼuhʼê Pîroz we dike yek, heger dilşewatî û rʼeʼma we heye, 2 eşqa dilê min bi tʼifaqa xwe hûn bigihînine sêrî: Bira ew hʼizkirina nava weda be û ser nêt û fikirekê bin. 3 Tiştekî bi hevrʼikʼîyê nekin û li navê xwe negerʼin, lê ji we her yek bi milûktîyê hevalê xwe ser xwerʼa bigire. 4 Tʼenê li kʼara xwe negerʼin, lê bira her kes li kʼara hevalê xwe jî bigerʼe. 5 Mesîh Îsa ser çi nêt-fikirê bû, ji we her kes jî usa bifikire: 6 Ew ku binyatʼa Xweda Xwedê bû, pey wê yekê nekʼet, ku bima weke Xwedê, 7 lê Xwexa Xwe şkênand, kʼete binyatʼa xulamekî û bû mîna meriva, kʼete dilqê însên. 8 Ewî Xwe nimiz kir, hʼeta mirinêrʼa jî qayl bû, ew jî mirina ser xaçê. 9 Bona vê yekê Xwedê Ew hê bilind kir û navekî usa pʼêşkʼêşî Wî kir, ku ji hʼemû nava bilindtir e, 10 wekî her çok li ber navê Îsa bitewe, heger li eʼzmên be, heger ser dinê be, heger li dîyarê mirîya be 11 û her zar-ziman îqrar ke, ku Îsa Mesîh Xudan e, bona rʼûmeta Bav Xwedê. Dinyayêda mîna steyrka biçʼirûsin 12 Awa delalîyêd minno, çawa ez nava weda bûm hûn tʼimê guhdar bûn, niha hê gelekî guhdar bin, gava ne nava weda me. Bona xilazbûna xwe bi xof û tirs bixebitin, ku wê yekê bigihînine sêrî, 13 çimkî Xwedê Xwexa vê yekê dike dilê we, ku hûn dixwazin û dikin, çawa li Wî xweş tê. 14 Her tiştî bê bîntengî û bê şerʼ û deʼw bikin, 15 wekî hûn nava vî nisilê neheq û xalifîda bêlekʼe û bêqusûr, zarʼêd Xwedêye bêsûc bin. Nava vanda şewq bidin mîna rʼonayêd eʼzmana, 16 çawa yêd xebera jîyînê hilgirtî. Ezê hingê Rʼoja hatina Mesîh rʼûspî bim, ku badîhewa nebezîme û badîhewa nexebitîme. 17 Belê heger cî bê ku xûna min ser wê bawerîya weda bê rʼêtinê, ya ku xizmetkʼarîya weda çawa qurban Xwedêrʼa tê dayînê, ezê şa bim û tʼevî eşqa we bim. 18 Usa jî hûn şa bin, tʼevî eşqa min bin. Tîmotʼêyo û Êpafrodîto 19 Gumana min ser Îsa Xudan heye, ku ezê zûtirekê Tîmotʼêyo ser weda bişînim, ku dilê min rʼihʼet be, gava ez hʼalê we pê bihʼesim. 20 Ez dilê xwerʼa yekî mîna wî nabînim, ku bona hʼalê we mîna pêşewitîkî xem bixwe. 21 Çimkî yêd mayîn her kes li pey kʼara xwe kʼetîye, ne ku ya Îsa Mesîh. 22 Lê hûn xwexa zanin ku ew yekî çawayî cêrʼibandî ye û xwexa tʼevî min Mizgînîdayînêrʼa usa xizmetî kir, çawa kurʼ bavêrʼa. 23 Awa nêta min heye, ku ez ewî zû bişînime cem we, gava ez haş ji hʼal-hʼewalê xwe hebim. 24 Û ez Xudanda guman im, ku ezê xwexa jî zûtirekê ser weda bêm. 25 Lê min usa rʼê têrʼa dît, wekî ez wî birayê me Êpafrodîto bişînime cem we, yê ku tʼevî min xebitî û şerʼê xwe kir, kʼîjan we şandibû ku kʼomek bida min. 26 Ewî jî gelekî bîra we kirîye û ber xwe dikʼeve, wekî we bona nexweşîya wî bihîstîye. 27 Rʼastî jî ew nexweş kʼet, çû ber derê mirinê. Lê Xwedê li wî hate rʼeʼmê, ne ku tʼenê li wî, lê usa jî li min, wekî ser kʼederê kʼeder ser minda neyê. 28 Bona vê yekê ez wî bi dil dişînim, wekî hûn wî bibînin, dîsa şa bin û ez ber xwe nekʼevim. 29 Awa bona xatirê navê Xudan ewî bi tʼemamîya eşqa dilê xwe qebûl kin. Qedirê yêd mîna wî giran bigirin, 30 çimkî ew bona şixulê Mesîh hʼeta ber derê mirinê jî çû û destê xwe ji eʼmirê xwe jî kʼişand, wekî dewsa wê xizmetkʼarîya ku weyê minrʼa bikira ewî xwexa bikira. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia